9emîn festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi hevkariya Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û organîzeya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn (OSAD), bi şîara “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî” dê di navbera 26-30ê îlonê bê li dar xistin. Em der barê Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi endama Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Sîdar Aslan re axivîn.
Sîdar Aslan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qeyûman ên li ser çand û hunerê û wiha axivî: “Wek tê zanîn ev saleke şaredarî ji aliyê DEM Partiyê ve tên rêvebirin. Ev ji bo pêşxistina xebatên ziman, çand û hunerê derfeteke mezin e. Ji ber ku ji salên 2016an û heta berî salekî me ne dikarî li taxan xebatên hunerî bidin meşandin û çalakiyeke hunerî li dar bixin. Ji aliyê fermî bigire heta aborî dewletê gelek astengî destdixist û nedihiştin em çalakiyên xwe yên hunerî li dar bixin. Lê vêga ew asteng li pêşiya me tunene. Em vêga pir hêsanî dikarin xebatên xwe ji aliyê pirhêlî de bidin meşandin û çalakiyên cihêreng li dar bixin. Ev ji bo me derfeteke mezin e û taybetî jî di hêla xebatên me yên xweser ên jinan de pêşketineke mezin heye. Me heta niha gelek çalakiyên cur ber cur ên çandî, zimanî û hunerî di taxan de daye meşandin û atoleyên me didomin. Em niha jî bi coşeke mezin amadekariya xebatên 9emîn Festîvala FîlmAmedê dikin.”
Sîdar Aslan li ser wate û girîngiya sembol û şiara Festîvala FîlmAmedê wiha axivî: “Ev 6 meh in em amadekariya FîlmAmedê dikin. Di dîroka Kurdistanê û di çanda kurdan de laçikên spî wateyeke xwe pir girîng heye. Laçika Spî sembola aştiyê ye. Çi şerê navxweyî dibe, çi şerê di nava eşîran de dibe û çi jî di pêvajoyên aştiyê yên di nava kurdan û dewletên desthiladar de be, dayik bi laçikên xwe yên spî bûne xwedî rol. Di vê pêvajoya nû de jî bersiveke wisa ji me tê xwestin. Ji ber vê yekê me got, di vê pêvajoya aştiyê de divê em bersiveke xurt bidin. Bi lidarxistina vê festîvalê jî em dixwazin deng bidin dengê aştiyê. Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê bi salan ji bo aştiyê li ber xwe dan. Aştîyeke bi rûmet û mayînde daxwaza dayikan a herî sereke ye. Ji ber vê yekê dirûşmeya me wek ‘Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî’ hat hilbijartin.”
Sîdar Aslan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser belgefîlmên jinan an jî fîlmên ku derheneriya wan jinan kiriye û wiha pê de çû: “Em dikarin bibêjin ku gelek fîlmên ku jinan çêkirine, hene. Jixwe di hemû fîlm û belgeflîman de çîrokên jinan hene. Me xwest fîlma Jinwar a Nadya Derwêş ku li ser avakirina jiyana komînal hatiye kişandin di destpêka festîvalê de bê nîşandin. Dîsa di 27ê îlonê de dê derhêner Ayşe Polat ê workshop atolyeyekî lidarbixe û di atolyeyê de dê cerebeyên xwe yên sînemayê, vegotin, honandina çîrokên sînemayê dê bi hezkiriyên sînemayê re parve bike.”
‘Divê hûner bi felsefeya etîk û estetîkê bê honandin’
Sîdar Aslan der barê atolye û panelên ku dê di çarçoveya festîvalê de bên lidarxistin de ev tişt anî ziman: “Wek ku min li jor jî anî ziman, festîval tenê li ser temaşekirina fîlm û belgefîlman nayê lidarxistin, di heman demê de di çarçoveya festîvalê de dê atolye û panel jî bên lidarxistin. Ji wan panelan yek jî panela li ser huner û zayendiya civakî ye ku wê bi moderetoriya Salîha Ayata, panelvan Elîf Ergezen, Bilge Taş, Berna Geçalp bê lidarxistin. Mijara wê jî hunereke beyî ku zayendî bifikire bi awayeke azad çawa bê hunandin? Pîvanên wê yên etîk û estetîk çi ne? Wê çawa bi felsefeya etîk-estetîkê xwe bihûne? Di xwe de guherîneke hişmendî û kesayeteke azad çawa bide afirandin? Li ser van pirs û bersivan bê lidarxistin. Di hunerê de zayendiya civakî ji bo me mijareke sereke ye û jêneger e. Ji ber ku bi salan e em li dijî hunera zayendperest û desthilatdaran, li ber xwe didin, têdikoşin û armanc dikin ku hunereke li ser esasê felsefeya etîk-estetîk û wekhevî, aştî û azadiyê biafirînin û di civakê de bidin avakirin”.
Sîdar Aslan di dawiya axaftina xwe de bang li jinan û taybetî jî li jinên ciwan kir ku li ziman, çand û hunera xwe xwedî derkevin û got: “Em ê 14 fîlmên jinan bidin nîşandan, 2 panel û atolyeyan jî li dar bixin. Dîsa di çarçoveya festîvalê de em ê sê projeya pêş bixin. Mebesta van sê projeya ev e, kesên ku çîrokên wan hene û derfet nedîtine çîrokên xwe bikin fîlm, em ê piştgiriya wan bikin û çîrokên wan bikin fîlm û belgefîlm. Bi vê mebestê em di serî de bang li jinan, jinên ciwan û hemû gele xwe dikin ku li ziman, çand û hunera xwe xwedî derkevin beşdarî festîvala FîlmAmedê bibin.”