25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Civak gavên şênber dixwaze

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku dewlet û îktîdar gavên şênber navêje û got: “Hem siyaset hem jî civak li benda gavên şênber e.”

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Ayşegul Dogan, bal kişand ser daxwaza betalkirina lijneya giştî ya CHPê û got ku ev ne meseleya CHPê ye lê meseleya demokrasiya Tirkiyeyê û xwest ev nêzikatî were bidawîkirin.

Ayşegul Dogan, bal kişand ser civîna MYKa partiyê û got ku yek ji rojeva herî girîng jî muxalefeta civakî û ya siyasî bû. Ayşegul Dogan, diyar kir ku yek ji tişta herî zêde girîngiyê didinê jî xurkirina lingê civakî yê pêvajoyê ye. Ayşegul Dogan, wiha got: “Civakîbûn, li ser bingeha dijbertiya pêvajoyê ava nabe. Ev senaryoyeke xetere ye. Hêj di serî de em kesên van lîstikan dilîzin hişyar dikin. Israra di neçareseriyê de bi xwe re dê êşê bîne. Lewma divê li şûna neçareseriyê, her kes piştgiriyê bide çareseriyê. Kesên van lîstikan dilîzin divê bizanin ku dê bi ser nekevin.”

Di berdewamê de Ayşegul Dogan anî ziman ku her kes pirsa “pêvajo di çi kîjan astê de ye” dike û wiha domand: “Raya giştî geşedanên erênî nabîne lewma pirsên neyînî dike. Ji bo bêbaweriya heyî ji holê were rakirin, gel dixwaze gavên şênber bibîne. Hem siyaset hem jî civak li benda gavên şênber e.”

Ayşegul Dogan, bi lêv kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangekî stratejîk e û wiha pê de çû: “Pêvajo, bi banga birêz Ocalan a 27ê Sibatê re derbasî qonaxeke pir cuda bû. Ne bangekî taktîkî ye. Divê bi giştî were nirxandin. Ji mafê hêviyê heta hatina wî ya Meclisê, gelek tiştên hînbûnên heyî hildiweşand hatin kirin. Ev gelek biqîmet bûn.”

Bi domdarî Ayşegul Dogan bal kişand ser gotina Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ku digot “Dê rapor were amadekirin û li ser sererastkirinên qanûnî bisekinin” û wiha axivî: “Daxuyaniyeke dereng e lê girîng e. Em dixwazin Meclis mesaiya aştiyê bike. Hêvîdarim serdema pêş bileztir bixebite û li ser sedemên esasî yên pirsgirêka kurd were axaftin û pêşniyar bên kirin.  Em careke din bang dikin ku komîsyon li birêz Ocalan guhdarî bike. Divê komîsyo n li nerîn û pêşniyarên birêz Ocalan guhdarî bike. Ev yek mecbûriyeteke. Birêz Ocalan aktorek e û divê teqez lê were guhdarîkirin.  Sivikkirina tecrîda li Îmraliyê nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Bi salan piştre cara ewil e parêzer çûn serdanê. Jixwe ev divê were kirin. Me gotibû ku dê şandeyeke ji hevserokên me yên giştî û endamên MYKê biçe serdanê. Em dixwazin ev pêk were. Divê birêz Ocalan bikare ji bilî DEM Partiyê bi derdorên cuda re jî hevdîtinan bike.”

Ayşegul Dogan bal kişand ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî “Mafê hêviyê” ya Abdullah Ocalan û got ku ev mijar bandorê li jiyana 4 hezar û 350 girtiyan dike û got ku divê biryara DMMEyê tavilê were cîbicîkirin.