25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Piştî 32 salan cihê gorên PKKiyan nîşan da

Di sala 1993yan de li Dêrikê di pevçûnekê de 5 PKKî şehîd bûbûn. Tekane kesê cihê gorên wan dizanî, Cebraîl Vural bû ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket, tevî malbatên PKKiyan çû serdana goran.

Di 24ê kanûna 1993yan de li herêma Newalka Mazî yan jî weke Newala Şewlên Fitnê tê zanîn a li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, di navbera PKKiyan û leşker û cerdevanan de pevçûn derket. Di pevçûnê de PKKiyên bi navên Ridvan Ortaç (Egîd), Mehmet Koyuncu (Sînan), Fîkrî Îlhan (Mervan), Abdullah Saltan (Zindan) û Ayhan Şengel (Tîrêj) şehîd bûn. Leşker û cerdevanan di êrişê de çekên lavê bi kar anîn lewma cenazeyên PKKiyan texrîb bûn û parçe parçe bûn. Hem ji ber vê rewşê hem jî ji ber ku cihê pevçûnê cihekî asê bû, cenaze li wir hatin hiştin. Koma PKKê ya ji pevçûnê rizgar bû, piştre cenaze defin kir. Bi salan malbatên PKKiyan tu agahî ji cihên gorên wan negirtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA) Cebraîl Vural ku di nava koma PKKî de cih digirt û di 16ê adara 1994an de bi birîndarî hatibû girtin, di sala 2013yan de ji malbatan re faksek şand û bi vî awayî cihên goran jî hat zanîn.  Lê ji ber ku herêm cihekî asê bû, xizmên PKKiyan nekarîn biçin cihên gorên wan. Cebraîl Vural, piştî 30 salan di 26ê adara 2024an de hate berdan. Cebraîl Vural, tevî xizmên endamê PKKê Abdullah Saltan çû serdana gorên 5 kesan û herêma bûyer lê qewimî. Cenaze, li cihê herî bilind ê newalê bûn. Cebraîl Vural, yek bi yek navên PKKiyan got û cihê gorên wan nîşan da.

Cebraîl Vural û malbata Saltan cihê goran sererast kirin û ji bo parçeyeke aydê kesên jiyana xwe ji dest dane bibînin, li herêmê keşf kirin. Di têketina şikeftê de ku îro jê re dibêjin “Şikefta Şehîdan”, nivîsa “PKK” û alaya PKKê hatiye xêzkirin. Di şikeftê de parçeyên cilan û hestiyên ku tê texmînkirin ên 5 PKKiyan e hatin dîtin. Her wiha di hundirê şikeftê de bîrdariyeke ji keviran hatiye çêkirin heye. Li jora şikeftê jî nivîsa bi kurdî ya “Bijî Kurd, Serok. Di sala 1993yan de li vê derê 5 heval şehîd bûn”, nivîsa bi tirkî ya “Guhdar bike welatê min (Dînle sevgîlî Ulkem)” û alayên PKKê hatine xêzkirin. Li her devera herêmê şopên PKK’ê hene.

Zêmara piştî 32 salan 

Xwişk û birayên Abdullah Saltan, piştî 32 salan cara ewil hatin ser gora birayê xwe. Li ser gorê zêmara “Ez bi qurbana birayê xwe bim, birayê min. Ax birayê min ka mala te birayê min. Tu di bin wan keviran de yî birayê min. Ev çend sal in tu di bin wan keviran de yî birayê min” gotin.

Xezal Saltan Zîncîrkiran ku piştî 32 salan hat serdana gora birayê xwe, got: “Dilê me her tim bi wî re bû. Em her tim li hestiyên wî geriyan. Em niha li ser gora wî ne. Me cihê wî dît. Em keyfxweş in. Xwezî me bikariya cenazeyê wî bibin. Lê îro bi hatina vir jî em gelek keyfxweş in. Heta ku em sax bin dê şehîdên me tu caran ji dilê me dernekevin. Ev 32 sal bûn em bi vê hesretê dijiyan. Şikûr ku me cihê wî dît. Beriya dîtina vê rojê me nedixwest bimirin. Em îro hatin vê derê, êdî mirin emrê Xwedê ye. Êşa 5 şehîdan di dilê me de ye. Me hestiyên birayê xwe nedît lê cihê definkirina wî dît.”

‘Me ew ji bîr nekirine’

Cebraîl Vural ku piştî 32 salan hat serdana herêmê jî hem herêm hem jî taybetiyên wê vegot û ev tişt anî ziman: “Cihên 5 heval lê hatine definkirin ev der e. Ji bo ku jê re bibêjin ‘me hûn ji bîr nekirine’ em hatin vê derê. Her çend dereng jî be ez hatim. 32 sal berê di sersibeha 24ê kanûnê di vê şikeftê de lehengiyek hate kirin. Di vî şerî de 5 leheng, 5 pêşeng şehîd bûn. Ev heval tevek jî pêşeng bûn. Leheng bûn. Ji bo gelê xwe, ji bo xak, ziman, çand, bawerî, kurd û Kurdistanê canê xwe feda kirin. Ji bo me mîrasa berxwedanê, lehengiyê hiştin. Me ew ji bîr nekirine. Em îro tevî malbatên Abdullah Saltan û Zindan hatin vê derê. Bi hatina vê derê em hem xemgîn hem jî keyfxweş in. Di tevahiya dîrokê de êş û xweşiyên kurdan bi hev re bûne. Îro jî wisa bû. Welatê me parçe bûye, zêhna me, ziman, çand, bawerî, aborî parçe bûne, em tevek parçe bûne. Îro bi saya têkoşîna azadiyê em dibin yek. Bi saya hevalên me yên leheng em îro dîsa dibin yek.”

Cebraîl Vural, bang li hevalên xwe kir û got: “Îro êdî dîplomasiya me heye, artêşa me heye, ji bo vî gelî çi tişt pêwîst bike, ew tevek hene. Bi saya wan û bi hezaran hevalên leheng me îro ev serkeftin bi dest xist.”

Mizgîniya serkeftinê da hevalên xwe

Cebraîl Vural, da zanîn ku bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin re ruhê kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane şad e û wiha bang li hevalên xwe kir: “Piştî van bedelên heta niha hatine dayin û êşên hatine kişandin, êdî dem hatiye ku gelê Kurdistanê bikeve nava pratîkê. Ev pêvajo ji bo vê ye. Ev pêvajo dê bimeşe û bi ser keve. Xelkê me pirsa ‘evqas bedel ji bo çi hate dayîn’ dike. Em jî dibêjin me ji bo aştiyê şer kir. Ji bo şerê heyî ji holê rakin me şer kir. Ev pêvajo, bi saya van bedelan e û ev bedel ji bo pêşeroja vî gelî ye. Em ji her demê bêhtir bihêz in. Serkeftina me jî ji her demê bêhtir nêz e. Em hatin fînalê. Bila ev mizgîniya min be. Bila mizgîniya ji gelê re me be. Em bi ser ketin.”