Dîroka konsera Koma Amedê ku dê bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Peyasê were lidarxistin, hate guherandin. Hatibû ragihandin ku dê konser di 1ê Mijdarê de were lidarxistin lê ev dîrok hate guherandin. Konser, dê di 25ê Cotmehê de were lidarxistin.
Konser dê li Parka Newrozê bêpere were lidarxistin. Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Ji ber sedemên ne bi destê me, dîroka konsera Koma Amedê weke 25ê Cotmehê hate guherandin. Konser, dê di 25ê Cotmehê saet di 19.00ê de li Parka Newrozê bêpere were lidarxistin.”