25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mandela, Gandhî, Luther û Abdullah Ocalan

Banga Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk, deriyekî nû li ber kurdan û gelên li Tirkiyeyê vekiriye. Gelek kes, vê stratejiya Abdullah Ocalan dişibînin şoreşa Mandela, Gandhî, Martîn Luther King.

Gandhî û Martin Luther King, bêçek, Mandela biçek û bêçek şoreş kir. Şoreşa biçek jî, piştî demekê cih dide bêçekbûnê. Ev dem jî bi gotina Jean Jacques Rouseau, têghiştina şoreşa di mêjî de ye.

Şoreşa Mandela û Abdullah Ocalan, di vê çarçoveyê de cih digirin. Mandela li dijî sîstema yekperest û nijadperest Apartheîd; Abdullah Ocalan jî li dijî sîstema yekperest û nijadperest tirkên spî û kesk têkoşiyan. Sîstema Apastheid û tirkên spî û kesk dişibihin hev.

Vêca, Gandhî li dibistanên Îngilistanê xwend û li dijî dagirkeriya Îngilîstanê têkoşiya. Dr. Martin Luther King, li dibistanên Amerîkayê xwend û li dijî sîstema koletiya Amerîkayê têkoşiya.

Mandela li zanîngeha Başûrê Efrikayê xwend û li dijî sîstema nijadperest Aparatheîdê têkoşiya.

Abdullah Ocalan jî li zaningehên Tirkiyeyê xwend û li dijî sîstema yekperest ya tirkên spî û kesk têkoşiya.

Mercên van pêşengan, mekan, derfet û civakên  wan ji hev cûda ne. Lê meşa wan a azadî û demokrasiyê digihêjin hev. Yanê armanca wan yek e. Rizgariya ji tarîtiyê û gihiştina ronahiyê ye.

Di têkoşîna van de klîşeyên sîstemên ceberrûd hatine şikandin û sîstemên ku ew di nava dîwarên polayî de asê kirî, parçe kirin û mecbur kirin ku li ser maseya çarseriyê rûnên.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê jî piştî têkoşîna 50 salî, sîstema yekperest-nijadperest- fîzyolojk,  mecbur bû ku dexaleta çarseriyê bike. Birêz Abdullah Ocalan jî bi inîsîyatîf tevgeriya û pêvejoya “Aştî û Civaka Demokratîk” da destpêkirin.

Balkêş e, sîstema yekperest-fîzyolojîk, gotina “millî-neteweyî” li navê pêvajoyê zêde kir.  Li hemberî ku Abdullah Ocalan, nirxekî cuda dide biwêjan û di perspektîfên xwe de,  biwêj, yan jî krîter û normên bûne bingeha şoreşên civakî, hiquqî, aborî û ekolojîk bikartîne jî li hemberî helwesta fîzyolojîk a Komîsyona Meclîsê deng nekir. Ev refleksa sosyolojîk e. Gihiştina radeya bilind a aqil û nirxan e. Yanî hişmendiya pêşketî ya mirov, bi hişmendiya kumulatîf a civakê re yekbûyîn e.

Bi gontineke din, têkoşîna nivsedsalî ya piralî, hişmendiya di çar dîwarên qalibkêşiya mekanîk û fizyolojîk de, ku ez weke sîstema dewşirme-pençîk binav dikim,  hate parçekirin.

Abdulllah Oclan, dema biwêj û norman bikartîne, têkiliya navbera wan û zanistê jî datîne holê. Weke mînak; dema behsa hiquqa gerdunî û mafan dike; navê Jean Jacques Rousseau bikartîne; yan jî dema behsa mirov û ronesansê dike, navê Lucian Febvre bikartîne û hwd. Ev jî tê wateya ku diyalektîka serdemê zevt kiriye û di çarçoveya materyalîzma dîrokî de haraket dike.

Di dîrokê de em dibînin ku gelek teorî di pratîkê de têkçûne.

Birêz Abdullah Ocalan, beriya têkoşîna çakdarî,  ji destpêka dîrokê, çavkaniyê sosyolojîk, pêşketin, alozî, têkçûn, serketin û guhertin kom kirin, nirxandinên feylesofên serdeman, bûyerên dîrokî, mekanîzmayên eskerî yên ku parêzvaniya sîstemên bazirgan dikin, organîzasyonên sîvîl û burokratîk li ser piyan digirin lêkolîn kirine, bi sentezên cuda formule kirine.

Di vê çarçoveyê de, rewşa fîzîkî û ruhî ya kurdan û tirkan li ber çavan girtine. Bi heman argumanan, rewşa fîzîkî û ruhî, hişmendî û hewngîriya sîstema  tirkên spî û kesk jî li ber çavan giritye.  Êdî em dizanin ku tirkên spî û kesk, dema hatine Anantolyayê bi saya kurdan bûne niştecih. Zewatên Îttîhat û Terakî jî, ji bo ku bibin xwedî axekî ku ji bo wan bibe welat, dest bi qirkirina gelan kirin.

Teorî, bêzanistî û nirxandinên felsefî çênabin. Birêz Abdullah Ocalan di teoriya xwe de aqil û rêxistiniya civakê esas girtiye. Ji bo vê jî mînaka  gundiyekî-cotkarekî wê baş bide fehmkirin. Eger gundiyek, cotkarek, erdê xwe baş cot bike, du-sê gêsinî bike, ji kevir û gîhayan paqij bike, baş  zibil bike, wê ji liba genim, simbilên bi 40-50 berî bi dest bixe. Ev bereketa kedê ye. Keda ji bo teoriya têkoşînê bike vê pratîkê jî, hêza civaka rêxistinkirî nîşan dide. Abdullah Ocalan, bi hişmendiya rêxistina sosyolojîk haraket kiriye û pirsa jin û ciwanan avêtiye holê. Di çareseriya pirsên civakî de, çarseriya pirsa jinê wek mercê nebê nabe daniye holê; ya ciwanan jî, bi gotina, “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî serbikevin.” Yanê ciwan hêz û enerjiya civakan e, bêyî wan şoreş sernakevin.

Bê çiqasî pirsgirêkên jinên kurd hene, pirsgirêkên jinên civakên li tirkiyeyê û cîhanê jî  hene. Bûyerên civakî, jin, zarok, ciwan, karker, kedkar di aliyê aborî û hiquqî de yek in.

Niha em bên ser pêvejoya çarseriyê: Îro, cîhan di çarseriya pirsgirêkên civakan de neçar maye. Ji bo çareseriyê jî rêbaza klasîk, şer bikartîne. Ev refleksa biyolojîk e û ji çareseriyê dûr e. Ha Nemrudê ku Îbrahîm avête nava agir, ha desthilatdariyên ku gelan davêjin nava agir, cudatiya wan tenê nav,  dem û bikaranîna agirê dojehî ye. Armanca van desthilatdariyan, berterefkirina hişmendiya kollektîf a civakan e.

Cîhan bi şer nayê guhertin. Tenê wêranî kuştin çêdibe, civak şeperze dibin, dewlemend hinekî din dewlemend dibin, netewdewlet jî sefeleta zêdekirina bac û bêşan û biçekkirina artêşê xurt dibin.

Ji bo vê jî, pêwistî bi guhertina zihnî heye; Birêz Abdullah Ocalan, piştî têkoşîna 50 salî, kilîda pêvejoya çareseriya kurd di aştî û civaka demokratîk de dît. Ji xwe 13 caran agirbest ragihandibû û helwesta xwe ya li dijî şer nîşan dabû. Azadî, demokrasî û edalet, wekhevî û çarserî di têgihiştin û guhertina zihnî de dît. Ev jî, hatina cem hev a bi Gandhî, Martîn Luther King û Mandela re ye.

Lê mînaka Şoreşa Îranê jî heye û divê li ber çavan bê girtin. Dema şoreş bi şiddet-çek çêdibin, di zemîna xwe de gelek pirsgirêkan radigirin. Ji bo vê jî şoreşa li Îranê ya li dijî Şah çêbû  bêçek bû û mînak e. Kurdên li Rojhilat jî  di şoreşê bi rolekE pêşeng rabûn. Piştî şoreş biserket, Humeynî destûr neda ku şoreşa Gandhî li Îranê pêk were. Sîstema ku hate avakirin jî lîderê Kurdên Rojava Dr. Qasimlo şehîd kir.

Ji bo vê jî kurdên li çar paraçeyan mînak e.

Desthilatdariya îro ya Tirkiyeyê jî, desthilatdariya şer e, her dem hêza şer atomîze kiriye, ji çend aliyan ve êrişî gelê kurd kiriye û hîna jî dike. Sed sal in, her dem hatiya xwestin ku hafizeya kollektîf a civaka kurd tune bikin. Îro jî zimanê şer û krîmîmalîzekirina kurdan û gefa li dijî kurdan didomînin. Bi vî rengî dixwaze pêvejoya aştî û demokrasiyê provaqe bike; eger neke jî dixwaze li gorî xwe bi encam bike. Ji bo vê jî gefên êrişên li dersînor dixwe.

Ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Murad Karayilan, di axaftina ji bo Mihrîcana 33yemîn ya Çandê li Almanyayê ya bajarê Dordmundê, banga dilsoziyê kir. Hem dewlet û desthilatdarî vexwende cidiyetê, hem jî got divê dewlet demildest gavan bavêje û azadiya Rêber Apo ya fizîkî pêk bê.

Ev şiyarkirinên cidî ne û wekî Murat Karayilan got; “Kurd ne bêçare ne. Êdî eşkere ye û divê desthilatdarî û dewleta tirkiyeyê fêhm bike ku pirsgirêka kurd bi aqilê Îttîhat û Terakkiyê beriya sedsalî nayê çareser kirin.

Divê komisyon, li koordînatorê giştî û sermuzakerevanê pirsgirêka kurdan, Abdullah Ocalan guhdarî bike. Ocalan, di hevdîtina dawî ya bi şandeya Îmraliyê de,  (28ê Tebaxê) behsa guhertinan kanunî kiriye. Hemû şoreşgerên ku me li jor hejmartin jî, daxwaza guhertina kanunên cihekar  dikirin. Di gotin divê qanûn, destûrname di çarçoveya wekheviya civaka demokratîk de werin amadekirin. Ganhdi cuda bû, li dijî dagirkerî û mûstemlekeya Îngilizan têkoşîn dikir. Eger Komisyon vê neke, wê  ji bin bandora “kadroyên  1860î” û diktatoriya faşîzan ya Kenan Evren rizgar nebe.

Divê li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bi qanûnên nû yên demokratîk, deriyê nû li ser bingeha civaka demokratîk werê vekirin.

Girtiyên siyasî werin berdan, hemû hêzên li derve û hundir dikaribin vegerin, hêzên zinde, enerjîk, xwedî ramanên vekirî û geşbînî derkevin holê.

Serketina pêvejoyê bi vî rengî dikare misoger bibe.