25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê kujerên Musa Anter darizînin?

 Dozeke ewqasî zelal ku bi destê dewletê kuştineke organîzekirî hatiye kirin, ji aliyê dadgehên dewleta tirk ve bi mahneya dem derbas bûye (zaman aşımı) hat xistin û kesî ceza negirt. Ger tirk wê bi kurdan re li hev werin, divê destpêkê bûyera kuştina Mûsa Anter û hemû bûyerên bi destê dewletê bi rêya JITEM, MIT û Hizbûlkontraya ku îro wek HUDAPAR li kêleka Erdogan cî digire werin aşkerekirin û hesabê xwe bidin gelê kurd

Ez li Akademiya Mahsûm Korkmaz bûm. Li Bekaayê bûn. Em komek heval li ciyê wek dersxaneyeke Platonî ji pêlikên di ser hev re hatibû çêkirin de di dersê de bûn. Hevalek hat û got serokatî dibêje bila bi lez were. Ez ji dersê derketim û çûm, li ber dîwarê avahiya akademiyê li bin wêneyê Teyrê Baz rûniştibû. Maseyeke piçûk a bi ala ERNK, PKK û ARGKê hatibû rapêçan li ber bû. Ez gihiştim ba û rawestiyam, yekser got: Te li nûçeyan guhdarî kir? Min got na, serokê min, ez di dersê de bûm. Wî got: Piştî Huseyîn, Mûsa Anter jî şehîd xistin. Bêdengiyek çêbû. Xweziya min di qirika min de ziwa ma. Roj 20ê îlonê yê sala 1992an bû.

Piştre hevalekî teyb anî û serokatiyê nirxandinek li ser bîranîna Mûsa Anter û kuştinên dewleta tirk a rewşenbîr û welatparêzên kurd kir. Ev nirxandin di nav pirtûka wî ya wê mehê de hat weşandin. Piştî wê bi demeke kin dewleta tirk zor da ser dewleta Sûriyê û em pêwîst man ji Bekaayê ber bi Libnan û Şamê ve vekişin û Bekaa hat valakirin. Salên ji bo kurdan li her alî zor û zehmet bûn.

Di van salan de dest bi valakirina gundan hatibû kirin. Bi taybetî li qadên ku têkoşîn lê xurt bûbû, di serî de herêma Botan, Colemêrg, Mêrdîn, Xerzan û gelek deverên din gund dihatin valakirin, şewitandin û li bajaran jî bi destê rêxistina Hizbûlkontra, JITEM û di bin çavdêrî û hevkariya polîs û leşkeran de welatparêz û rewşenbîrên kurd ên dikaribûn ji civakê re rêberiyê bikin dihatin kuştin.

Piştî salan, Mehmet Agar ê destpêkê Midirê Polîsan ê Stenbol û Erziromê, piştre wezîrê karên hundirîn ê hikûmeta Tansû Çîlerê bû dê bigota; ‘Me bi agahî û zanîna dewletê hezar operasyonên saloxdarî pêk anîn da ku em karibin rê li ber tevgera kurd bigirin.’ Li gor daxuyaniyên rêxistina mafê mirovan a li Tirkiye û Kurdistanê, di encama van hezar operasyonan de zêdeyî 17 hezar kes hatiye kuştin. Piraniya wan; an kujêrên wan heta îro nehatine aşkerekirin, an jî ger ku hatibin aşkerekirin jî wek bûyera Mûsa Anter hesap ji wan nehatiye pirsîn. Di bûyera kuştina Mûsa Anter de, tê zanîn ku doz bi zanistî hat dirêjkirin û piştî sîh salên bêencam biryara derbasbûna demê (zaman aşımı) hat dayîn û doz betal bû. Kujêr hîn jî li der ve di bin parastina MÎTa tirk de ne.

Mûsa Anter kesekî jiyana xwe dabû kurdîtiyê bû. Hîn di ciwantiya xwe de, di salên xwendegehê de bi pirtûkên xwe yên kurdî yên Qimil û Birîna Reş bal dikişand ser rewşa civaka kurd. Ew ji bo helwesta xwe ya kurdewarî gelek caran hatiye girtin û bi rojan û mehan di zindanê de maye. Di salên dawî de berî kuştina wî bi çend salan li gundê Stilîlê yê ku niha gora wî û bexçeyê wî yê binavûdeng li wir e bi cî bûbû. Li mala Mûsa Anter her dem baholeke wî ya biçûk a ku tê de du taxim cilên binî, destmalk û pêşgîrek, firçeya diranan û tiştên din ên bi lezgînî pêwîst bikin, hebûn, amade bû. Gava mirov dipirsî, ev ji bo çi ye: Digot haziriyên min in, dibe ku her gav ev segbav werin û min bibin hepsê, ji bo wê bahola min hazir e.

Mûsa Anter di nav civaka sitilîliyan de bi cîh bûbû, wî ji wan, wan jî ji wî hez dikir. Gundê Stilîlê di qûntara çiya û herêma Omeriyan de gundê dawîn ên ber bi qelêç ve û yê herî têrav bû. Ava ji kurika Stilîlê derdiket di qiraxa Stilîlê re derbas dibû û heta digihişt Hatxê xwe vedidizî bin erdê. Bexçeyê Mûsa Anter li binya gund hema li bin rê bû. Taybetiya bexçeyê Mûsa Anter hebûna her cureyê gul, kulîlk, fêkî û giyayî bû. Ji xwe çinara wî ya mala çûkên beytik binavûdeng bûye.

Piştî sih û sê salên kuştina Mûsa Anter, îro kurd û tirk li çêkirina aştiyeke di navbera xwe de, digerin. Aliyê kurd partiya xwe fesh kir, çekên xwe şewitand û li hêviya dewleta tirk e ku gavên pêwîst di riya aştiyê de biavêje. Dewleta tirk li meclîsa xwe komîsyonek damezirand qaşo li aliyên şer gundarî bike, da ku çareseriyekê ji pirsgirêkê re bibîne û vê çareseriyê pêşniyarî dewlet û hikûmetê bike û ew jî zagonên xwîşkûbiratiyê derxin û wisa aştî pêk were. Komisyonê hîn ev yek pêk neaniye. Lê ger pêk bîne û aştî pêk were jî, gelo wê dadwerî/adalet bi cih were? Mehmet Agar û Tansû Çîler a xwediyê hezar operasyonên bi agahiya dewletê li ser kurdan kirine, wê werin lêpirsîn? Komîsyonê qet xwe nêzî wan jî nekiriye, dev jê berde ku li wan guhdarî bike û ciyê gorên nediyar ji wan bipirse. Di arşîvên wan de yek bi yek lîsteya 17 hezar mirovên bi destê JITEMa Tansû Çîler û Mehmet Agar hatine kuştin heye. Komisyon wê vê lîsteyê ji wan bixwaze, wê karibe bistîne û yek bi yek biçe wan goran veke û hestiyên wan bide zarokên wan ên bi kuştina bavê xwe nehisiyabûn û qet bavê xwe hembêz nekiribûn?

Dadwerî wê bi eşkerekirina qatilan, vekirina goran, xwestina lêborînê, vekişandina leşker, polîs, tîm û ajanên dewletê yên ji ser axa kurdan pêk were, ne bi avakirina komisyoneke xapînok. Çima kujêrên Mûsa Anter hesabê xwe nedin? Kîjan erkdarê dewletê ferman da  Mahmûd Yildirim (Yeşîl) û Cem Ersever û got bila Abdulkadir Aygan û Hamîd Yildirim (Hogir) herin Mûsa Anter bînin li ser riya Amedê bikujin?

Dozeke ewqasî zelal ku bi destê dewletê kuştineke organîzekirî hatiye kirin, ji aliyê dadgehên dewleta tirk ve bi mahneya dem derbas bûye (zaman aşımı) hat xistin û kesî ceza negirt. Ger tirk wê bi kurdan re li hev werin, divê destpêkê bûyera kuştina Mûsa Anter û hemû bûyerên bi destê dewletê bi rêya JITEM, MIT û Hizbûlkontraya ku îro wek HUDAPAR li kêleka Erdogan cî digire werin aşkerekirin û hesabê xwe bidin gelê kurd. Wekî din her tişt xapandin e, dek û dolab e. Aştî û xwîşkûbiratî zelaliyê dixwaze. Ava ku binê wê xuya neke, dikare her dem te bixeniqîne. Dewleta tirk dikare kujerên Mûsa Anter bêceza bihêle lê qet nikare navûdengê Mûsa Anter, bîranîna wî û qerf û kenê wî yê heta hetayî li ser axa Sitilîlê, Kurdistanê û cîhanê bimîne, bide rawestandin.