25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Apê generalên piçûk

Herçî Generalên Apê Mûsa ne, dinya bi xwe û te hesandin. Serî dan lê sir nedan. Can dan, lê pênûsa cesaret û rastiyê li erdê nexistin. Tu û zarokên xwe yên piçûk, tu û generalên xwe her û her pak û rewan man. Celadên we jî her ku çûn li jêrxana bêrûmetiyê wer bûn.

Bi xatirê te ey pênûs,  ey kaxiz, ey nivîs! Bi xatirê te ey barê gotin û hevokan, ey welatê peyvan û wateyan ê bêdawî. Bi xatirê te ey nivîsandin, ey ew hesta delodîn û bêzencîr! Bi xatirê te kelecana nivîsê, barîna hestan û fikran. Bi xatirê te ey her tişt!

Bi rastî jî min xwest xatir bixwazim û nema binivîsim li ser rûpelên vê dibistan, gulistan û berxwedana bêdawî. Lê Apê Mûsa nehîşt, Gurbetelliyê nehîşt, Cengîz Altûn û bi hezaran lehengên din nehîştin. Nehîştin! Bes ew dikarin nehêlin ji xwe. Tenê ew dikarin birîna li dil baş bikin, hestiyên şikestî bicebirînin, paceyên tarî ronî bikin.

Îja melûm e îlon e. Rezber e. Rezê welat bi xwediyên xwe ve ketine meşa aştiyê. Aştiya ku heta niha qet nehatiye, lê çav li rê ye ku were. Ji xwe rez û bezên welat bi xwe bawer in. Di şer da jî û di aştiyê de jî tenê bi xwe bawer. Ev bawerî nebûya, ev destana bêhempa nedikarî ji zindan û çiyan bighîje vê heyamê.

20ê îlonê jî nêzîk e. Ku em hema destê xwe bihejînin dê Apê Mûsa me bibîne û belkî tev li merasîma li ser navê xwe jî bibe. Ku em hema bi dengekî nizim jî gazî bikin, dê me bibîhîze û were wargeha xwe ya bi rûmet, diyarê Çapemeniya Azad. Belkî em bi hev re biçin Seyrantepeyê ba wê bîrdarî-peykera ji bo wî jî. Tim li wir e ji xwe. Li cîhê meşa wî ya dawîn a li wê xopana Seyrantepeya Amedê. Digel zarok û kevokan dilîze. Balkêş e ku her cara di wê rêyê de derbas dibim, tiştekî din dibînim li dor wê bîrdariya Apê Mûsa. Mesela carna dike hawar hawar. Carna dengê kenîna Apê Porberf bi ser dinyayê dixîne. Carna bi dengê wî, helbestek dixwîne û dibêje: Oyy Xwedê! Êdî bes e loo!

Carna dengê borebora dadgerên bêdad dişkîne. Carna agir bi pûşê payîzê dixîne da ku bihar zû were. Îja her ku mirov di wê rêya hinek serberjêr re derbas dibe dilê mirov dibe tiştekî din û ji xwe re dibêje: Hiş be dilo! Niha Apê Mûsa li vir dimeşe. Şev e û payîz e. Bêbextî û rûreşî li ser kar e. Dilê mirov dibe tiştekî din û dibêje: Hiş be dilo! Apê Zanyarî û rûgeşiyê hatiye li vir û nema çûye. Piştî li vir tu kesî ew nediye. Hatina wî ya dawîn, rêwîtiya wî ya dawîn, nevegeriya wî ya dawîn li vir bûye.

Lo Apo carna dibînim ku ew bîrdarî dimeşe jî. Li devê rê disekine. Li devê rêya Seyrantepeyê ya kevnar. Bi rêwiyan re dipeyîve, ji rêwiyan re dipeyîve. Behsa te û zaroktiya te, behsa porspîbûna temenê me yê Kurdistanî dike. Lo Apo bîrdar-heykelê ku ji bo te hatiye çêkirinê jî ne wek yê xelkê ye. Wek xwediyê xwe cesûr e, natirse. Dibêje, dipirse, dinivîse û digere. Rêwiyan bi tenê nahêle, behsa rêwîtiya xwe dike ji wan re. Rêyan jî bi tenê nahêle. Sebr û zanînê bi ser wan de wer dike.

Lo Apo, delalo. Ji Seyrantepe pê ve rêwîtî xweştir, rêwî geştir dibe. Lingên me tevan me dibin ber wê derê, ber wê noxteya ku jiyan jî mirin jî li wir sekiniye. Ber wê warê tarî û ronî. Lo Apo, çi xweş e kurdîtî, mirovtî, rewşenbîrî, çi geş e bi te! Herçî Kurdistan e bê te qet nabe. Tu li ku, ew li wir.

Rezber e. Rez û baxên welat zer bûne. Tiriyên wî bûne dims û bastêqê Apê Serçiya. Serê te çiya ye wele Apo û ji her derê ve dixwiyê. Ne kes dikare wî veşêre, ne kes dikare wî bitewîne. Wer bilind û firaz e, ji her derî dixuyê. Ji ber ku yên xwestin bi şehîdxistina te serê te jî her tiştê te jî ji bîr û jîna me rakin têk çûn û em man bi hev re. Ne welatê te bê te ma ne jî gelê te. Herçî Generalên Apê Mûsa ne, dinya bi xwe û te hesandin. Serî dan lê sir nedan. Can dan, lê pênûsa cesaret û rastiyê li erdê nexistin. Tu û zarokên xwe yên piçûk, tu û generalên xwe her û her pak û rewan man. Celadên we jî her ku çûn li jêrxana bêrûmetiyê wer bûn.