25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Çareserî, ronesansa Tirkiyeyê ye!

Divê Enqere, li gorî zanista modern û guhertina cîhanê tevbigere; firseta ku Abdullah Ocalan, gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurd li ser sifra zêrîn daniye ber wan, weke muxlacî û haramiyan, bi lingê xwe wajî nekin û nimeta li ser sifrê ziyan nekin.

500 sal berê, li Evropa pêvejoya reform û ronesansê hate dest pê kirin û bingeha humanîzmê hate avakirin.

Li Kurdistanê, li Hindistan û Çînê jî bingehek ku mirov pê şah dibe û bi serbilindî behsa wê dike hebû.  Di sedsala 16mîn de, mogoliyan cîhan wêran kir, piştre osmaniyan dest bi futuhatên wêrankirinê kirin. Reform û ronesansa mogolî û osmaniyan şûr û xwîn bû, heta îro jî dewam dike.

Tê zanîn ku, reform û ronesans, herî zêde bi pêşxistina bazirganî û baskên wêjeyî tê bihêzkirin. Mogolî û osmaniyan herî zêde, talan û şalandin pêşxistin. Kurdan,  di sedsala 10emîn de, bi Abdulsamed Babek, di sedsala 11emîn de bi Alî Herirî dest bi hişmendiya modern kirin.. Baba Serheng-î Dewanî jî, bi ‘Deftera Dewdanî’ mohra xwe  li vê serdema pêşketinê xist. Lê ya balkêş ew e ku di van sedsalan de, li dîwanên mîrên kurdan de, destan û helbest dihatin xwendin û her cure bûyerên civakî di ‘diwana aqil’ de dihatin nirxandin e. Bi Medresaye Qubexanê ya li Behdînanê, Medreseya Ihlasiye ya Bedlîsê û medresaya Sor ya Cizîrê û Medreseyên Tilo, zanista serdemê  di lûtkeya herî jor de derketin pêş,

Ya giring ew e gelê kurd, destan afirandine û hişmendiya ku sînorên gerstêrka cîhanê derbas dike derxistin holê ye. Destanên kurd, ji bo kesên weke Firdewsî  bûne çavkanî. Di encama vê zanistê de, di sedala 12emîn de. El Cezîrî ango Ismaîl Er-Rezzaz, el Cîzîrî,  weke munnecîmê fîzîk û endesyar derkete holê û weke ‘bavê sibernetîkê’ tê naskirin. (1) Ev zanista ku îro bi navê sosyo-kulturel tê naskirin  jî, bûye xerca yekîtiya civakan, hewngîrî û hişmendiya komulatîf!…

Birêz Abdullah Ocalan, ev dîroka sosyo-kulturel, di çarçoveya ‘morfolojîk’ de lêkolîn kir û weke sentezeke çarseriya hemû pirsgirêkan danî holê. (2) Mixabin û mixabin, Turk-î Turan, hîna di futuhata Kostontînapolîs û Camî Kebîr Ayasofya de li dahola şer didin.

Piştî 7 agirbestan, Birêz Abdullah Ocalan, bi insîyatîfek dîrokî rabû, pêvejoyek nû ya çareseriyê bi navê ‘Civaka Demokratîkû Aştiyê’ de danî hole. Civaka demokratîk,  tê wateya reform û ronesansa derengmayî. Dewleta Enqerê derfeta reform û ronesansê, hîna di destpêka avakirina sala 1921ê de ji dest berda. Paşverûtî di çarçoveya ‘serxweşiya dînîtî’ bijart û heta îro  jî dewam dike.

Mixabin û mixabin, piştî Komîsyona dibin siwana Meclîsa Tirkiyeyê de hat avakirin jî, hîna weke mîratzedeyên ‘pençîk’ kar dike û ji klîmat, qonax û serdema sedsala navîn ya futuhatan rizgar nebûye. Naxwazin guhertinên dîrokî bikin û  pêvejoya aştî û çarseriyê,  bikin destpêka reform û ronesansa li Tirkiyeyê. Ev hiş û ramanê ji têgihiştina gerdûnî qut û bêparmayî ye û bi xwendina helbestên ji aliyê Erdogan pêknayê. Bi wergerandina pirtûkên dîrokî ku gotin ‘kurd‘ radikin, di dewsa wê de gotina ‘tirk“ dinivîsin jî nabe û dîrok nayê guhertin.

Mînak, hin zewatên ku, 10 cîldên dîroka cîhanê ya Ibnû’l-Esîr ‘EL-Kamîl Fît-tarîh’ wergerandine zimanê tirkî, gotina kurd derxistine, di dewsa wê de gotina ‘tirk“ nivîsî ne. Ev mêjiyê kûfîkî ye û li ser binyata şikestikên psîkolojîk avabûye. Bi gotina Freud, şikestinek ‘hîpnotîk’ e û di tevahiya jiyanê de bandorê li hiş û ramanê mirov dike. Ev şikestîk, mêjiyê mirovan dike nava qalibekî biçûk û rê nade ku bibe çavkaniya têgihiştinek gerdûnî û fêhmkirina pêşketinan. Binyata şikestîkan sîstema dewşirme ye û ji bilî rastiya xwe, tu rastiyên din qebûl nake.

Balkêş e, saziya olî ku bi navê ‘Miduriyeta Karên Olî’  kar dike jî, weke papayên sedsala 13emîn yên Roma-Germen haraket dike. Li hemberî ku di desturnameya Tirkiyeyê de, welat laîk tê binavkirin, karên siyasî û olî ji hev hatiye cudakirin jî, serokê Miduriyeta Olî, bi şûr derdikeve ser mîmberê û şerê hilala sor li dijî kurdan sor dike. Ev li dijî peymana Medîneyê ye. Di demên dawî de jî, xutbeyên nijadperestî dişînin mizgeftên bakurê Kurdistanê. Ev tê wateya şerê olî û li dihjî gelê kurd yê misilman! Şîrk jî ev e, gunehkarî jî ev e, israra di paşverûtiya sedsala navîn de jî ev!..

Civaka demokratîk, li gel guhertina  civakî, tê wateya reforma olî jî. Ev jî dikare bi hişmendiya azad werin pêkanîn. Ji ber ku Tirkiye û hişmendiya hikumran, hîna ne gihaye îcada matbuatê, mixabin serdema futuhat û kolonyalî dijî. Lewma bi aqilê hîpnotîk, gotina neteweyî li navê komisyonê zêde kirin û di nava şeş mehan de,  gaveke ku mirov bi dilxweşî himbêz bike navêtiye.

Ev korîtî li xiş û hesabê Ewropa jî tê, lewma Konseya Ewropa mafê hêviyê saleke taloq kir û  daxuyakirin ku ew naxwazin Tirkiye ji Dojeha Dantê derbikeve. Xaleke din: Hikumraniya ku gelê kurd bi paşverûtî, teror û cihêkariyê sucdar dike, di kanunên xwe de, di pratîka xwe de, nasnameya gelên li Tirkiyeyê, civakên xwedî baweriyên cuda qebûl nakin, teva weke tirk binav dikin, dawxaz û îradeya wan paşguh  û xesp dikin. Civaka demokrataîk vê hişmendiyê red dike.

Pirs; Gelo rêveberiya Enqerê bi siyaseta yek-yekan pêşverû ye, lê gelê kurd ku di têkoşîna nasnameya xwe dike pêşverû ye? Bersiv pir hêsan e, helbestan dibêje; ‘kes nikare şeva tarî çîk sayî bike’, aqlê ku sed sal in gelê kurd înkar dike, lewha û lewazimatên aştî û demeokrasî zayî û heba dike.

Rêveberên Enqerê, hîna bi hişmendiya fermanên Siltanên Osmanî ku eşîrên gelê suryani qedexe kirin, axayên eşîrên suryanî dardekirin haraket dikin. Tu cudahiya kuştina Hirant Dînk û keşeyên suryanî, ji dardekirina axayê eşîra Rayitê Afşar di sala 1884an de nîne!

Lê gelê kurd, beriya eyubiyan jî, rêxistinên civakî di raderya federasyon û konfederasyonan de avakirine, gelên cuda, civakên xwedî baweriyên cuda bi îrade û aîdiyeta wan nas û qebûl kirine.

Montaigne, beriya 450 salî gotiye; di her mirovî de tevahiya haletên mirovaniyê hene. Mixabin rayedarên hikumraniya Enqerê rêvedibin, bi ruhiyeta serxweşiya dînîtî û hîpnotîk haraket dikin, zindanên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ji kurdan dagirti ne.

William Shakespeare jî, dibêje ‘rastî mirovan azad dike’. Ev jî tê wateya ku tirkên ku kurdan dîl digirin weke kole dîbînin, ew bixwe dîlgirtî ne û kole ne. El encam; divê Enqere, li gorî zanista modern û guhertina cîhanê tevbigere; firseta ku Abdullah Ocalan, gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurd li ser sifra zêrîn daniye ber wan, weke muxlacî û haramiyan, bi lingê xwe wajî nekin û nimeta li ser sifrê ziyan nekin.

Ev nîmet, nirxê herî bilind yê mirovahiyê, pîroziya herî  mezin ya hemû olên cîhanê ye! Redkirina vî nirx û pîroziyan rûreşiya ku bi ava heft deryayên nayê paqijkirin e. Helbestvanekî ji serdema Wêjeya Diwanê dibêje; ‘Eger înkar bikim, rûyê xwe bi heft avên deryayên cuda bişom jî, rûyê min spî nabe, her we reş bimîne’.

 1-El Cizîrî, karên diki jî di pirtûka“Ktab’ul-Camî Beyn’el-Ilmî ve’lll-Amelî’en Nafî Fî Sinnatî’l-Hiyel“ de komkirine

2-Morfolojî: Di form û rengan da lêkolînkirana calidaran, gotin, biwêj û guhertinên civakî û erdnigarî ye.