25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Komîsyon Meclisê dê saziyên lêkolînê guhdarî bike

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di civîna vê hefteyê de li saziyên lêkolînê guhdarî bike.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya xebatên çareseriya pirsgirêka kurd de hatiye avakirin, dê civîna xwe ya 12emîn di 24ê îlonê de li dar bixe. Komîsyon dê vê hefteyê li saziyên lêkolînê guhdarî bike.

Rûniştina ewil a komîsyonê dê saet di 11.00ê de bê lidarxistin. Di vê rûniştinê de dê li nûnerên Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî (SETA), Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM), Lêkolînên Rawest, Navenda Xebatên Kurd (KSC) û Weqfa Ekopolîtîk Çand, Perwerde û Lêkolînê (EKEAV) guhdarî bike. Di rûniştina duyemîn de jî dê li nûnerên Enstîtûya Enqereyê, Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk (SAHAM), Weqfa Lêkolînên Polîtîkayên Aboriyê ya Tirkiyeyê (TEPAV) û Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn (ORSAM) guhdarî bike.