25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jinên li Hesekê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Bi sedan jinên ji Kantona Cizîrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hesekê meşiyan.

Kongra Star a bajarê Hesekê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meş bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî, wê mafê hêviyê pêk bê” hat organîzekirin. Bi hezaran jinên ji Şedadê, Hol, Dirbêsiyê, Til Birak, Til Temir, Erîşa, kampa Waşûkanî, Serêkaniyê û koçberên Efrînê tev li meşê bûn.

Meşê ji Çerxerêya Merşo ya Hesekê dest pê kir, heta Çerxerêya Azadiyê dom kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” hatin berzkirin.

Piştî ku girseya meşê gihişt Çerxerêya Azadiyê, meş guherî mîtîngê û li wir endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Hesekê Xalîde Botî axivî.

Xalîde Botî diyar kir ku divê jin deng û têkoşîna xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin û wiha got: “Banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û civaka demokratîk li cîhanê belav bûye. Divê em jî têkoşîna xwe xurttir bikin, da ku ev pêngava aştiyê bi ser bike.”

Xalîde Botî destnîşan kir ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandiye, ji bo hevgirtina di nava tevahî pêkahteyan de bi taybet kurd û ereban de xurttir bibe û wiha axaftina xwe domand: ” Divê tevahî pêkhate û netew hevgirtina hevdu bikin. Hemû şer û siyaste ku tê meşandin ji bo qirkirina gelan e.”

Xalîde Botî wiha behsa komkujiya Dêr Hafirê jî kir û got: “Eger em li dîrokê meyze nekin, wê her roj dagirker gelê me bidin qirkirin. Em ê li hemberî van hemû kiryaran û siyasetên ku li dijî gelê me didin meşandin, bêdeng nemînin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomîn da ku em bigihêjin azadiyê.”

Herwiha endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Şedadê Emîre Seid jî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 26 sal in di zindana Îmraliyê de ye. Divê mafê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê hêviyê pêk were û tecrîd bi dawî bibe û wiha got: “Tu carî jin wê gavan paş navêjin û heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger nebe, wê her li qadan bin.”

Meş bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.