Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê li Çand Amedê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi saziyên ziman, çand, û hunerê re eleqedar dibin, ji bo pêşniyarên wan yên derbarê zimanê kurdî guhdar bike, civîn li dar xist. Nûnerên MED-DER, Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê, Kurdîgeh, DADSAZ, Komaleya Arî, Komeleya Wêjekarên Kurd, ANKADER, KOZA DER, Meclisa Kirmanckî, Komeleya Çandê ya Dîcleyê û gelek zimanzan beşdarî civînê bûn. Komîsyona DEM Partiyê dê nêrîn û encamên van cîvînan, pêşkeşî Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî bike.
Hevberdevkê Komîsyona Çand, Ziman û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar di civînê de bal kişand ser pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Armanca vê civînê ew ku em daxwazên gele kurd yên mafê ziman, çand û hunera kurdî bi awayekî şênber raberî komîsyonê û raya giştî bikin. Taybetî jî em wek partiyên siyasî qedexekirina li ser zimanê kurdî bidin rakirin, em bi awayekê di zagonê de cihê xwe bigrin û daxwazên xwe rasterast bînin ziman.”
Parlementera DEM Partiyê ya Erziromê û Emdama Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî Meral Daniş Beştaş jî di civînê de derbarê xebatên Komîsyona Meclisê de axivî û got: “Komîsyonê heta niha hêj amadehiya guhertina qanûnan nekiriye, heta niha tenê bi guhdarkirinê re bi sînordar maye. Em pir hewl didin ku sazî û dezgehên zimanê kurdî bên guhdarkirin, lê heta niha ev daxwaza me pêk nehat. Ji bo astengiyên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin, em amadehiyên zagonî dikin, xebatên me didomin. Ne tene di vê komîsyonê de di meclise de jî mixabin hişmendiya înkarê ya li dijî zimanê kurdî berdewam dike. Ji bo ku ev hişmendî biguhere gele kurd bi salan e têkoşiyaye, berdêlên giran daye. Dê ev têkoşîna me berdewam jî bike.”
Pîştî axaftina Meral Daniş Beştaş civîn bi çapemeniyê re girtî berdewam kir. Tê texmînkirin ku dê saziyên ziman û çanda kurdî yek bi yek pêşniyarên xwe yên ji bo mafê ziman kurdî pêşkeşî Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bikin.