25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê xwest desthilatî gavan biavêj e

Dayikên Aştiyê beriya konferansa xwe li Riha, Êlih û Mêrdînê hatin gel hev. Dayikan, bal kişand ser pêvajoyê, gotin ku ew ji Abdullah Ocalan bawer in û têkoşîna wan a ji bo aştiyeke birûmet bidome. Her wiha dayikan xwest ku desthilatî bi lezgînî gavan biavêj e

Dayikên Aştiyê, beriya konferansa xwe ya ku dê di 18-19ê Cotmehê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de were lidarxistin, li Riha, Mêrdîn û Êlihê pêşkonferans li dar xistin.

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, li Eywana Konferansan a Şaredariya Hewagê hatin gel hev. Pêşkonferans, bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî Dayika Aştiyê Aynûr Yilmaz axivî û got ku divê hemû dayikên daxwaza aştiyê dikin li kolanan û meclisê dengê xwe bilind bikin. Aynûr Yilmaz, got: “Em aştiyeke birûmet û mayinde dixwazin. Em dayik dê li malên xwe ne rûnin. Dayikên leşkeran, dayikên aştîxwaz û dayikên zarokên xwe di şer de winda kirin em bi destên hev bigirin. Em destên xwe dirêjî dayikên leşkeran dikin. Banga me ji bo hemû dayikên AKPî, CHPî, MHPî heye; em bi hev re aştiyê bînin. Jixwe Rêbertiya me ev berpirsyartî da me û got ‘Bila Dayikên Aştiyê di vê pêvajoyê de cih bigirin.’ Em jî çi ji destê me were em ê bikin. Ne bi çekê, em li Meclisê bi hev re biaxivin. Heke diyalog çêbibe dê aştiyeke birûmet were. Em aştiyeke bêrûmet qebûl nakin. Madem dewlet dibêje ‘tirk û kurd xwişk-bira ne’, wê demê bila heqê xwişk-birayên xwe bidin. Em ji Rêbertiya xwe bawerin.”

Piştî axaftinan sînevîzyoneke têkoşîna Dayikên Aştiyê vedibêje hate pêşandan. Piştre jî pêşkonferans ji çapemeniyê re girtî domiya.

Aştî yekalî nabe

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê jî li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê civiya.  Li gel Dayikên Aştiyê yên li Mêrdîn û navçeyên wê, her wiha wekîla DEM Partiyê Saliha Aydenîz jî tev li bû. Pêşkonferans, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî atkîvîsta TJAyê Çîmen Fîdan axivî û got: “Dayikan bedelên giran dan. Herî zêde dayik aştiyê heq dikin. Dayikan her tim bo aştiyeke birûmet li ber xwe dan.” Dayikikên Aştiyê jî diyar kirin ku aştî yekalî nabe û xwestin dewlet gavên şênber biavêjin. Dayikan, gotin ku ew ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bawerin.  Pêşkonferans, ji çapemeniyê re girtî domiya.

Dayikan xwest desthilatî gavan biavêj e

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê jî li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Êlihê pêşkonferans li dar xist. Pêşkonferans, bi rêzgirtinê dest pêkir. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Sûltan Azboy, bal kişand ser rola dayikan a di têkoşîna 40 salan de û got: “Dê ev têkoşîn ji vir şûnde jî bi biryardarî bidome. Di şerê 40 salan de me dayikan, zarokên xwe, hevjîn, xwişk-bira, dayik û bavên xwe winda kir. Bedelên herî giran me dan. Lê niha qala aştiyê tê kirin, bila çi pêwîst bike êdî bikin. Xwezaya me, darên me tune dikin. Bila vê nekin, ji bo me her darek wekî mirovek e. Tu ferq di navbera birîna darekê û kuştina mirovekî de nîne.”  Dayikên Aştiyê yên din jî ji bo pêvajo bi erênî encam bibe bang li desthilatdariyê kirin û jê xwestin gavên şênber biavêje.