Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji Efganistanê xwest, ku baregeha di sala 2021an de piştî vekişîna DYAyê kete destê Talîbanê ji ‘xwediyên xwe re’ bê dayin, naxwe wê ‘encamên xwe cidî’ be. Donald Trump li ser platforma medya dîjîtal Truth Socialê peyamek parve kir û wiha got, “Eger Efganistan Baregeha Hewayî ya Bagramê radestî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê neke dê tiştên gelekî cidî biqewime!!!”
Donald Trump heman mijar beriya çend rojan li Qraliyeta Yekbûyî xistibû rojevê û bal kişandibû ser girîngiya stratejîk a baregehê ya li hemberî Çînê û gotibû, “Yek ji sedemên daxwaza me ya ji bo wergirtina vê baregehê ew e ku tenê bi saetekê dûrî cihên hilberîna çekên nukleerî yên Çînê ye.”
Girîngiya stratejîk a baregehê
Bagram ku bi 50 kîlometreyî li bakurê Kabûlê ye, baregeha herî mezin a hewayî ya Efganistanê ye. Piştî êrîşên 12ê Îlonê di dema dagirkeriya koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de navenda herî girîng a operasyonê ya hêzên Amerîkayê bû. Yekîneyên DYA û NATOyê di Tîrmeha 2021ê de ji vê deverê xwe vekişandin û di demeke kurt de welat bi temamî kete bin kontrola Talîbanê.
Donald Trump ji dema ku li serokatiyê vegeriya û vir ve Baregeha Bagramê timî dixe rojevê û serokê DYAyê yê berî xwe Joe Biden rexne dike ku bi rengekî ‘bê rêk û pêk’ ji Efganistanê vekişiya ye. Her wiha aciziya xwe ya ji ber zêdebûna bandora Çînê ya li Efganistanê gelek caran xist rojevê.
Bersiv dan DYAyê
Ji rayedarên Wezareta Karên Derve ya Eganistanê Zakir Jalal li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê destûrê nedin ku li welatê wan leşkerê amerîkî hebin û got, “Divê Efganistan û DYA danûstandinan bi hev re bikin, lê belê ev danûstandin nayê wê wateyê ku DYA li Efganistanê hebûneke xwe ya leşkerî dewam bike.”