Mirov dema li Kurdistanê digere gelek cih û warên balkêş dibîne. Em dizanin ku gelek deverên ku nehatine keşifkirin hene. Divê mirov bigere û bibîne ji bo nasînê. Her wiha divê mirov lêkolîn bike. Gelek zanyariyên di derbarê hin deveran de bi senteza ger û lêkolînê mirov serwext dike. Ango mirov dikare bêje ne tenê ger, ne jî tenê agahî. Her du bi hev re baştir zanîn dide mirovan.
Ev car em dixwazin dîsa li serê bilindahiyek, ango di navbera çiyayan de devereke newaze bi we bidin nasîn. Ev der Gola Rûsa ye. Bi navên wê yê herî tê zanîn Gola Keşîş, an jî Gola Qulingan (Turna). Ev der herêmeke girêdayî navçeya Payîzava ya Wanê ye. Li bilindahiya 2 hezar û 550 metre, di navbera çiyayên Kuh, Qezan û Çiyayê Reş (Erek) de ye.
Lê belê tişta ku vê gola newaze dike goleke taybet dîroka wê ye. Mirov dikare bêje gola yekem ya herî kevnar a cîhanê ye ku bi destê mirovan hatiye çêkirin e. Erê, we şaş ne bihîst, ev gol gola çêker e. Yanî bi destê mirovan hatiye çêkirin. Di serdema şaristaniya Ûrartûyan de hatiye çêkirin û di nava salan de bûye goleke xwezayî. Niha em ê hinekî bi berfirehî behsa vê gola bedew ya 2700 salî bikin.
Mîrateya Ûrartûyan
Me got gola Rûsa (em ê di berdewamê de behsa vî navî bikin) girêdayî navçeya Payîzava ye. Gol 30 kîlometre ji Wanê dûr e. Ew navên wê yên me li jor rêzkirin her yek bi xwe xwedî çirokekê ye.
Berî 2700 salan, di dema şaristaniya Ûrartûyan de, Qral Rûsa yê duyem (BM 685-645) ev gola çêkiriye. Lewma navê golê weke “Gola Rûsa” jî tê zanîn. Armanca Qral Rûsa ava ji bo avdana zeviyên çandiniyê dabîn kirin bû. Ev bendav ji wan karên endezyariyê yên herî girîng ên serdema Ûrartûyan e ku weke gelek berhemên vê şaristaniyê heta roja îro hatiye.
Ev golbendav bi demê re bûye goleke xwezayî û bûye bihûştek ji bo teyr û tilûran. Ev guherîna ji çêkirî ber bi xwezayî ve nîşana hêza xwezayê ye ku çîrokeke nû ya jîyanê li ser bingeha kevnar ava dike.
Erdnîgarî û çiyayên derdor
Gola Keşîş li ser bilindahiyeke 2 hezar û 550 metre, di navbera çiyayên Kuh, Qezan û Çiyayê Reş de cih girtiye. Ev çiyayên mezin di navbera xwe de deşteke fireh hîştine. Dema bi avê hatiye tijêkirin jî ev der bûye parçeyek ji bihuştê.
Çiyayê Reş yek ji çiyayên herî mezin ên herêmê ye ku bi çiçekên zer ên berê dibe malpera xweşî û şahiyê. Bajarê Wanê jî li quntara wê avabûye. Lewma hem ji bo xweşiya xwezayê, hem jî ji bo domandina jiyana mirovan bûye wargeh ji tevahiya Waniyan re.
Çiyayê Kuh, bergeha kevnar ku dîroka gelê Kurd tê de veşartî ye, jîngehe ji bo lawiran û zindîwaran. Tevahiya xwaşiya xwe bi herêmê re parve dike.
Çiyayê Qezan, bi navê xwe yê kurdî, girîngiya çandî ya herêmê destnîşan dike. Dibe destebirakê van herdu çiyayên din. Gola Rûsa bi baskên xwe radipêçe.
Ev her sê çiya dibin sedem ku Gola Keşîş dibe xwedî hebûnek. Kombûna ava wê xwe dispêre çiyayan. Û her wiha çavkaniya xwe jî ji kanî, sûlav û rûbarên ji van çiyayan dizên digre. Ev çiya gola çêker av didin, xwedî dikin û dibin wesîle ku ev gol bibe goleke xwezayî.
Navên cuda û çîrokên wan
Me got ev gol li herêmê bi navên cuda tê zanîn. Dibe ku di nava 2700 salan de her serdemê bi navekî cuda hatibe binavkirin. Yên ku em dizanin sê-çar navên navdar in.
Jêre gotine gola Keşîş, ji ber keşîşên ku berê li vir dijîyan. Bi navê gola Rûsa hatiye binavkirin, ji ber ku navê çêkerê xwe, Qral Rûsayê duyem yê Ûrartûyan girtîye. Jê re gotine gola Qulinga (Tûrna), ji ber teyrên qulingên ku li vir dijîn û ev der ji xwe re kirine wargeh. Her wiha gelê herêmê jê re gotine gola Fireh. Em bawerin ji ber berga wî ya fireh ev nav jî lê hatiye kirin.
Gola Qulinga û çiyayên derdor bihuşteke ji bo gelek cureyên teyr û ajalan. Li vir teyrên girîng ên weke flamîngo, pelîkan, qaz, werdek û ya herî zêde quling dijîn. Her wiha teyrên baz û qertelên mezin yê çiyayan jî mirov dikare li derdora golê bibîne.
Gola Keşîş her wiha li ser rêya koçberiya teyr û ajalan di navbera Bakurê Afrika û Îranê de ye. Teyrên koçber bi hatin û çûna xwe vê xwezaya xweş dibînin û diçin mala xwe.
Taybetmendiyên xwezayî
Niha em hinekî jî behsa taybetmendiyên golê bikin.
Gola Keşîş li bergeheke fireh û di nava çiyayên bilind de cih girtiye. Bilindahiya wê 2550 metre ye, ku wê dike herêmeke hênik ji bo teyr û ajalan. Qada golê li gorî barîna berf û baranê di navbera 4-7 kîlometreqare de ye. Berga wî bi gişti 100 kîlometreqare ye. Dikare 20 mîlyon metrekup av di nava berga xwe de bihewîne.
Avên golê ji berf û baranên çiyayan pêk tên. Ev av paqij û zelal e, ji bo jîyana ajal û nebatan pir maqûl e. Dema gol tije dibe û ava wê zêde dibe bi wasita çemên ji derdorê ava xwe diherikîne. Li derdora golê mêrgên xweş û gulên rengareng hene ku bi taybetî di serdemên berê de xweşikiyeke bêhempa çêdikirin.
Li navbera Çiyayê Reş û Gola Keşîş kanyoneke xweş heye ku bi çîçek û gulên xweş hatiye xemilandin. Ev deşta kulîlkan bihuşteke ji bo dîtina xwezayê ye.
Bi taybetî di demên berê de, çiya û deştên li derdora golê bi gulên zer ên xweş dixemiliya. Ev dîmen weke çîrokên kevnare ye ku ji çav û dilê mirov nakeve dihatine gotin.
Ji ber xwezaya xwe ya dewlemend her wiha ev der weke zozan hatiye bikaranîn. Roja îro jî dema bihar tê hin koçer û gundên derdorê berê xwe didin vê herêmê. Dema mirov diçe dîtina golê, li zozan û palên derdora golê rastî koçeran û kêriyên pez an garana dewaran tê. Sewalên ku li vir diçêrin para xwe ji dewlemendiya giyayên erdnîgarê digrin. Her wiha tê gotin ku goştê sewalên vê herêmê bi tehm û xweş e.
Girîngiya çandî û dîrokî
Weke tê zanîn şaristaniya Ûrartûyan bi sed salan hikum li herêma Wanê û derdorê kiriye. Tu niha jî li kîjan deverê binêrî bermahiyeke Ûrartûyan dikarî bibînî. Ji keleh, qesr û serayan bigre, heta xan û hemam û bermahiyên cuda ji wê serdemê man e.
Lê belê şaristaniya Ûrartûyan her wiha bingeheke bajarvanî, mîmarî û endezyariyê jî avakiriye. Bi vê jî bes nekirine û têkiliya mirov bi xwezayê re sazkirine. Ji siruştê sûd wergirtine. Hin tiştên wisa avakirine ku endezyariya roja îro jî nagihe wê zanyariyê. Weke mînak qenala Şamîranê yek ji van e. Dîsa ji bo bajarên ku avakirine ji deverên wisa dûr xeta avê kişandine ku aqilê mirov disekine.
Gola Rûsa jî yek ji van bermahiyên newaze û dîrokî a serdema Ûrartûyan e. Ûrartûyan dema ev gola avakirine xwestine ava bajarê Wanê ji vir saz bikin û deşta Wanê bi vê avê avdane. Her wiha qenalên ku ji golê kişandine Keleha Tûşba û Kelehên din yên derdorê gihandine ava zelal.
Mirov dikare bêje gola Keşîş ne tenê tabîeteke girîng e, her wiha belgeya dîroka kevnar a gelên herêmê ye. Bi biryara dewletê ev gol weke “Herêma Qedexe a Parastinê” hatiye diyar kirin.
Dîsa ev gol nîşana zanîn û jîriya kevnar a kurdan e li ser kar û çandiniyê. Ûrartû ku weke kok û rihên kurdan tên zanîn, bi çêkirina vê golê nîşandane ku wan çawa bi xwezayê re li hev kirine û ji xwezayê sûd wergirtine.
Mirov çawa diçe?
Gola Qulingan ji bajarê Wanê, an jî ji Payîzava ne gelek dûr e. Çend rêyên ku mirov xwe dikare bigihînê hene. Rêya herî nêz 30 kîlometre durî bajarê Wanê ye. Lê ev rê her demsalê rê nade ku mirov di wir de here. Rêyên din yek ji milê Payîzava, yek jî ji milê rêya Qelqeliyê digihîje vê herême. Lê belê ev rêyên ha jî mirov nikare bêje xewş in. Lewma zû bi zû kes berê xwe nade vê herêmê.
Lê hêj jî gol û çiyayên derdor gerok û turistên ku dixwazin xwezayê bibînin pêşwazî dikin. Ji bo gihîştina golê, divê mirov bi wesayitê qasî saetekî rê biçe. Me got belê nêz e lê rêya wê ne xweş e. Lewma pêdivî bi maşîneke baş heye ku karibe bêpirsgirêk bi çiyayan ve hevraz bibe. Helbet kesên bi xwe bawer dikarin bi meş jî xwe bigihînin herêma golê. Ev rêbaz jî ji bo çiyageran guncav e.
Xetereya li ser golê
Mixabin, ev gola 2700 salî êdî weke berê zindîbûna xwe nikare biparêze. Pirsgirêka guhertina avhewayê û kêmbûna berf û baranê bandoreke esasî li vê golê kiriye. Wisa bifikirin; berî 2700 salî goleke wisa newaze hatiye avakirin lê roja îro ku ewqas cîhan bi pêş ketiye gol bi heqî nayê parastin. Ev jî kêmasiyeke esasî ya mirov û pergalên vê serdemê ye.
Gola Keşîş ne tenê goleke avê ye, her wiha yek ji navenda çand û dîroka Kurdistanê ye. Ew ji aliyê endezyariyê ve berhekariyeke mezin a dema kevn e, ji aliyê xwezayê ve bihûştek ji bo gelek zindîwaran e û ji aliyê çandê ve jî belgeya hêja ya zanîn û çalakiya gelê kurd e ya li ser avdana zeviyan e.
Di demeke ku guhertinên avhewayê pirsgirêk çêdikin de parastina vê golê erka tevahiya mirovan e. Ew ne tenê ji bo niha, lê ji bo pêşerojê jî divê were parastin. Ji ber ku gola Rûsa mîrateya me ya pîroz e ku ji dîroka kevnar heta roja îro têkiliya mirov û xwezayê ava kiriye.