Bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî û Hevgirtinê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (MED-TUHADFED), peyama Abdullah Ocalan ji bo jinan veguherandin kartê û ji jinên girtî re hat şandin. Beriya radestkirina kartê li ber deriyê Tek Kapi yê li navçeya Sûrê ya Amed daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Em ê bi jinên azad civakek demokratîk ava bikin” hate vekirin. Parlamentera Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Berîtan Güneş Altin, Hevseroka MED-TUHADFEDê Pinar Sakık Tekin, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û gelek sazî û rêxistinên din amade bûn.
‘Azadiya Ocalan azadiya jinan e’
Pinar Sakik Tekin ku di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku civak jî bi azadkirina jinan azad dibe û got, “Em îro li vir in ku gul û pênûsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi salan e di hucreya yekkesî de tê girtin, ji jinên Girtîgehan re bişînin. Em îro li vir in ku rastiyek ku em hemû baş dizanin ragihînin. Em hemû dizanin ku civak bêyî azadkirina jinan azad nabe. Abdullah Ocalan perspektîfek rizgariya jinan ji bo jinan pêşkêş kir. Bi vê perspektîfê, jin her roj têkoşîna xwe xurt dikin. Ez dixwazim her wiha tekez bikim ku duh, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AKBK) biryarek li ser ‘mafê hêviyê’ da. Ev biryar ne tenê biryarek takekesî ye; ew binpêkirina mafan e, derbeyek li hêviya gelan a ji bo hevjiyanê ye. Azadiya Birêz Ocalan wekhevî azadiya jinan e û azadiya jinan jî wekhevî û azadiya civakê ye.”
Kiryarên keyfî li ser jinan tên sepandin
Berîtan Guneş Altin diyar kir ku girtiyên jin di girtîgehê de rastî gelek kiryarên keyfî tên û got, “Wekî ku hûn dizanin, girtîgeh rastiya Kurdan e. Her roj li wir polîtîkayên zext û zilmê têne sepandin. Kiryarên keyfî têne sepandin. Li dijî van hemû zilm, zor û kiryarên keyfî, têkoşînek ji hêla jinan ve tê meşandin. Berxwedanek heye ku hûn mezin dikin. Lijneya Çavdêriya Îdarî bi biryarên xwe yên keyfî rê li ber berdana gelek girtiyan digire. Dema ku em li polîtîkayên ku hem li derve û hem jî di hundirê girtîgehan de têne sepandin dinêrin, jin her tim hedef tên girtin. Tam li dijî vê yekê ye ku jin têkoşîna xwe, hem li girtîgehê û hem jî li derve didomînin. Di demên dawî de, Birêz Abdullah Ocalan peyamek ji jinan re şand. Niha, em ê vê peyamê bigihînin jinên ku di girtîgehê de ne.”
Piştre Berîtan Guneş Altin bal kişand ser birayar AKKBKê ya derbarê “mafê hêviyê” de ji bo Abdullah Ocalan hatiye dayîn û bertek nîşanî biryarê da.
Piştî daxuyaniyê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” ji jinên girtî re kart hat şandin.