Fîlozof û teorîsyenê çandê yê Awûstûryayî Prof. Robert Pfaller bi peyameke ku ji DEM Partiyê re şand piştgirî da “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Robert Pfaller di peyama xwe de diyar kir ku biryara fesihkirina PKKê gelekî girîng e. Peyama Pfaller wiha ye: “Biryara fesihkirina PKKê gaveke gelekî girîng e. Ji bo biryareke bi vî rengî bê wergirtin pêwîstî bi pêşdîtin û wêrekiyeke mezin heye. Vê yekê fêhm dikim. Hêvîdar im aktorên siyasî yên li Tirkiyeyê hemû jî wê fêhm bikin bê ev yek firsendeke dîrokî ye.”
Robert Pflaller kî ye?
Robert Pfaller di sala 1962an de ji dayik bû û li qadên teoriya çand, rexnekirina îdeolojî û psîkanalîzê de bi karên xwe tê naskirin. Li Viyan û Berlînê perwerdeya felsefeyê dît. Hîn jî li Zanîngeha Hunerê û Dîzayna Endustriyê ya Linzê weke profesor wezîfeyê dike.