25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Nicolas Walder bang li Swîsreyê kir ku rolê bilîze

Rewşa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de ye û pêvajoya ku ew pêşengiyê dike, ket rojeva Parlamentoya Swîsreyê. Parlamenter Nicolas Walder bang li Swîsreyê kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rolê bilîze.

Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengiyê dike, li qada navneteweyî deng vedide û piştgiriyê dibîne. Parlamenterê Federal a Partiya Keskan a Swîsreyê û Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Nicolas Walder, ji bo balkişandina li ser pêvajoya di navbera dewleta tirk û Tevgera Azadiya Kurd de û şertên îzolasyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşniyazname da Parlamentoya Swîsreyê.

Di pêşniyaznameya bi sernavê “Pêvajoya aştiyê ya PKKê li Tirkiyeyê: Piştgiriya Swîsreyê çi ye?” Parlamenter Nicolas Walder nêzîkatiya Swîsreyê ya li hember pêvajoyê pirsî û bang kir ku divê Swîsre di mijara azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de  rol bigire.

Parlamenter Nicolas Walder biryarên ku PKK di Kongreya xwe ya 12an de girtine, ku di nav de jî fesihkirin heye, wekî gavek dîrokî binav kir. Walder bi bîr xist ku di meha Tebaxê de, di Meclisa Tirkiyeyê de komîsyonek hate damezrandin ku ji bo amadekirina çarçoveya zagonî ya pêvajoya aştîyê berpirsyar e.

Nicolas Walder di pêşniyaznameya ku pêşkêş kir de, ji Konseya Federal ev pirs kir: “Konseya Federal, di bersiva xwe ya li hember pêşniyaznameya ku di meha Adarê de Parlamenter Fabian Molina pêşkêş kiribû de, ragihandibû ku Swîsre amadeye ku di navbera aliyan de navbeynîtiyê bike. Li gor vê yekê, yek ji aliyan re têkilî hate danîn? Swîsre ji bo başkirina şertên girtîgehê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku damezrînerê PKKê ye, hewldanên xwe didomîne?”