25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îsal hem hingiv hem jî qelîte kêm e

Mêşvan Mehmet Torun ê ku ji bo mêşvaniyê ji Ordûyê hatiye Gimgimê, diyar kir ku ji ber berhemdariya kêm a îsal qelîteya hingiv jî kêm bûye.

Ji ber dewlemendiya xweza û cureyên kulîlkan, yek ji herêma ku bala mêşvanan dikişîn e Mûş e. Di demsalên bihar û havînê de mêşvanan xwe li vê herêmê digirin. Bi taybetî jî mêşvanên ku di meha Gulanê de berê xwe didin Mûşê, nêzî 5 mehan li vir dimînin û di meha îlonê de hingivê xwe berhev dikin û vedigerin.

Mêşvanê bi navê Mehmet Torun ku ji Orduyê hatiye Gimgima navçeya Mûşê, 5 mehan li vir mêşvanî kir ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Mehmet Torun, diyar kir ku avhewaya Orduyê ji bo mêşvaniyê guncav nîne lewma hatiye Gimgimê. Mehmet Torun, got ku di salên dawî de avhewa diguhere û ev jî dike ku berhem kêm bibe û qelîteya wê bikeve. Mehmet Torun, wiha got: “Di gulanê de hatim Gimgimê û mêşên xwe zêde dikin. Her tişt girêdayî zivistanê ye. Dema di biharê de hewayê zivistanê nebe, sir li çîçekan nade. Wê demê berhem zêdetir dibe. Lê dema di biharê de hewa sar be, wê demê bandor li her tiştekî dibe.”

Mehmet Torun, got ku payîz demsala komkirina hingiv e û wiha got: “Piştî serma dest pê kirî, koça me dîsa dest pê kir. Her kes nikare malbata xwe bîne. Weke min. Ji ber ku zarokên min hene. Bax û bîstanên me hene. Lewma hemû zehmetiyan mirov bi tena serê xwe dijî. Em bi xelkê gund re baş lihev dikin.”

Zehmetiyên mêşvaniyê

Mêşvan Mehmet Torun,  bal kişand ser lêçûnên mêşvaniyê jî û got: “Lêçûnên me jî ji ber şekir û neqliyê çêdibin. Sotemenî biha ye lewma tu neqliye ji 50 hezar TLan kêmtir naçin. Hatin û çûn dibe 100 hezar lîre. Şekir jî 5 sal berê bi 210 TLan bû lê niha bûye 2 hezar TL. Ma dê mêşvan çawa vî barî ragirin? Heta heqê zeytûn û penîr jî yê hingiv derbas kiriye. Em xusaret dibin. Ji neçarî em di rewşekî nebaş de debara xwe dikin.”

Mehmet Torun, diyar kir ku karê mêşvaniyê li ber tunebûnê ye û got: “Diviyabû kooperatîfek hebûya. Divê dewlet mêşvaniyê teşwîq bike. Piştgiriyê dide lê pir kêm e. Ez 200 hezar TLyan didim heqê şekirê. Dewlet jî ji bo 150 mêşan tenê 40 hezar TLan dide. Ma dê bi vî pereyî çi were kirin? Lêçûn zêde û piştevanî kêm e. Divê dewlet zêdetir piştgiriyê bide mêşvanan û xwedî lê derkeve.”