25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Michele Mauri: Heviya ciwanan azadiya Rêber Apo ye

Ciwanê enternasyonalîst Miclehe Mauri  yê îtalî anî ziman ku ji bo azadiyafizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe li cîhanê bi rêxistin dikin û got: “Hevî û siberoja ciwanan azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.”

Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ji Kolnê heta Dortmundê meşiyan. Gelek ciwanên enternasyonalîst beşdarî meşêbûn. Yek ji ciwanê beşdarî meşa li Kolnê û Festîvala Dortmundê bû ciwanê enternasyonalîst ê îtalî Michele Maurî bû. Michele Mauri ku ji Bakurê Mîlano yê Îtalyayê ye, der barê meşa Dortmunê û çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bernameya Mijarek û Mêvanek re axivi.

Ciwanê enternasyonalist Michele Maurî  anî ziman ku ew ji bakurê Îtalyayê Mîlanoyê ye  û wiha got: “Em wekî ciwanên enternasyonalîst 3 rojan tev li meşa Kolnê bûn. Ji wir jî em tev li Festîvala Çand û Ziman a Dortmundê bûn. Em zêdeyî 100 ciwanên enternasyonalîst beşdarî meşê û festivalê bûn. Em vê festîvalê ji bo çanda kurdî pir girîng dibînin. Ji ber ku em dixwazin hemû çand bên cem hev. Hebûna gelê kurd li ser esasê çanda kurdî xwe mayinde dike. Em wekî ciwanên enternasyonalîst, ji bo azadiya Rêber Apo beşdarî meş û mihrîcanê bûn. Niha dema Azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.”

‘Felsefeya Rêber Apo ji bo me ronahî ye’

Michele Maurî li ser nêzîkatiya ciwanan a li hemberî fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û wiha pêde çû: “Felsefeya Rêber Apo ji bo me wekî ronahiyekê ye. Em çiqas paraznameyên serok bixwînin em ew qas dikarin fikrên wî fam bikin û xwe ronî bikin. Niha em di pêvajoya avakirinê de ne. Niha serok dibêje ‘Dema avakirina komun e’. Em jî hewl didin xwe li gorî komunê ava bikin. Divê jiyana me jî li ser esasê komunê bê avakirin û rêxistinkirin. Em hewl didin li gorî fikra Serok Apo xwe bi rêxistin bikin. Em hewl didin ku jiyana xwe li gorî vê modelê bi rêxistin bikin. Li dijî jiyana kapîtalîst, mirov dikare bi jiyana komunal  bijî.”

Michele Maurî li ser mafê hêviyê û helwesta Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha got: “Tirkiye li gorî biryara DMMEê tev nagere. Biryarên DMMEyê pêk nîne. Divê Konseya Ewropa li dijî Tirkiyeyê helwestekê dîne. Me di meşê de jî bal kişand ser girîngiya civîna strasbûrgê. Welatên Ewropa dikare li dijî Tirkiyeyê helwestekê nîşan dide. Sekna welatên ewropa ya li dijî Tirkiyeyê girîng e. Divê ewropa li ser Tirkiyan zextan bike da ku mafê hêviyê nas bike. Mafê Hêviyê hem ji bo Serokatiyê û hem jî ji bo hemû girtiyên li zindanê pir girîng e. Divê Tirkiye helwesteke xurt nîşan bide.”

Michele Maurî li ser xebatên ciwanan jî rawestiya û wiha got: “Em ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo beşdarî hemû çalakî û kampanyayan dibin. Ji bo azadkirina Rêber Apo em hewl didin ku modernîteya demokratîk û civaka demokratîk têbikoşin. Divê jiyanek demokratîk bê avakirin. Ev jî bi jiyana komunal û Modernîteya Demokratîk pêkan e. Ji bo vê yekê têkoşîna me ya li ser vî esasî berdewam dike.

‘Hêvî û siberoj azadiya Serok Apo ye’

Michele Mauri da zanîn ku bi sedan ciwanên Îtalî yên tev li van xebatan dibin hene û wiha dirêj kir: “Em hewl didin li dora fikra civaka demokratîk xwe bi rêxistin bikin. Di nava van xebatan de hemû nasnameyên ciwanan hene. Ji welatên cur be cur di nava têkoşîna ciwanan de hene. Ciwan bê sînor tev li van xebatên me dibin. Banga me ji hemû ciwanan ewe ku beşdarî çalakiya ji bo azadiya Serok Apo bibin. Em dixwazin ciwan serok bixwînin û nas bikin. Ciwan bêhêvî û pêpêşeroj hatine hiştin. Lê em dibêjin hevî û siberoj bi azadkirina Rêber Apo pêkan e. Ciwan dikarin xwe ji nûve bibînin û nas bikin. Dikarin bi naskirinaxwe siberojek azad ava bikin.”