Li pey hev tahliyeya girtiyan tê astengkirin. Girtiyên jin yên li girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê girtîne, di serî de bi pêkanînên psîkolojîk û tundî û gelek binpêkirinên mafan re tên rûhev. Dîsa înfaza girtiyan tê taloqkirin û şewitandin. Li girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê ya jinan, di nava 3 mehan de li pey hev tahliyeya 10 girtiyên ku nav de girtiyên 30 salin girtîne jî hene, hat taloqkirin.
Li gorî agahiyên ji parêzeran hatiye girtin, bi biryarên Lijneya Îdarî û Şopandinê ya li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, tahliyeya girtiyan bi heman hincetan tên astengkirin. Di biryarên lijneyê de ‘koxuşa bi alî’, ‘sûc qebûl nekiriye’, ‘Poşman nebûye’, ‘rewşa baş tuneye’ tahliye hatin astengkirin. Dîsa cezayên dîsîplînê, negirtina pirtûkan, tevli bernameyên sporê nebûn, tevli qursan nebûn, bi psîkolog re hevdîtin nekirin û hincetên din tahliye hatin astengkirin.
Biryara derhiqûqî
Li girtîgeha Bakirkoyê tevî dîroka berdana 28 girtî hatibû, ji ya 10 heban 9 heb bi biryara lijneyê tahliyeya wan hat astngkirin. Ev girtî Zelal Kiliç, Delal Tekdemîr, Turkan Karadaşli, Mekiye Sonuk, Dîlek Oz, Sureyya Bulut, Sîlva Rashîdî, Eylem Ozer û Dîlan Kutlu ye. Ya Dîlan Turan jî di 4ê îlonê de înfaza wê hat şewitandin.
Parêzeran derbarê girtiyên ku înfaza wan şewitiye û cezayê wan hatine taloqkirin de ev agahî dan:
“Berdana bi şert a Zelal Kiliç tevî ku divê 1ê Çile de pêk bihata, lijneyên tahliye dirêj kir. Îtîrazên hatin kirin jî ji aliyê dadgeha ceza giran û dadgeriya înfazê ve hat redkirin û tahliye taloqî meha mijarê hat kirin.
Berdana bi şert a Delal Tekdemîr di 23ê hezîrnê de bû lê tevî vê tahliyeya wê ji aliyê lijneya îdarî ve hat astengkirin û înfaza wê sê mehan hat dirêjkirin. Îtîrazên hatin kirin jî hatin redkirin. Dîroka ji nûve nirxandina ji bo Delal Tekdemîr di 3ê cotmehê de ye. Delal Tekdemîr 68 saliye û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê yên cidî hene. Du çongên wê de protez heye.
Berdana bi şert a Turkan Karadaşli di 13ê Tîrmehê de bû. Lê tevî vê cezayê dîsîplînê kirin hincet û înfaza wê sê mehan hat dirêjkirin. Nirxandina Turkan Karadaşli wê 17ê Cotmehê de be.
Berdana bi şert a Mekiye Sonuk tevî ku 11ê îlonê de bû, ewil lêpirsîna dîsîplînê kirin hinet û piştre jî sê caran û herî dawî jî bi biryara lijneyê ya dijhiqûqê tahliyeya wê sê mehan hat taloqkirin. Nirxandina Mekiye Sonuk wê 24ê cotmehê bê kirin. Tahliyeya Mekiye Sonuk jî 12ê Kanûnê de ye û înfaza wê bi awayekî fîîlî tê şewitandin.
Berdana bi şert a Dîlek Oz 23ê Çile de bû lê ji aliyê lijneyê ve ev sê mehan hat taloqkirin. Îtîrazên hatin kirin hatin redkirin. Nirxandina Dîlek Oz ya nû 28ê mijdarêde ye. Dîlek Oz 30 sale girtiye û nexweşa dil, astim, gurçik û tansiyona bilinde.
Berdana bi şert a Sureyya Bulut 16ê cotmehê de bû. Lê sê mehan înfaza wê hat dirêjkirin. Îtîrazên hatin kirin hatin redkirin. Nirxandina ji nûve 28ê mijdarêde ye. Sureyya Bulut 31 sale girtiye û nexweşa tuberkuloz û sentroma Wernîcke Korsakoff e.
Berdana bi şert a Sîlva Rashîd 28ê Kanûna 2024an de bû. Lê bi hinceta cezayê dîsîplînê hat sê mehan hat dirêjkirin. Nirxandina nû ya Sîlva Rashîd 28ê Mijdarê de ye.
Eylem Ozer divê 24ê Gulana 2024an de bihata berdan. Lê saleke tahliyeya wê bi hinceta cezayên dîsîplînê tê astengkirin. Nirxandina nû 28ê Mijdarê de ye.
Berdana bi şert a Dîlan Kutlu 14ê Adara 2024an de bû. Lê saleke tahilyeya wê tê astengkirin. Tahliyeya Dîlan Kurt a heq kiriye 5ê cotmehê de pêk tê.
Berdana bi şert a Dîlan Turan jî 17ê Tebaxa 2024an de bû. Lê biryarên lijneyê hat talqokirin. Tahliyeya Dîlan Turan di 2026an de meha mijdarê de pêk tê.”