25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran bang li NY û Konseya Mafên Mirovan kir

Yekitiya Parêzeran a Kantona Firatê û Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da. Parêzeran ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza mafê hêviyê kir

Yekitiya Parêzeran a Kantona Firatê û Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kobanê daxuyaniyek da. Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî hat xwendin.

Naveroka daxuyaniya Yekitiya Parêzeran a Kandona Firatê û Însiyatîfa Sûriyeyê wiha ye:“Dewleta tirk di doza rêberê neteweyî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, hemû qanûnên navneteweyî û mirovî binpê dike û rêbazeke nemirovane dişopîne. Tevî ku Tirkiye endam û îmzekara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye jî, ew mafê hêviyê ji wan re înkar dike. Dibe ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê sûdê werbigirin, ji ber ku ev maf mafê her girtiyekî ye ku piştî 25 salan cezayê girtîgehê bi cezayê muebetê hatiye cezakirin. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 26 salan zêdetir girtî ye. Ji ber ku ji nepejirandina qanûnên vê dadgehê ji aliyê dewleta tirk ve û bicihkirina mafê hêviyê di qanûnên xwe de aşkera ye, girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevahî siyasî ye û tu bingeheke qanûnî tune ye. Doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî ne tenê ya gelê kurd e, lê ya hemû gelên ku li vê erdnîgariyê dijîn eleqedar dike. Felsefeya wî ya neteweya demokratîk û banga wî ya dawîn ji bo Aştî û Civaka Demokratîk delîlên zelal ên vê yekê ne.”

Bang li civînê kirin

Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Mafên Mirovan hat kirin û ev tişt hat gotin: “Dema ku em vê daxuyaniyê dixwînin, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê civîna xwe li ser doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixe. Em wekî Yekitiya Parêzeran a Kantona Firatê û Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bang li vê civînê û her wiha hemû rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Mafên Mirovan dikin ku Tirkiyeyê neçar bikin ku mafê hêviyê di qanûnên xwe de, li gorî qanûnên Ewropayê bi cih bike û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest berde.”