26 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Apê Mûsa dê li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn

Mûsa Anter dê di sala 33yemîn a salvegera kuştina xwe de li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn.

Rojnameger-nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20ê Îlona sala 1992yan de li Amedê ji hêla JÎTEMê ve hat kuştin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dê Apê Mûsa bi bîr bîne. Apê Mûsa, dê li semta Seyrantepe ya Bajarê Nû ya Amedê li cihê lê hatibû kuştin bê bibîranîn. Bîranîn dê di 20ê Îlonê saet di 11.00an de bê lidarxistin.

Di heman rojê de Mûsa Anter dê li gundê Sitîlîlê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li ser gora xwe bê bibîranîn. Bîranîna li vir jî dê saet di 15.00ê de dest pê bike.

Di 20ê Îlonê de her wiha dê Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bên dayin. Merasim dê saet di 18.00ê de li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê bên lidarxistin.

DFGê têkildarî bernameya bîranînê li ser hesabê xwe ya platforma Xê ev peyam parve kir: “Em Apê Mûsa bi rêzdarî bi bîr tînin. Zanayê kurd, rojnameger û nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20ê Îlona sala 1992yan de li Kolana 442yemîn a Taxa Cumhuriyê ya Semta Seyrantepe ya Amedê ji hêla tetîkkêşên JÎTEMê ve hate kuştin. Bi ser qetilkirina wî re 33 sal derbas bûn. Em ê Apê Mûsa ji ewil li Amedê cihê lê hatibû qetilkirin û piştre jî li Nisêbîna Mêrdînê li ser gora wî bi bîr bînin. Di heman demê de Rojnameya Yenî Yaşamê dê 32yemîn Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad li dar bixe û hempîşeyên me yên bi serketin xelat bike.”