Di rojên borî de Rêberê Kurd Abdullah Ocalan ji eşîrên ereban re nameyek şand. Nemaya Abdullah Ocalan gihişt destê eşîran. Şêx, rûspiyên eşîrên ereban bi germahî û dilxweşiyek mezin nameya Abdullah Ocalan pêşwazîkirin. Li Helebê jî şêx, rûspiyên eşîran bi daxuyaniyekê nameya Abdullah Ocalan hat silavkirin û pişgiriya xwe rave kirin. Beriya daxuyanî were xwendin, endamê Meclîsa Eşîran Mihemed Beko nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şandibû xwend. Paşê şêxê eşîra Dîdan a Beraziyan Ehmed Sadiq Heyder Axa daxuyaniya meclisê xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Helebê ne. Me nameya Rêber Abdullah Ocalan xwend. Me naveroka wê jî baş xwend û lêkolîn kir. Me hezkirin û aştiya em jê fêrî bûne tê de dît. Fikrê Rêber Abdullah Ocalan û felsefeya wî her dem erênî ye. Îro me nameya erênî careke din dubare tê de dît. Banga parastina ewlekariya gelerî dike. Banga avakirina Sûriyaya demokratîk a pireng û ne navendî dike. Sûriyaya karibe gelê xwe bi hemû mezheb, netewe, ol û eşîran biparêze.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku naveroka nameya Rêber Abdullah Ocalan li gorî daxwaza gelê Sûriyeyê ye û wiha hate domandin: “Em bawer dikin ku ev name nûnertiya daxwaza gelê Sûriyeyê dike. Mafê hemû pêkhateyan diparêze. Em jî beşekî wê ne. Em ê tekoşîna xwe bi hemû aliyan re bidomînin, da aştiya gelerî pêk were û Sûriyaya demokratîk ava bibe. Di serî de jî dê hevkariya me bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re pêk were. Ji ber ew e hêza ku hêviyên rastîn ên gelê Sûriyeyê pêk tîne. Hemû pêkhateyên wê kiriye yek.”
Di dawiya daxuyaniyê de jî ev soz hate dayîn: “Em soz didin em ê bi hemû hêza xwe biratiya gelan û jiyana hevbeş a li dûrî nijatperestî û cûdahiyên mezhebî û olî, biparêzin. Em ji Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî re redigihînin ku em dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.”