Bi salan e xwezaya Kurdistanê ya ser erd û bin erd bi destê dewletê tê talankirin, bi taybetî jî daristan, berê dişewitandin niha jî dibirin. Dewlet daristanên li Kurdistanê bi destê cerdevanan dide birin û di gelek kes di nava vê tora qirkirinê de cih digire. Wekî çapemenî em jî armanc dikin ku vê talan û qirkirina li ser erdnîgariya xwe bi raya giştî re parve bikin ku pêşî lê bê girtin. Wekî çapemenî me her tim ev kiryarana teşîr kiriye û em ê teşîr bikin. Ji bo hestiyariyek di nav civakê de ava bibe û li pêşiya vê qirkirinê bê girtin, em ê bi her rê û rêbazî vê qirkirina xwezayê vebêjin. Hevalê me rojnameger Nedîm Orûç ku ji herêmê ye, li ser vê talan û qirkirinê nerîn û çavdêriyên xwe bi me re parve kir.
Dijminên xwezayê
Li gorî rojnameger Nedîm Orûç destnîşan dike ev tora qirkirê berfireh e û serê şivê heta ku digihêje gundiyan bi xwe. Orûç li ser mijarê wiha dibêje: “Helbet bi dehan salan e, erdnîgariya Kurdistanê ji her alî ve, an bi destê dewletê, an jî bi destê kes û derdorên nêzî dewletê tê talankirin. Bi taybetî di 10 salên dawî de ev talana li ser xwezaya Kurdistanê di asta herî jor de berdewam dike. Li Botanê ji sala 2018an pêde ji bilî vekirina kanên komirê, çêkirina “Bendavên Ewlehiyê”, derxistina petrolê, daristan tên birîn. Destpêka birîna daristanan ji derdora qeleqolên li ser çiyayên Cûdî, Gabar, Heftenîn, Herekol, Komate, dest pê kir. Hêzên artêşa tirk ji bo ewlehiya xwe bistînin, xwest derdora van qeleqolan bi qasî 200-300 mîtro daristan werin birîn. Ev talan jî bi destûra artêşa tirk bi destê cerdevanên bajaroka Sêgirgê ya navçeya Qilebana Şirnex û cerdevanên gundê Hosyan ya navçeya Berwariya Sêrtê, her wiha hin cerdevanên navçeya Basa ya Şirnex hat kirin. Piştî cerdevanan dît ku pereyek baş di bazirganiya êzingan de heye, serî li rêbazên cuda dan û qaşo ji ber ewlehiyê destûr ji Gerînendeyên Daristan û Çandiniyê yên Şirnex û Sêrtê xwestin. Piştî destûrê ji gundiyan re gotin ‘dewletê gotiye daristanan bibirin’ û ji birîna daristanan hin pere jî teklîfî gundiyan kirin. Gundiyên ku qebûl nekirin daristanên wan bên birin jî hene, lê piraniya gundiyan ev yek qebûl kir û talana daristanan berdewam kir. Dema gundên derdorê bihîstin daristan tên birîn û pere didin gundiyan jî gelek keyayên gundan xwe gihand van cerdevanan ku werin daristanên gundên wan jî bibirin.”
Piraniya gundiyan pereyekî baş digirin
Bi domdarî li ser pirsa; Li Kurdistanê cihekî bê xwdî tune ye. Ew daristan bi xwe jî welatî li hev parve dikin û dihebînin. Pêdiviyên xwe yên şewatê ji daristanên ku dihebînin bi cih tînin. Gelo ev rewş ji bo herêma Botanê ne derbasdar e? Heke ev daristan ên welatiyan be, çavkaniya wan a jiyan û debarê be, gelo çima helwestek tund nîşan nadin? Nedîm Orûç, van tiştan tîne ziman: “Rast e li Kurdistanê deverek bê xwedî tuneye. Ji deştan heya çiya her dever yên hin kesa ne. Hin dever jî çiqas weke malê xezîneyê xuya bike jî hatiye parvekirin. Ev deverên ku daristan lê tên birîn ji bo çûyîna şêniyên gund heta niha jî qedexe ye. Piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi destûrê hin şênî diçin gundên xwe yên salên 90î hatine valakirin. Lê dewlet destûrê nade ku bi şev li gundên xwe bimînin. Her wiha her dem jî destûr nayê dayîn. Piraniya deverên daristan lê tên birîn bi destê cerdevanan û pêşkêşiya kesên nêzî dewletê yên ji wan gundan pêk tê. Gundiyên xizan û welatparêz nikarin li hember vê zordariya cerdevan û kesên nêzî dewletê rawestin. Lê piraniya gundiyan ji ber ku pereyek baş digihêje wan deng dernaxin.”
Gundî pereyên xwe distînin û bêdeng dimînin
Em dibihîzin ku di nav civakê de carnan ji bo qevdek giya, yan mirîşkekê yan jî ji bo tiştekî nehêja hevdu dikujin. Lê bele axa wan tê dagirkirin, talankirin, qirkirin û mêtingeriyek kûr tê meşandin lê bêdeng e, yan jî ew nerazîbûn têrê nake. Li ser vê nakokiyê jî Nedîm wiha got: “Li Botanê jî gelek caran ji ber sedemên piçûk şerên bi mirinan encam bûne derketine. Şêniyên gundan ên ku dibin şirîkê cerdevanan bi awayek veşartî vê yekê dikin. Dema aşkera dibe an jî îdea derdikevin vê yekê înkar dikin. Weke mînak niha şêniyên Gundikê Remo yê di nava Çiyayê Cûdî de hin bûne şirîkê Suleyman Bolunmez ê AKPî û xwediyê qanên komirê, hin şênî jî doz vekirine. Lê yên doz vekirine jî ji ber ku ew û Bolunmez li hev nehatine doz vekirine. Wekî din li aliyê navçeya Elkê ya Herêma Bêtkar heta daristanên wir jî hin cerdevanên Sêgirgê birîne û ji ber dabeşerkirina pereyan şêniyên gundên derdorê li hev ketine û niha gelek şêniyên di heman gundan de ji hev xeyîdîne. Weke çavdêriyekî dikarim bibêjim ku her dara tê birînê an jî her komira tê derxistin ji ber ku şêniyên gund pereyê xwe distînin bê deng dimînin.”
Mijara sereke ya partî û saziyan ne talan e!
Di rewşeke wiha de bêdengiya li dijî van polîtîkayên talan û qirikirinê, bêdengiya civak û saziyên sivîl ên civakî mirov dixe nav fikaran. Nedîm Orûç, bi dîtin û tespîtên xwe vê fikara me jî zelal dike û van tiştan tîne ziman: “Li herêmê hişmendiya parastina xwezayê kêm e. Navçeyên weke Cizîr û Silopya debara xwe ji bazirganiya Deriyê Sînor ê Xabûr pêk tînin. Ji ber ku debara wan ne ji axê ye, hişmendiya talana xwezayê jî qesl e. Her wiha navenda Şirnexê jî debara xwe piranî jî bi kanên komirê dertêxe û hişmedî dîsa qesl e. Saziyên ekolojiyê yên heyî jî ji ber vê yekê kêm dimînin. Hêz heye ku têrê bike lê ev hêz bê hewldan e, ji ber vê yekê têrê nake. Her wiha saziyên din jî piranî ji bo bertekê li benda navendên xwe dimînin. Mijara navendan a sereke jî ne talan e, ji ber vê yekê qelsî heye. Mînak ev 7 sal in daristan tên birin, ji bilî hin pirsnameyên parlementerên herêmê tu bertek nehatine dayîn.”
Talanker ji aliyê saziyan ve tên parastin
Li dijî vê talanê meş pêk hat, daxuyanî hat dayîn û du rojan li Bestayê nobet hat girtin. Bê guman ev bi nirx e, lê em dizaninku ji bo sekinandinê têrê nake. Ji bo sekinandina vê qirkirin û talana xwezayê pêwistî bi teşîrek berfireh heye. Di vê derbarê de jî Nedîm van tiştan tîne ziman: “Bi giştî kesên tiliya wan di talana xwezaya Botanê de hene, xwe aşkere nakin. Ji ber ku xofa Tevgera Azadiyê li ser wan heye ev kes naxwazin navên wan werin aşkerekirin. Hin kesên di saziyên sivîl de cih digirin van kesan baş nas dikin û dema xwestek hebe ev kesên talanker werin aşkere kirin jî, kesên di saziyan de ji bo vê yekê dibin asteng. Bi tevahî pêk neyê jî ji bo talan hinekî bişkê divê ev kesan werin aşkerekirin û her kes bizane ku kî vê talanê dike. Li gundan kî bûye şirîkê dewlet û cerdevanan ku daristan tên birîn. Kesên cerdevan û AKPî ji xwe navên wan her kes dizane, lê kesên ji wan re pêşkêşiyê dikin nayên zanîn û ev bi sedan kes in.”