25 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Projeya Rêber Apo ji bo bextewariya civakan e

Kurd, bi mantika “oklîd gemotrî”, yanî li pêşberî aksiyonan, mantikî haraket dikin. Oklîd geometrî, teza matemtîkzanê Yewnanî Oklîd e. Tê wateya ku amura li pêşberî her aksiyonê, bi “mantiq”î  haraket dikin.  Ev tez, wekî geometriya jiyanê tê binavkirina

Xwedayê kurd û dewşîrmeyên tirk, ne yek in. Mixabin dewşirmeyên tirk jî li ser navê gelê tirk hem serdest in, hem xwedî gotin in. Tirkên dewşîrme, xwedî giyanê Neron in û ji jargonên exlaqî însanî dûr in.

Di vê pêvejoyê de dema ku dewşîrmeyên tirk li ser pirsgirêka kurdan diaxivin, zimanê wan di  aguşkên devê wan de hişk dibê. Dikin û nakin ji bilî  gotina “biratî”yê gotineke din ji devê wan dernakeve. Vêca nayê zanîn ku biratiya ku tirk behsa wê dikin, gelo xwezayî ye, organîk e, civakî ye, siyasî ye,  sosyolojîk e, felsefî ye, kîtabî ye, olî ye, kanunî ye, yan jî li derî van teva ye?

DEM Partî bi mehan e li welat û derveyî welat civînên gel çêdike. Dixwaze giyanê pêvejoyê bi gel bide fêhmkirin. Gel, hem banga Rêber Abdullah Ocalan û hem gavên ku PKKê avêtine fêhm dike. Daxuyanî û nirxandinên rayedarên KCKê û siyasetmedarên kurd jî ji nêz ve dişopîne bi wate dibîne. Mirovên li kolanan diaxivin jî, bi diyalektîka pêvejoyê  diaxivin. Gel helwesteke kollektîf  nîşan dide. Aştiyeke bi rûmet dixwazin. Ew rûmet jî rengê xwîna zarokên wan e.

Kurd, bi mantika “oklîd gemotrî”, yanî li pêşberî aksiyonan, mantikî haraket dikin. Oklîd geometrî, teza matemtîkzanê Yewnanî Oklîd e. Tê wateya ku amur-jargon (element)  li pêşberî her aksiyonê, bi “mantiq”î  haraket dikin.  Ev tez, wekî geometriya jiyanê tê binavkirina. Kurt jî li gorî vê yekê tev digerin. Ji bo vê jî Kurd, di  pêvejoya ku jiyana sed salên li pêşiya me eleqedar dike, weke “porter”ya siberojan dibînin. Di vê “potre”yê de têkçûn jî heye, serketin jî, lê eger têkçûn hebe para mezin wê bibe ya dewleta Enqereyê.

Ez bala xwe didimê akademîsyenên kurd, dema li ser pêvejoyê  diaxivin, pîvanên Spînoza, yên matematîkî, yan jî pîvanên feylesofên sedsala navîn bikartînin; ji bûyerên dîrokî  dest pê dikin û xwe digihînin jiyana rojane ya îro.  Ev giring e û her bûyera ku li kolanan ji aliyê komên faşîst ve, li dijî kurdan têne pêkanîn jî, di çarçoveya “faşîzan” û xwedênenasiyê de binav dikin. Bêguman gotinên wan, ji sedî sed ne bi van gotinan e, lê di çarçoveya olî û felsefeya pençîkên ku  di her firsetê de navê Xwedê û olê bikartînin de, şîrk û kûfrê dikin û didine xuya kirin ola wan jî “maddî” ye.

Em dev ji gotina ku Xwedê dibêje; “Min her gel bi zimanekî cûda afirendiye” berdin û di çarçoveya sîstema îro ya “hîper kapîtalîst” de nêzikî pêvejoiyê bibin. Di honandina civakan de, di honandina organîk ya sêgoşe û çargoşeyî de jî helwesteke mîna pençîkan nin e.  ji ber ku di her halî de, goşê wek hev in, ev jî bingeha hebûna xwezayî ye. Eger ev nebe, xweza jî,  honandina gerstrêka cîhanê jî li ser piyan namîne.

Lê sîstema pençîk-dewşrime li derî van pîvanan e û mantiqê wan jî li derî bîrdoziya “oklîd geometrî”, li dijî hiş û ramanê fîlozofên sedsal navîn e.

Helwesta Numan Kurtulmuş  jî ev e… Dema ku nehişt dayika kurd, li Komsiyonê bi zimanê dayikê biaxive, min li jiyana wî nihêrî û dît ku wî li dijî “Amentu Şerh”a Îslamê hereket kiriye. Kalikê Numan Kurtulmuş, mûxalifê  “Amentû Şerh” e. Ji xwe Numan Kurtulmuş jî bi navê kalikê xwe hatiye binavkirin  û kurê doktorekî ye. Doktor jî, bi sonda Hîpokrat dibin wijdanê civakan û însaniyetê. Nunam Kurtulmuş  hem Îmam Xatîp ku nirxên ola îslamî pêşdixin xwendiye, hem di mijarên siyaset û bikaranîna çavkaniyên însanî de xwedî titra prof. tiyê ye. Mixabin!

“Amentu şerhi,” bingeha baweriya ola îslamê ye. Sahîh û sarîh e ku Numan Kurtulmuş li dijî bingeha baweriya ola îslamê hereket dike. 

Xaleke din jî ew ku  helwesta Numan Kurtulmuş, ya li dijî  axaftina dayika kurd û bi zimanê dayikê, kortiya “atelyeya mêjî” ye. Kortiya “atelyeya mêjî” tenê di pençîkan de heye.

Eger di Komîsyona ku ji bo destnîşankirina nexşerêya aştî û civaka demokratîk de, axafina kurdî bê qedexekirin; ji bilî fêhmkirinê, divê mirov di çarçoveya giyanê şikestî û çêkirî de, nêzîkî endamê  komisyonê bibe. Lê xuya dike ku komisyon ne bi îradeya xwe, bi hestên fazîşan yên Turk-î Turan  ku bingeha înkar û tunekirinê ye hereket dike.

Ji bo vê jî barê kurdan giran e. Pêvejoya ku bi inîsîyatîfa Rêber Apo dest pê kiriye, deriyê azadiyê, demokrasî, jiyana bi rûmet vekiriye. Lê armanca pençîk-dewşirmeyan nîn e ku vî derî re bikevin hundir û ji halet-î ruhiyeta  bedena dirinde derkevin. Mêjiyê wan, hîna li gorî bedeneke çêkirî kar dike. Bedena çêkirî jî, di eyarê mirov de, “model”eke heydud e, bê îrade ye û li gorî fermana “ata”, “şef” û “reîs” haraket dike.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, dewşîrme ji xew şiyar kirin, lê hîna şelîşî ne, şaş in, nizanin çi bikin. Ji ber ku ew yek rêyê nas dikin, ew jî înkar e û nêrîna bi berçavkên bergîlan e. Divê, berçavkên bergîlan ji ber çavên xwe rakin.  Di her firsetê de, gotina “Tirkiyeyek bê teror” dubare dikin. Li hemberî ku feylesof, akameîsyen û zanistên cîhanê û hin ji yên Tirk jî, vekirî dibêjin, “terora heyî ya dewletê ye, aqilê xwe bidin serê xwe, pêvejoya aştiyê firseteke dîrokî ye…” Dîsa jî wek mirovê ku nû ji xew şiyar bibe û nizanibe ketiye çi xewnê û ji çi xewnê şiyar bûye, hereket dikin.

Dikin û nakin nikarin sîlsîleyeke maktîqî nîşan bidin.

Lê ew baş dizanin ku Abdullah Ocalan ev pêvejo, di çarçoveya sîlsîleyeke mantiqê de derxistiye pêş û daniya ber wan û pirr saxlem e. Lewma ditirsin û dev ji fikrê beriya sed û deh salan bernadin.  Ew jî dîroka xwe baş diznain ku bi saya kurdan dewleta  Enqereyê avakirin. Atayê wan Mustafa Kemal ev ratsî gelek caran aniye ziman û gelek dîrokzanên wan vê rartsiyê tînin ziman.  Baş diznain ku himendî, hewngîrî bi zembîlan ji ezman nabarin û êdî ew nikarin gelê Kurd tune bikin. Rast e, gelên hatin qirekirin hîna di wê tirsê de û hesabê “nîn”in:  lê gelê kurd, bi “kudret”ekî di rastiyê de ye, dîrok guhertiye. Fikrê Xwedê jî  di rastiyê de daniye holê; mizgeftên ku weke konsolosxaneyên ereban,   niha jî weke jeneretorên propagandaya Turk-î Turan kar dikin, bi rastiyê rû bi rû hiştine, mimberên wan mizgeftan li qibleya gelê kurd dinêrin.

Kurd êdî bi nefesa kurdî dijîn û kilîda serketina wan jî ew nefes e.

Binêrin, di vê pêvejoya Aştî û Civaka Demokratîk de, ew kesayeta ketî ya li dij nirxên însanî, li rojavayê Kurdistanê û li tevahiya Suriyeyê, bi “hasetî” nefret, kîn, fitne û teşqele hereket dikin. Jiyana pençîk-dewşirmeyan û ya çeteyên paramîlter, weke DAIŞ û HTŞê yek in; nayê guhertin, weke sergerdeyên kolanan û çepelên derdora gundan  hereket dikin. Hebûna xwe di aştî û demokrasiyê de nabînin. Ew dîlgirityên zorê ne û divê zorê bibînin.

Ew civakeke heterojen in û nikarin di jiyaneke kozmopolît te û weke hev bijîn. Înkarkirina dîroka gelê kurd û gelê Anatolyayê ji vê ye. Li cem wan etîk û nirx,  gotina “tirek”e, lê ew nizanin “tirk” çiye û  kîye. Ev gotinek, biwejeke çêkirî ye û bi gotina Ezîz Nesin û bi gotina  Feylesof Ulus Berker, ev ehmeqî û tîrantiya hestên şikestî ye.   Di dîrokê de nehatiye dîtin, tu serdestan, tenê bi rêya zilmê, zext û zorê hebûna xwe nedomadiye. Kurdan weke ku Ereb dibêjin, ji pençîk û dewşîrmeyan  gotina “etrak-i bî îdrak” bikarneanîne. Wek gel nêzîkî wan bûne.  Li hemebrî ku sûcdar in, ew mehkumî ceza nekirin.

Lê ew û sîstema  ku avakirin, gunehkariya Adem e. Ji  bo ku  gunehkariya xwe bidin windakirin, dirûşmeya “sêva sor- kizilelma” afirandine û gelên li derdora xwe û di nava xwe de tunekirin, bi rêya  “tehcîr”ê, ji bihûştê derxistine. Ev helwesta wan li dijî hesabên geometrîk û metametîkî ye. Li cîhanê teva nifşekî din, çîneke din, civakek din  nîn e ku bedena xwe  di gunehkariya sêva Adem de, sor kiribe û gunehkarî weke jiyana esasî bijartibe. Ev stratejiyeke metirsiyê ye û di Komîsyona Meclîsa Enqereyê de jî ev helwest heye.

Kurd vê pirsê dikin: Gelo Komisyona Meclîsa Enqereyê, weke salên 1924an newî dadgeha Îstîklalê ye ku zimanê kurd, nasnameya kurdî, çanda kurdî di rengê “kaos”a nijada çêkirî ya Turk-î Turan da mehkûm bike? Bi gotina “divê rêveberên Tevgera Azadiya Kurdistanê biçin welatên wekî Skandinawya jî, dixwazin çarmixên li ser rêya Apîa avabikin?

Min ew weke Neron binavkirin. Neron nexweşekî giyanî û mêjî ye. Hem dayika xwe kuşt, hem Roma şewitan û  bi amur ferîştehan “LÎR”ê  melodî terwilandin. Dewleta Enqereyê jî, gelê kurd jî di serdemek nû de ne.

Dexalet û daxwaza çareseriyê ji rayedarên dewleta Enqereyê hat û Rêber Abdullah Ocalan jî berpirsiyarî girte ser milên xwe û pêvajoyeke dîrokî da dest pê kirin. Ev pêvajo ji bo gelên Tirkiyeyê û herêmê weke deriyê aştî û çareseriya hemû pirgirêkan tê dîtin.  Despêka şoreşeke gelêrî ye û hîna em di destpêkê de ne. Projeya Birêz Abdullah Ocalan ya Aştî û Civaka Demokratîk,  parvekirineke hevpar e, avakirineke  bi tevna nû ya civakan e û guhertina di hişmendî û hewngiriya mirov û hemû amurên civakî de ye. Ev proje, eger biserbikeve, wê bibe bingeha bextewariya her kesî.