Bi pêşengtiya Platformên Saziyên Demokratîk dê di 17ê îlonê de li Amed, Wan û Mêrsînê bi dirûşma “Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” meş bên lidarxistin. Têkildarî meşên dê bên lidarxistin, li avahiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA-DER) a Amedê daxuyanî hat dayin. Kurdiya daxuyaniyê hevserokê MEBYA-DERê Ramazan Dengîz û ya bi tirkî jî ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Nûr Aytemûr xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê di 15-16-17ê îlonê de “Mafê Hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan binirxîne û wiha hat gotin: “Em jî bi armanca ‘Mafê Hêviyê’ bê erêkirin û azadiya birêz Ocalan pêk bê, li Amedê Meşa Azadiyê li dar dixin. Bi hesta xwedîderketina vê armancê em tevî gelê xwe vedixînin vê meşa girîng.
Di daxuyaniyê de agahiyên têkildarî meşa li Amedê agahî hatin parvekirin. Hat destnîşankirin ku meş dê di 17ê îlonê saet di 16.30ê de li pêşiya Girtîgeha Tîpa E a Amedê ya berê dest pê bike û li pêşiya Ofîz AZC Plazayê bi dawî bibe. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar dê tev li meşê bibe.