16 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Civak li benda hêviyê ye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Mafê Hêviyê ne tenê ji bo Rêber Apo, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navîn, pêdiviyeke girîng e. Ger ev maf were naskirin, wê li Tirkiyeyê jî hêviya azadiya mezin bibe û modelek nû bi xwe re bide afirandin

“Mafê Hêviyê” ango (right to hope), li gorî hiqûqa navneteweyî, mafek e ku girtiyên cezayê zindanîbûna demdirêj bi taybetî zindanîbûna muebetê li wan hatiye birîn, heq dide ku rewşa wan piştî demeke diyarkirî were nirxandin û ji bo berdana wan derfetan ava dike. Ev maf ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve di sala 2013an de di biryara xwe ya “Vinter and Others v. UK” de hatiye destnîşankirin, ku dibêje cezayê zindanîbûna têkoşûna li dijî xala 3yan a Konvensiyona Ewropayê ya Mafên Mirovan (qedexekirina îşkence û muameleya neinsanî) ye. Li gorî zanistiyên hiqûqê, ev maf bingeha mafê bingehîn e, ji ber ku ew hêviya guhertinê û vegerandina civakê dide girtiyan û bi vê prensîba “rehabilitasyonê” ve girêdayî ye.

DMMEê di 18ê adarê 2014an de ji bo Rêber Abdullah Ocalan biryar da. Diyar kir ku cezayê wî yê zindanîbûna giran, ne li gorî “Mafê Hêviyê” ye û li dijî xala 3yan e. Dadgehê daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku qanûnên xwe biguherîne da ku maf bide girtiyên ku piştî 25 an jî 30 salan rewşa wan were destgirtin. Lê belê, Tirkiye heta niha bersiv nedaye vê biryarê. Dewleta tirk vê gavneavêtina xwe jî di 27ê hezîrana 2025an de bi îdîaya “Mafê Hêviyê ji bo sûcên terorê nayê dayîn” parast. Bê gûma ev helwesta Tirkiyeyê li dijî biryara DMMEê ye ku dibêje ne tenê ji bo Rêber Apo, divê hemû girtiyên zêdetirî 25 salin li girtîgehê ne ji vî mafî sûdê bigrin.

Mafê hêviyê di qanûna navneteweyî de, bi taybetî di çarçoveya Konvensiyona Ewropayê ya Mafên Mirovan de tê destnîşankirin. Ev maf dibêje ku her kesê/a ku cezayekî dirêj digire, divê hêviyek rastîn hebe ku di pêşerojê de azad bibe. Ev maf bi awayekî mirovî û bi rêya qanûnî jî hatiye destnîşankirin.

“Mafê Hêviyê” di hiqûqa navneteweyî de ji hêla DMMEyê ve hatiye pêşxistin. Di bingeha vê biryarê de mafên mirovan ên bingehîn hene. Her wiha ev maf di çarçoveya Lêkolînên Huqûqa Mafên Mirovan de, di xalên 3 û 5an yên Konvensiyona Ewropayê de tê dîtin û ew bi “Hêviya Guhertinê” ve girêdayî ye.

Li gorî qanûnên mafên mirovan ên DMMEê, rewşa zîndankirina Rêber Apo nîşan didin ku nedanîna mafê, wekî îşkenceyê tê dîtin û Tirkiye ne li gorî biryarê tevdigre. Zanistên wekî Jarrod Hepburn ku di qada pêkanîna hiqûqa navneteweyî de pispore, dibêjin ku ne li gorî biryarê tevgerandin dibe sedema “Lêpirsînên Binpêkirinê” ji hêla Komîteya Wezîran ve. Niha di çarçoveya nîqaş û qanûnên hayî de Komîteya Wezîran, ku pêbaweriya bi biryarên DMMEê dike, di civînên xwe yên 2024 û 2025an de hişyarî da Tirkiyeyê ku ger gavên erênî neavêje, wê “Prosedura Binpêkirinê” dest pê bike. Di rapora Komîtê ku di civîna 17-19ê îlona 2024an de dide nişan ku biryar divê heta îlona 2025an derkeve û ev dema dawî ya Tirkiyeyê ye ku guhertina qanûnî bike. Lê belê, Tirkiyeyê bi hinceta “Sûcên terorê di vê kategoriyê de nayên destgirtin” ev red kir. Lê DMMEê di çarçoveya doza Rêber Apo ya “Ocalan 2” de got ku cezayê giran ên heta hatayê “Li dijî qedexekirina îşkenceyê” ye.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê 15-17ê îlona 2025an de, li bajarê Strasbour a Fransayê li hev bicive. Yek ji rojava civînê jî rewşa Rêber Apo û dema ji dewleta tirk re diyar kirî ye. Tê payin ku ger di vê mijarê de dewleta tirk biryara xwe neguhere, Komîteya Wezîran dikare

“Biryarên Navbeyn” bigire.

Lê Tirkiyeyê di halê heyî de qanûnên xwe yên 5275 (Qanûna Cezaya Zindanîbûnê) hîn neguhertiye. Li ser vê Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç di adarê 2025an de gotibû ku “Mafê hêviyê di qanûna me de tune ye”. Ev, li gorî qanûnê sedema “Ninpêkirina Hiqûqî” ye, û Komîteya Wezîran wê daxwaz ji Tirkiyeyê bike ku guhertinê bike.

Di çarçoveya biryara DMMEê de Komîteya Wezîran ji sala 2014an û vir ve gelek caran hişyarî da Tirkiyeyê. Lê ji ber sedemên siyasî ji bo pêkanîna vê biryarê zextên xurt nehatine kirin.

Komîteya Wezîran pêbaweriya bi biryarên DMMEê dike, lê ew ne dadgeh e; ew tenê “Pêşniyaz” dike. Komîteya Wezîran di sala 2024an de “Demeke Dawî” da. Eger gavên pêwîst neyên avêtin wê prosedura binpêkirinê dest pê bike. Eger dewleta tirk li gorî biryaran tevbigere divê Rêber Apo piştî 25 salan azad bibe.

Bi banga Rêber Apo ya  Aştî û Civaka Demokratîk re ger “Mafê Hêviyê” were naskirin, dê ev bandorên mezin bike. Dê di haman demê de bibe bingeha naskirina mafên kurdan û wê li Tirkiye guhertinên cîdî pêk bên. Bê gûman wê ev ne tenê bandorê li Tirkiyeyê, dê li Bakurê Kurdistanê û li çar aliyên Kurditanê bike.

Di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk de, îro em dibînin ku ne tenê kurd û aliyên azadîxwaz, ji derdorên cüda, xelatgirên Nobelê, sendîkavan, siyasetmedar, fîlozof û akademisyen, banga azadiya Rêber Apo dikin. Ev bang li ser bingeheke qanûnî û siyasî tên kirin. Her kesê/a ku mohra xwe datîne bin van bangan, di ferqa girîngiya doza zadiya Rêber Apo de ye û dizane ji bo çi divê ew azad bibe. Lê dewleta tirk ne tenê qanûn û hiqûqa xwe binpê dike, hewl dide bi nêpêkanîna “Mafê Hêviyê” qanûnên navneteweyî jî tine bihesibîne. Ev li gorî peymanên navnetweyî dikeva kategoriya sûç.

Di dawiyê de, mafê hêviyê ne tenê ji bo Rêber Apo, ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navîn, pêdiviyeke girîng e. Ger ev maf were naskirin, wê li Tirkiyeyê jî hêviya azadiyê mezin bibe û modelek nû bi xwe re bide afirandin. Ji ber vê yekê çav li biryara civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye. Bi taybetî gelê kurd, azadîxwaz û hêzên demokrasiye, di vê serdemê de li benda biryarek erênî û bi hêz in. Ger di vê çarçoveyê de biryarek erênî derkev, wê ji bo çareseriya qirîza li Rojhilata Navîn jî bibe bingehekê xurt.