16 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Pêvajoya Çareseriyê û Yekîtiya Netewî

Adil Qazî

Helwesteke netewî û heta bêjî pêvîstî jî pê heye, ku pêk were. Herî kêm gotin jî bi serê xwe tiştek e. Lê ku birastî jî ew gotin ji bo parastina gelê Rojava û di şexsê Rojava de parastina netewa kurd be!

Ev serê salekî ye ku pêngaveke nû vebûye di qada siyaseta Tirkiyê de! Wekî tê zanîn di serê meha Cotmeha 2024an de, bi vekirina Meclisê re weke ku ‘serê wî li tehta gorê bikeve’ Dewlet Bexçelî bi xwe hesiya ku “li Tirkiyê Kurd jî hene!” pê re destê lihevduhatinê dirêjî Dem Partiyê kir. silav da û “Em serdemeke nû û aştiyane vebikin. Ji bo welatê me ji bo hemû gelên me (gelê Tirk-Kurd) dê bi xêr be” û hwd.  got. Heta vira baş e. Dengê xweş tê guhê mirov. Dem Partiyê jî destê ‘Dewlet’ê girt û “em ji xwe her dem vêna dixwazin” got û pê re Dewlet Bexçelî wî ‘xewna’ xwe ya dîrokî di meclisê de vegot;  “bila Serokê PKKê were meclisê di koma Demê de bang bike, bibêje ‘ez PKKê fesq dikim, dawî li şerê gêrîlatî tînim û bila ji mafê hêviyê sûd wergire”!

Werhasilî kelam dewletê bi devê berdevkê xwe, lê ya herî girîng jî; ji aliyê Dewlet Bexçelî ve ku ev serê pêncî salan e, yekane şerê Kurdan dike ew bi xwe ye, vê bangê dike. Ji ber vê giranî û girîngiya vê bangê heye.

Bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “ez li mixatabekî digerim” û dîsa ku her tim dibêje “şer bi kî re tê kirin Aştî jî bi wî alî re encax gengaz e” dibêje. Ev serdem ew; serdem e ku ‘mixatabekî’ derketiye û dîsa yekem berpirsiyarê aliyekî şerê pêncî salan bi xwe ye.

Hema du roj piştî wî axaftina Bexçel,î Rêber û Nûnerê Gelê Kurd; “ez amade me ku vê pêvajoyê wergerînim ser xeta Aştî û Demokrasiyê. Ez bi hêza xwe ya Teorîk û pratîk bawer im” bersiv da.

Bi vî hawî em dikarin bibêjin ku; belkî du sed sal e ev pirsgirêka Kurd; yekem car e wisa bi awayeke Eşkere û ya herî girîng jî Fermî, ji ciyê fermî, ango ji nava Meclisê, ji Paytextê dagirkeriyê ev deng bilind dibe.

Ez wisa difikirim ku; Dewletê bawer nedikirin vê banga ku di dirûv de ‘bê şert û merc’ e Serok Apo qebûl bike. Şayet ew qebûl bike jî dewletê hêvî nedikirin ku PKK vê bangê bi vî hawî bipejirîne! Bi vî hawî dewlet bi xwe ket çalê! Ya rastî ronahî ye! Ji bo Tirkiyê jî, ji bo Kurd û Kurdistanê jî. Berî her tiştî dengê çekan disekine. Cenaze nayên. Xwîn narije. Kêm be jî sibeheke bi hêvî em çavên xwe li rojê vedikin û hwd. ev tiştên berbiçav yê baş û erênî ne.

Di ser vê gotinê de nêzîkî salekî ye dem derbas bû. Aliyê kurd bê fikar tiştên pêvîst, bêyî ku dem derbas bibe pêk anî. Birastî ji bo gelê Kurd bangekî hêsan nebû! Lê ji ber ku ev bang ji aliyê Serok Apo ve tê kirin rast e! ‘ew çi dike rast dike’! lewra sazûmankar û damezrînerê vê Partî û Tevgerê jî ew Serok Apo bi xwe ye. Ji ber wî gel bi serokê xwe bawer e. Gêrîla û hemû aliyê Tevgera Azadiyê bi yek dengî Banga Serokatiyê Erê kir. Tenê bi erê kirinê nesekinî, di jiyanê de jî ew ferman pêk anî. Ev di rayagiştî ya dinyayê de dengekî pir û pir mezin veda. Dikarim bibêjim qada siyasî ya cîhanê bi Çekşewitandina Gêrîlayên PKKê şok bû! Ji ber vê êdî berê tîrên ku kêm be jî li ser PKKê hebûn ew tev zivirîn ser komara dagirker ya Tirkiyê.

Dewletê dît ku aliyê kurd bi biryar e. bi dawîkirina vî şerê 52 salan, vê carê jî; dîsa serî li çiv û dolabên serî şêlokirinê da! Wekî; “PKK ne tenê li Tirkiyê ye, li tevê Rojhelatanavîn”, hê bi wê jî nasekine, “li her derê dinyayê belav bûye, ew kesê ku bawerî bi Serok Apo anîne û têdikoşin lazime werin radestî Dewleta tirkiyê bibin. Dev ji tekoşîna xwe berdin, dest û lingê xwe jî girê bidin” û hwd! Ev pir eşkereye ku ev ne ştîxwestin e. An jî aştî bi vî hawî nabe. Derdê komara dagirker ne aştî, tunekirina Kurdan li ser ruyê dinyayê ye! Ev du sed sal e bi her awayî hewl da ku biqedîne, biser neket. Qena bi vê rêya qurnaziya Rovîtiyê, bi dek û lîstikên Alîcengizî na-AlîOsmanî- pêk bîne! Lê êdî em bihevdu hesiyane! Tu bi devê xwe ketî faqê! Ha xwe biweşîn, ha biweşînî tu yê nikaribî ji vê Faqê rizgar bibî. Ez Faq dibêjim! Lewra ji bo dewleta Dagirker û rayedarên wî Aştî, çareseriya Demokratîk ji bo xwe xapandin û xeterî dibîne. Loma ez wisa binav dikim.

Êdî aliyê kurd ku bike nema ye. Tenê tiştek heye; ew jî ji her aliyê muhtemel re xwe hê zêdetir birêxistin bikin. Amadeyê her tiştên biqewime re sekneke Apoyî pêvîst e.

Yekîtiya Netewî; di van rojên dawî de li ser medyaya dijîtal, ez rastî tiştên pir balkêş û ew qas jî seyr têm! Birêz Mesûd Berzanî; “heke êrîşekî bi ser Rojava ve were, ez ê berê Pêşmergeyan bidim Qamişlo û ez ê bi xwe jî bibim Pêşmerge tevî karwanê Pêşmergeyan bibim”! dibêje. Ev birastî jî di dilê her Kurdekî de (weke gula çilmisî, çawa ku av vedixwe pê re vedibe, geş dibe) wisa dilan geş kiriye, dike! Helwesteke Netewî û heta bêjî pêvîstî jî pê heye, ku pêk were. Herî kêm gotin jî bi serê xwe tiştek e. Lê ku birastî jî ew gotin ji bo parastina gelê Rojava û di şexsê Rojava de parastina netewa kurd be! Em ê çawa jê fêm bikin ku; ev banga Kak Mesûd di vê wateyê de ye?

Di berfirehiya daxwiyaniya Kak Mesûd de, dibêje “ger êrîşek ji aliyê çeteyê Ereban ve bi ser Rojava de were…” baş e, divê em bipirsin; çima tenê ji aliyê çeteyên Ereban ve êrîş were? Maye ku êrîşa herî mezin ji aliyê dagirkerên Tirk ve tê û her roj jî li ser Rojava gef û gura dibarîne. Gelo derbarê van gef û gurên Tirkan çi difikire, min ê bigota! Lê dîsa wî, ango kak Mesûd bi xwe dibêje “polîtîkaya Tirkiyê ya derbarê Rojava de em rast dibînin û di cih de ye. destek dikim” ango di vir de jî tê fêmkirin ku ew parastina Kak Mesûdî ne li hemberî “her cure êrîşên ser Rojava ye” tenê li hember çend çeteyên Ereban in! Ji xwe çete yên girêdayî Tirkiyê ne ji wan re jî nabêje! Ya rast ez ditirsim ku ev parastina kak Mesûd; êrîşkirina ser pergala Rojava be! yanê wekî şîfre diaxive! Gelo dixwaze bibêje “Erebno hun ji wir de ez ê jî ji vir ve, em bi ser pergala xweseriya Rojava ve bigrin, ji destê YPG/YPJ rizgar bikin”! ev jî bi ya min ne parastina Rojava, êrîşên hê xetertirîn e.

Dîsa birêz Berzanî, li ser pirsa rojnamevanekî; derbarê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re “hun dixwazin hevdu bibînin?” dibêje; “bêguman dixwazim. Lê ne di nava çar dîwaran de. Li derve di warê azad de dixwazim pê re hevdîtin bikim!” ya rastî ev bersiv jî heta bêjî di cih de û hêja ye. dilê hemû Kurdan xweş dike. Ji xwe divê wisa be jî. Lê belê, birastî jî ev bersiva Kak Mesûd çi qas cidî û di jiyanê de jî ji bo wî hewildan heye tune ye! Em lêbinêrin.

Em demeke dirêj e ku li her der, li başûrê welêt jî gelê kurd dest bi kampanya ya îmzeyan kirine! Da ku Abdullah Ocelan azad bibe! Lê digel ku li tu derekî din ji bo îmzedayînê tu astengî dernakeve jî, lê li başûrê Kurdistanê, bi fermana rêveberiya Başûr ev xebata îmzeyan tê astengkirin! Baş e, mirov napirse, dê nebêje “ka birêz Berzanî, tu ji bo bi Rêzdar Abdullah Ocelan re hevdîtin bikî, tu dixwazî azad bibe, li derve pê re hevdîtin bikî! Lê tu di warê xwe de ji bo çend îmzeyên werin avêtin astengiyan derdixî, nahêlî! Ma ev çawa dilxwestin û ragihandina rayagiştî ye ku tu dibêjî ‘divê Abdullah Ocelan azad be’ û tu bi xwe astengiyan derbixî, nehêlî were azadkirin!

Yanî tenê bi daxwiyaniyên wisa balkişandinê, “ez ê bêjim bila gel bibîne ku çendî alîgirê yekîtiya netewî me”! Lê li pişt perdê jî; ji bo ev yekîtî pêk neyê astengiyan derxim çênabe! Ev nabe. Divê tu ev layiqê xwe nebînî. Qena bi rayagiştî ya cîhanê re parve meke. Dibe ku ev ragihandin ne bi ferman û daxwaza te be, lê divê tu bişopînî. Kî vê xeletiyê şaşiyê dike ji wan hesab bipirsî!

Yanî em di serdemekî welê de ne ku êdî çi kes nikare bibêje û pê de here! Dewlet Bexçelî jî gotinek got û êdî hew! Nikare wisa bimîne. Gel dipirse. “Ka te te gotinek gotibû; tu çima pêdiviyên wan gotinê xwe bi cih naynî”? Tu bi xwe dibêjî “Çûkek bi yek baskî nikare bifire. Baskekî jê Abdullah Ocelan pêxist. Wezîfê xwe kir. wî tiştên bikeve ser milê xwe bi cî anî. Niha jî divê dewlet jî wî baskê din pêbixe ku çivîk bikaribe bifire. Pêvajo encax wisa dikare bimeşe, bigîje armanca xwe…” dibêje.

De ka em ê bibînin! Ji serdema nû ya ku êdî betlane bidawî dibe, hemû organên dewletê fermî jî li ser karê xwe bin, hindik ma. Ango ji Cotmehê re tenê du hefte ma. Ji xwe sala xwe jî tije dike ku ev qaşo pêvajo dest pê kiriye.

Derbarê çareseriyê de heta niha ji gotin û peyvan pêştir tu tiştekî nehatiye kirin. Ne di warê hişmendî, feraset, uslûb û çi jî di warê nêzîkatiyên zagonî de guherînek çênebûye. Heta niha hewaleyê meclisê kirin,ku ev jî sê meh e di betlanê de ye. niha ew betlane jî diqede. Êdî tu bafikekî wan namîne. Em ê bişopînin ka çendî aştîxwaz û alîgirê çareseriyê ne, bibînin.