16 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Şamê êrîşî HSDê kir

Li bejahiya Dêrazorê, komên çekdar ên ser bi hikumeta Şamê êrîş birin ser şervanên HSDê.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li gundewarê Dêrazorê êrîş birin ser hêzên wan.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Roja yekşemê, 14ê Îlona 2025an, saet di 09.00an de, hêzên me yên ku li qeraxên çemê Firatê li nêzîkî Pira El Işara li bajarokê Dirinc li gundewarê rojhilatê Dêrazorê bi cih bûbûn, ji aliyê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê ve, rastî êrişeke rasterast hatin. Komên çekdar hin qaçaxçî ji çem derbas dikirin. Hêzên me tedbîrên pêwîst girtin û bersiva êrişê da. Heta dema amadekirina vê daxyaniyê jî ev geşedan hîna berdewam bû.

Em, HSD, pabendî parastina ewlehî û aramiya herêmên xwe ne. Em diyar dikin ku hikûmeta Şamê berpirsyara vê êrişê ye, her wiha endamên wê rê li ber karên qaçaxçîtiyê vedikin, ku dibe sedema xerakirina aramiya herêmê.”