Girtiya siyasî ya berê û çalakvana mafê mirovan a xwedî xelata aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî der barê Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” de ji Ajansa Navneteweyî ya Îranê re axivî.
Nêrgiz Mihemedî got: “Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ hîna zindî ye û guhertinek mezin di civakê de afirandiye. Ev yek jî encama hêz û berxwedana gel û jinan e. Herwiha zindîbûna şoreşê dikarin di demarên civakê de bibînin. Ne şerte ku welatî bi berdewam li kolanan bin û xwepêşandan lidarbixin, bi şêwazên cuda jî nerazîbûn li dijî desthilatê nîşan didin û şoreş berdewam dibe.”
Di dewama axaftina xwe de Nêrgiz Mihemedî tekezî kir ku baweriya bi rejîma Îranê kêm bûye û desthilata wî lewaz bûye ku hebûna jinên bêserpoş nîşana lewaziya desthilatê ye.
Salvegera Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ sê salên xwe temam dike ku piştî kuştina Jîna Emînî di îlona 2022yan de serî hilda û berbelavî cîhanê bû. Ev şoreş ji bo jinan bû werçerxek dîrokî û dibin dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de tevahî jinên cîhanê li hev komkir. Ji Hindistanê heta Afrîkayê li dijî zilm û çewisandina ser civakê taybet jinan tê kirin, dengê jinan kir yek. Li Îranê, ji wê demê ve sepandina zext, girtin, îşkencedan û cezayên darvekirinê yên ji aliyê rejîmê ve bi ser azadîxwaz û çalakvanan de, gihiştiye asta lûtkeyê û her ku diçe zêde dibe. Bertek û helwestên ji bo rawestandina cezayên darvekirinê berdewamin.