16 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Marco Grimaldi: KE divê mudaxilî doza Ocalan bibe

Li Îtalyayê Serokwekîlê Koma Parlamentoyê ya Tifaqa Kesk-Çep Marco Grimaldi daxuyaniyek da çapemeniyê û bang li Konseya Ewropayê kir ku mudaxilê doza Rêber Apo bibe.

Grimaldi ji ajansa LaPresse re ya ku navenda wê Roma ye, axivî û got, “Em bang li Tirkiyeyê dikin ku weke bersiva ji banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) re, li gorî biryarên DMMEyê û bi taybetî jî li gorî Mafê Hêviyê ya ku ji sala 2014an ve di rojevê de ye, tevbigere.”

DMMEyê hikûm dabû ku cezayê hepsê yê heta hetayê li Rêber Apo hatî birîn, madeya 3yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike.

Grimaldi bi bir xîst ku sala 2024an salek wext hat dayîna Tirkiyeyê da ku biryarên DMMEyê pêk bîne û ev tişt got: “Lê belê hikûmetê ragihand ku ew ê ji bo kesên cezayên hepsê yê heta hetayê lê hatine birîn, Mafê Hêviyê nas nekin. Weke endamê Konseya Ewropayê û welatekî namzetê Yekîtiya Ewropayê Tirkiye neçar e van biryaran pêk bîne. Konseya Ewropayê ji bo Tirkiye berpirsyariyên xwe bi cih bîne, divê tedbîrên lezgîn bigire. Encex bi vî rengî pêvajoya aştî û demokratîkbûnê wê garantî bibe.”

Daxuyaniya Grimaldi bi xebatên têkildarî kampanyaya “Mafê Hêviyê” re hat dayîn. Komîteya Azadî Ji Bo Rêber Apo ya Îtalyayê, komîteyên dostan ên Rete Kurdistan û Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê di tevahiya hefteyê de ji bo endamên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hem e-posta hem jî kartpostal şandin û bal kişandin ser doza Rêber Apo.

Her wiha ji bo senator û parlamenterên li delegasyona Îtalyayê ya Asamblesi ya Parlamenterên Konseya Ewropayê nameyên agahdarkirinê hatin şandin.

Ji Komîteya Azadî Ji Bo Rêber Apo ya Îtalyayê Berdevk Giovanni Russo Spena di çarçoveya kampanyayê de axivî û got, “Hem ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hem jî ji bo aştiya Rojhilata Navîn, divê demildest Abdullah Ocalan azad bibe. Ocalan yekane kes e ku bi vê rolê rabe.”