Berî her tiştî kuştina jinekê bi qasî kuştina gerdûnekê ye. Wekî şûrekî ku li exlaqê civakê dikeve ye. Dema jinek tê kuştin an jî dawî li jiyana xwe tîne, kes li sedema wê û rastiya wê nagere û her kes lome ji jinan dike. Bêyî ku fêhm bikin çi hat jiyîn ku bûyer gihişt asta xwekuştinê. Bêguman xwekuştina jinan nayê wateya ku kujer tune ye. Dibe ku ev kujer kêr hilnegire, yan guleyekê neteqîne, lê ew her roj bi peyvekê, bi awirekî, bi bêdengiyekî yan jî bi adeteke mîna ku nav ji nifşan ve derbasî wî dibe, jinan birîndar dike. Birîndariyeke ku xwîn jê nayê, di hinavên wê de zextan ava dike û roj bi roj ew girêk mezin dibe.
Ji zikmakî ve
Malbat, şaneya herî biçûk a civakê ye. Di mezinkirina zarokên keç û kuran de, hin adetên kujertiyê di zaroktiyê de diçînin bêyî ku bikevin ferqa wê. Newekheviya di navbera zayendan de ku ji zikmakî ve tovên wê yên destpêkê tên reşandin pê re roj bi roj mezin dibe û wiha keç ji bo xizmeta malê ji xwendinê û lîstikê tê bêparkirin. Da ku kur biçe dibistanê û ji bo pêşeroja xwe bixwîne. Zihniyeta baviksalar keçan di zaroktiyê de dikin qurbana kuran. Ji lewra ji zikmakî ve keç xwe kêm hîs dikin û ji wir ve tundiya psîkolojîk a li ser jinan a herî nepenî û herî kêm berbiçav e, dest pê dike.
Kengî dikare bêje ‘temam’
Qêrîna jinan rastî bêdengiyê tê, lê jin çima tên bêdengkirin? Bêdengiya ji tundiya fîzîkî, derûnî, aborî, mafê mîrasê, civakî û jiyana hevjîniyê re bi xwe, kuştin e. Volkan di hundirê wê de dikele û dikele lê bi bêdengiyê, girî û destdanîna li ber rûyê xwe û gotina; ‘ka ez ê îro jî tehmûl bikim’, xwe bêçare dike. Wiha rê dide ku hîn bêtir û ji hêla her kesî ve rastî tundiyê were. Çareserî ew e; her tiştê tê ferzkirin serî jêre nehejîne û qebûl neke. Gotina erê û temam divê ku gelek caran rastî nayê were. Pêwîst e rastî pirsnîşanê were ku gelo ez ê çima bêjim erê? Çima dixwazin min bi van gotinan bidin îqnakirin, armanc jê çi ye û bandorên wê yên demê û pêşerojê li ser min çi bin. Ev hemû pirsnîşan divê ku çêbibin, bersivên wan bibîne û piştre biryara wê bide. Di mal û civakê de jin gelek caran tên paşguhkirin lê dema ku armancekî mêran hebe, her kes li dora wê jinê kom dibe û wê bi rê û rêbazên qurnaztiyê îqna dikin. Ev, rê li ber dûrxistina wê ji girtina biryaran, ji rêvebirina malê û perwerdekirina nifşan digre.
Heta bersiva ‘Kî jin kuşt’ neyê dîtin divê dosya bi gotina ‘wê xwe kuşt’ neyê girtin. Ya herî girîng naskirina kî jinan dikuje, gelo cezayên xwe yê pêwîst digre, dadwerî mafê jinan diparêze, çiqasî hesab ji kujeran tê xwestin. Û bi rastî çima jinên ku di jiyanê de wekî perperikan difirin, di odeyekê de xwe dikujin? Bêyî ku çîroka rastîn neyê zelalkirin, divê ku civak di nava tevgerê de be, li şûna ku jinan sûcdar bibînin, li kujerên wê bigerin û bipirsin. Divê civak nebin hevkarê mêran di kuştina jinan de. Divê ku dosyeyên kuştina jinan vekirî bimînin, bi gotina ku ‘wê xwe kuşt’ dosya neyên girtin. Girtina her dosyeyekê di demeke kurt de, nelêpirsîn û kujer negirtin rê li ber kuştina zêdetir jinan vedike. Li qadên ceng, şer û qadên jiyanê jin fatûreya hişmendiya mêrsalar û baviksalar dide, lê ev ne qedera jinan e.
Rapora bi navê “Jinkujî di sala 2023yan de: Texmînên Cîhanî yên Kuştina Jinan ji hêla hevjîn/endamên malbatê ve” ji hêla UN Women û Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li ser tiryak û sûc ve hatiye amadekirin. Daneyên berdest ên di raporê de hatine parvekirin nîşan didin ku di sala 2023yan de li çar aliyê cîhanê, 85 hezar jin û keç bi zanebûn hatine kuştin. Ji sedî 60ê van kuştinan ango 51 hezar jin ji hêla hevjîn an endamên din ên malbatê ve hatine kirin. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku her roj 140 jin û keç ji aliyê hevjîn an jî xizmên xwe yên nêzik ve tên kuştin, ev jî tê wê wateyê ku her 10 xulekan carekê jinek tê kuştin.
Ev yên ku hatine belgekirin, lê yên ku nehatine belgekirin jî bi hezaran in. Rojek bêyî ku nûçeyeke kuştina zarokeke keç û jinekê derbas nebe, roj naçe ava. Rojane nûçeyên kuştina jinan di ajans, tv, radyo û rojnameyan de derbas dibe, lê wekî nûçeyeke rûtîn êdî tê xwendin. Piştî ku hat kuştin kes wê napirse, naşopîne û paşperdeya wê keşif nake. Wiha her tişt veşartî dimîne û kujer serbest digere.
Ya ku civak fêhm bike
Ji bo hin jinên ku digihijine asta xwekuştinê jî ji aliyê malbatê ve şîn nayê danîn û konê sersaxiyê nayê vedan, malbat wê oxir nakin. Ew jin dema ku dijiya gelo ne parçeyek ji vê jiyanê bû û her kes li dora xwe dicivand, lê çima dema ku xwe kuşt kes li dora xwe nedît û wekî ku şermek û sûcek kiriye lê hat nêrîn. Ya ku tê xwestin civak fêm bike; jin xwe nakuje, yên ku wê dikujin hene. Dibe ne bi çekek an jî şûrek, kêrek an jî amûreke cam û hesinî vê dike, lê di warê derûnî de zextên pir mezin lê dikin ku dihêle jin ji derdorê qut bibe. Jina ku dayik û bav jêre nebin stûn, dost û hevalên wê heta civak piştgiriya wê neke û wê tenê bihêlin, her çiqasî zehmet be jî dê bigihije asta xwekuştinê. Lê belê dawiya jiyanê nehatiye, rê hîn dirêj e, divê ku jîngeha xwe biguhere tenê. Li vir dema ku em behsa van xalan dikin, ne ku em xwekuştinê rewa dikin lê belê divê di van xalan de civak bi taybet jî mêr, hevjîn, bav û bira xwe bikin ber lêpirsînê.
Li kujerên keçên xwe bigerin
Tepisandina refleksên civakê li hember kuştina jinan, hevkarî ye. Malbata keça wê xwe bikuje çima di nav civakê de wê nikaribe serê xwe careke din hilde. Li şûna serê xwe bitewîne û civakê guhdar bike û bi ya civakê bike, ji kerema xwere bila li kûjerê keça xwe bigerin û hesab jê bixwazin. Bila li mafê keça xwe bigerin, ne dema ser tewandinê ye. Malbatek bikeve tevgerê wê bandorê li giştî civakê bike û wiha wê rê li ber lêpirsînan veke.
Pêwîstiyên lezgîn
Pêwîstiya lezgîn bi pergalên dadweriya cezayî yên bihêz ku ji sûcdaran hesab bipirse, heye. Ji bo jinan pêdivî bi piştgiriyeke pîskolojiya têrker jî heye. Divê ku mekanîzmayên xwegihandina navendên ewlehiyê û gilîkirinê yên ewle, misoger bibin. Ev hemû jî girîng e ku jin bi xwe rê bibîne û tê de bi bawerî bimeşe, da ku heta dawiya jiyana xwe birîndar nemîne. Li cihê ku birîndar bûye divê li wir li dermanên xwe bigere û bibîne.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi dike?
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; sazî û rêxistinên jinan li hember vê diyardeyê têdikoşin. Ji bo wê di nav civîn, semîner û komxebatan de ne. Di dirûşma “Parastina Jin û Civakê” Malên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêxistina Sara û Meclisa Edalatê, di 25ê gulanê de bi armanca guhertin û veguhertina hişmendiya civakê û çareserkirina pirsgirêk û dozên jinan dest bi hemleyekî kirin.
Di komxebatê de ev pêşniyar hatin kirin: Divê ji aliyê Rêxistina Sara ve ji bo fêrkirin û perwerdeyê ku semîner ji şagirtan re were dayîn li ser bikaranîna şaş a înternetê û bandora wê ya neyînî li ser civakê. Divê li komînan perwerde were dayîn. Divê dewreya perwerdeyê ji mêran re were vekirin û zagona malbatê were dayîn. Tensîq bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û desteya jinan re were kirin ji bo vekirina navendan ji kesên ku civak wan qebûl nake. Divê navendên dermankirina kesên madeyên hişbir bikar tînin, werin vekirin. Komîteya jinan di hundirê komînan de bên avakirin. Divê zagonên malbatê di materyalên akademiyan û dibistanan de werin dayîn.
Erka derûnasên jin
Şerê ku 14 sal zêdetir e jin bi her awayî dijîn, bêguman herçiqasî di warê erênî de gelek destkeftî bidestxistin jî, di aliyê derûnî de jî gelek jinan zirar dîtiye. Mînak; psîkolojiya jinan ji şer û bandorên neyînê yên ku avakirine li ser wê, baş bibe divê ku derûnasên jin hebin. Di asteke bilind de xebateke berfireh destpêkirin girîng e û vekirina navendên wê yên gerok pêwîstiyek e. Ji ber civaka ku jin di nav de dijî, zextên derûnî yên jin pêre rû bi rû dimîne sivik dibîne û tedawîkirina wê girîng nabîne. Ya din dijminê jinan çavnebar in û naxwazin jin biserbikevin, lewra dixwazin wê di rêyên şaş de bikşînin şaştiyan. Bikaranîna madeyên hişbir yek ji van rêyan e. Bikaranîna hişbirê bandoreke neyînê çêdike, li ser jiyana hevjîniyê, malbat û civakê bi giştî û civakê ber bi jihevxistinê ve dibe. Ji lewra ev tiştên ku di jiyanê de li jinan tên barkirin e, ne ku xwezaya jinê ye.
Ji bo kê şoreşek e din
Guhertina hişmendiya mêrsalar jî bi xwe şoreşeke din dixwaze, şoreşek tenê têrê nake. Şoreşeke ku mêr hebûna jinê bêyî durûtî qebûl bike, heye. Demokratîkbûna mêran di saziyên rêveberiyê de û desthilatdariya wan li malan, azadbûna jinan di saziyan û kolebûna wê di malan de jî hevsengiyeke rast û bi bandor çênake û seqet dimîne.
Li ser bingeha edalet û wekheviyê ji hev hez bikin, hevdu fêm bikin û jiyaneke azad di welatekî ku winê azad bikin de, ava bikin. Ji bo cîhaneke jin tê de êdî neyê kuştin, têbikoşin. Da ku hûn bersiva rast a çima jin tên kuştin û naxwazin bijîn bibînin.