16 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

TUCê banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ kir

Yek ji tevgerên kedê ya herî mezin a Ingilistanê TUCê di konferansa xwe de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir

Kongreya Yekitiya Sendîkavanan (TUC) ku mezintirîn tevgera kedê ya li Ingilistanê ye, konferansa xwe ya salan e di navbera 7 û 10ê Îlonê de lidar xist. Di roja dawî ya konferansa ku li Brighton Centre’yê hat lidar xistin de, civînek bi sernavê “Di aştî û demokrasiyê de rûpelek nû: Di navbera Ocalan û Tirkiyeyê de li Sûriyeyê rêya ku ber bi çareseriya siyasî ve diçe” pêk hat. Di civînê de yek ji xalên herî girîng ên rojeva tevgera karker û piştevaniya navneteweyî hate nirxandin.

Di civînê de behsa azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girîngiya vîzyona çareseriya demokratîk ku di çerçoveya perespektîfa aştiyê ya li Rojhilata Navîn de pêş xistiye, hate kirin. Sekretera Giştî ya Sendîkaya BFAWUyê Sarah Wooley, Rêvebera TUCê Mariela Kohon, Nûnerê Meclisa Demokratîk a Sûriyeyê ya Brîtanyayê Dr. Mohamed Moustafa, Rêveberê Sendîkaya Unîte û Berdevkê Kampanyaya Azadî ji bo Ocalan Simon Dubins û Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk tev li civînê bûn.

Berdevkê “Kampanyaya Azadî ji bo Abdullah Ocalan” Simon Dubins, di civînê de bal kişand ser rola girîng a kurdan di têkoşîna li dijî DAIŞê de û da zanîn ku ew di sala 2016an de dema serdana herêmê kiriye ji bûyerên ku şahidiya wê kiriye gelek bandor bûye. Dubins, got: “Di mehên dawî de li Tirkiye û Kurdistanê pêşketinên pir girîng rû didin. Tevgera Azadiyê bi pêşengiya Rêberê xwe Abdullah Ocalan ji bo şerê li Tirkiyeyê û Sûriyeyê diqewime soza çareseriyeke demokratîk dide. Ev pêvajo wê pêvajoyek hêsan nebe; xwedî zemînek şemitok e. Dewleta tirk der barê Rojava de helwesteke nejidil nîşan dide. Niha ji her demê bêtir pêdivî bi hevgirtinê heye. Ocalan hê jî azad nîne û bêyî azadiya wî em nikarin behsa pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn bikin. Divê em gelek tişt bikin û bingehek me ya bihêz heye.”

Hevgirtin pêywir e

Sarah Wooley jî bal kişand ser têkiliya rasterast a di navbera têkoşîna kedkar û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de û da xuyakirin ku hevgirtin ne karekî xêrxwazî, berovajî peywir û çalakiye. Sarah Wooley, got: “Li Ingilistan, Tirkiye yan jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna kedkaran mîna hev in. Cih ferq nake. Vîzyona Ocalan a bingeha demokrasiyê, azadiya jinan û mafê kêmneteweyan, ji bo bidawî anîna li şer û aloziyan rêyek a çareseriyê pêşkêş dike. Hevgirtin ne karekî xêrxwaziyê ye, berovajî peywir, çalakî û têkoşîn bi xwe ye. Peywira sendîkavanan bilindkirina tengên tên kesên tên bêdengkirin e. Em nikarin bêalî bin. Bêdengî zextê rewa dike. Peywira me rastî û hevgirtina bi gelê Kurd re mezin kirine.”

Peymaneke civakî ya nû

Dr. Mohamed Moustafa, diyar kir ku têgeha neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan dikare di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de diyarker be. Moustafa, da xuyakirin ku ev vîzyon ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Sûriyeyê peymanek civakî ya berfireh û wekhev pêşkêş dike. Moustafa got: “Ev vîzyon pergaleke berfireh pêşbînî dike ku hemû gel bi mafên wekhev bi hev re bijîn û temsîliyeta wekhev a jinan di siyasetê de di navendê de be.

Ocalan pergalekê pêşniya dike

Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk jî anî ziman ku Abdullah Ocalan di parastina nasnameya gelê kurd û pêşniyarkirina pergalek nû de xwedî rolek dîrokî ye. Ozturk, bibîr xist ku nasnameya gelê kurd ji sala 1924an û vir ve tê înkarkirin û got ku polîtîkaya zextê wê sûdê nede Tirkiye û hêzên din. Ozturk, diyar kir ku ezmûna rêveberiya wekhev li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi demokrasiya rasterast a bi pêşengiya jinan û temsîliyeta wekhev a hemû gelan, modelek ku hêvî dide herêmê ye.

Civîn bi peyama ku ramanên Abdullah Ocalan ji bo aştî, demokrasî û edaleta civakî li seranserê Rojhilata Navîn diyarker in, bi dawî bû. Kesên beşdar bûne, destnîşan kirin ku pêwîste tevgera sendîkayên navneteweyî roleke çalak bilîzin û banga “Ji bo aştiyê, azadî ji Abdullah Ocalan” re dubare kirin.

TUCê, bi 5.5 milyon endamên xwe ku 48 sendîka girêdayî wê ne, ji sala 1868an vir ve di warên civakî, siyasî û karsaziyê de xebat dimeşîne û li Ingilistanê rêxistineke bi bandor e.