Danişîna 4emîn a doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan û rojnameger Erdogan Alayumat ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 25emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnameger tev li danişînê nebûn lê parêzer Şukru Alpsoy, Habat Demîrcan û ji Yekîneya Hiqûqê ya Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqê (MLSA) Hazal Surmelî di danişînê de amade bûn.
Parêzerên rojnamegeran, xwestin kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.
Dadgehê, biryar da ku ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re muzekere were nivîsandin û aqûbeta dosyayên der heqê Alayumat û Aslan de bê zelalkirin. Danişîn, taloqî 20ê Mijdarê hat kirin.
Rojnameger Guneş bereat kir
Her wiha danişîna 2yemîn a doza rojnameger Ahmet Guneş ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, li 25emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Guneş û parêzera wî di danişînê de amade bûn. Guneş, diyar kir ku ew rojnamegere û ev tişt anî ziman: “Ji ber pîşeya xwe hatim girtin û têm darizandin. Rojnamegerî sûc nîne, daxwaza beraeta xwe dikim.”
Parêzera Guneş, Meltem Ozel jî diyar kir ku miwekîlê wê rojnamegere û xebatên rojnamegeriyê weke sûc hatine nîşandan. Meltem Ozelê daxwaza beraeta miwekîlê xwe kir.
Dadgehê, ji bo rojnameger Guneş biryara beraetê da.