11 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Şehmûs Sevdînoglû piştî 32 salan hat berdan

Şehmûs Sevdînoglû ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê gelek caran tehliyeya wî taloq kiribû, piştî 32 salan hat berdan.

Şehmûs Sevdînoglû ku li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê dihat ragirtin, piştî 32 salan hate berdan. Sevdînoglû, di sala 1993yan de li navçeya Hezexê ya Şirnexê hat binçavkirin û piştre cezayê muebbedê lê hat birîn. Sevdînoglû, piştî 32 salan hat tehliyekirin. Sevdînoglû, li bajarokê Ereban ê navçeya Hezexê ya Şirnexê bi girseyî hat pêşwazîkirin.

Pêşwazî, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAD-DER) hat lidarxistin. Gelek kes tev li bûn. Sevdînoglû, tevî kesên hatibûn pêşwazîkirinê derbasî mala malbata xwe ya li Hezexê bû.

Demekî dirêj bû ku tehliyeya Sevdînoglû ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve dihat taloqkirin.