12 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Fransayê çalakiya ‘Em her tiştî bloke bikin’ destpê kir

Çalakiyan piştî ku serokkomar Emmanuel Macron, Sebastien Lecornu weke serokwezîrê nû tayîn kir, destpê kirin. Ev biryar ji aliyê partiyên muxalefetê ve bi tundî hatibû rexnekirin.

Li Parîsê vê siharê li gelek deveran şer û pevçûn derketin û herî kêm 51 kes hatin binçavkirin. Li herêmên cuda jî 8 kes hatin binçavkirin. Li Parîsê depoyeke otobusê ji aliyê polîsan ve hat vekirin û xwepêşanderên derketin ser rêyê hatin binçavkirin.

Çalakiyên girtina rêyan li bajarên rojavayê welêt jî hatin lidarxistin. Li Caenê li ser viyadûka Calixê agir hat pêxistin û li Bordeauxê jî depoya tramwayê di demeke kurt de ji aliyê polîsan ve hat vekirin.

Çalakî bes wê bandorê li çûnûhatinê nekin, wê bandorê li gelek sektorên cuda jî bikin. Plansaziya greva li depoya Amazonê ya li Essonneyê tê kirin û karkerên ArcelorMittalê yên li Dunkerqueyê jî dest bi grevê dikin.  Li rafîneyên Gonfreville, Donges û Feyzinê jî banga berdana kar hat kirin ku rafîneyên berbehs ji aliyê TotalEnergiesê ve tên xebitandin.

Di encama dengdana nêzîkî 30 zanîngehan de wê xwendekar beşdarî meş û blokajan bibin. Tê plankirin ku li Parîsê ji Sorbonneyê heta Qada Chateletê meşek were lidarxistin. Tê texmînkirin ku li seranserê welet seferên balafiran werin taloqkirin.

Wezareta Karên Hundirîn da zanîn ku li seranserê welêt 80 hezar polîs û cendirme hatine wezîfedarkirin. Midûrê Navenda Polîsan a Parîsê Laurent Nunez diyar kir ku ew xwe ji bo çalakiyên ‘serdegirtina ji nişka ve’ amade dikin.

Tevgera ‘Em her tiştî bloke bikin’ li ser medyaya dijîtal di mehên havînê de derketibû holê û beşeke sendîkayan piştgiriya komên çepgir standibû. Tevgera berbehs, weke pêleke civakî ya nû ya xwepêşandanên ‘êlekzeran’ a di salên 2018-2019an de tê dîtin.

Daxwazên weke zêdekirina mûçeyan, mûçeyên teqawidan û referandûma înîsiyatîfa hemwelatiyan (RIC) derdikevin pêş. Di nava çalakiyên ku hatibûn plankirin de ji bilî grevên klasîk boykotên weke bikarnenaîna kartên bankan û nekirina danûstandinên li marketên mezin jî hebûn.