Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daxuyand ku di nav de 9 kes dema li benda wergirtina alîkariyên mirovî bin 83 kes di êrîşa Îsraîlê ya 24 saetan de hatine kuştin û 223 kes jî birîndar bûn.
Bi vê yekê bîlançoya bombebarana Îsraîlê ya ji 7ê cotmeha 2023yan ve derketa 64 hezar û 605 kuştî û 163 hezar û 319 birîndar.
Bîlançoya kuştî û birîndaran ji 18ê adara 2025an heta îro ve, 12 hezar û 59 kes hatine kuştin û 51 hezar û 278 kes jî birîndar bûne.
Şerîda Xezayê di rewşeke mirovî û tenduristiyê ya karesat de ye, hemwextî wê bombebaranên Îsraîlê didomin, xurek, derman û sotemeniyê pir kêm e û qeyd li ser derbaskirina alîkariyên mirovî hatine ferzkirin.