11 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîlê li Dohayê êrişî rêberên Hemasê kir

Li bajarê Doha yê Qatarê teqînên dijwar pêk hatin. Hat ragihandin ku rêberên Hemasê hedef hatine girtin.

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku li bajarê Doha yê Qeterê li ser hev teqîn pêk hatin.

Li gorî şahidên bûyerê yên ku ji ajansê re ragihand li semta Katarayê dûman bilind bûye.

Li gorî nûçeya malpera “Axios on X” ku xwe dispêre rayedarekî payebilind yê Îsraîlê, teqîna li Dohayê operasyoneke sûîqestê ya li dijî rayedarên payebilind ên Hamasê ye.

Îsraîl: Êriş li dijî rêveberên Hemasê pêk hat

Berdevkê artêşa Îsraîlê yê bi Erebî axivî, li ser hesabê xwe yê Xê ev tişt parve kir: “Artêşa Îsraîlê û Şîn Bet (servîsa ewlehiya navxweyî ya Îsraîlê) di demên dawî de li dijî rêveberiya rêxistina terorîst Hemasê êrişek pêk hat.”

Avichay Adraee cihê operasyon hatiye lidarxistin eşkere nekir û got, “Ji bo zirar negihêje sivîlan tedbîr hatine girtin.”

Civîna şandeya muzakereyan hat hedefgirtin

El Cezîreyê ku xwe dispêre çavkaniyên Hemasê, ragihand ku civîna şandeya muzakereyan a li Dohayê hedef hatiye girtin.

Yên hatin hedefgirtin?

Medyaya Îsraîlê ya ku xwe dispêre rayedarekî payebilind, ragihand ku Îsraîlê rêberên Hemasê li Qeterê, bi taybetî Xelîl el-Heyya û Zahir Cabarîn hedef girtiye.

Hat îdîakirin ku Trump destûr daye

Kanala 12’an a Îsraîlê axaftina rayedarekî Îsraîlî ragihand û îdîa kir ku Serokê DYE’yê Donald Trump destûra êrîşa li dijî rêberên Hamasê ya li Qeterê daye.

Gelo şandeya muzakereyê rizgar bû?

Kanala El-Mayadînê ku xwe dispêre çavkaniyek herêmê daxuyand ku şandeya muzakereyê ya Hemasê ji hewldana sûîqesta Îsraîlê rizgar bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê