11 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dê şandeyeke berfireh biçe Îmraliyê

Hat zanîn ku di  rojên pêş de dê li gel şandeya DEM Pariyê ya Îmraliyê gelek nûnerên partiyên din jî bi şandeyeke berfireh serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ragihand ku dê hefteya pêş şandeyeke berfireh biçe Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku dê şandeyek berfireh biçe serdana Ocalan.  Li gel endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, her wiha dê Hevserokên Giştî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari jî di şandeyê de cih bigirin. Hat zanîn ku dê nûnerên partiyên pêkhateyên DEM Partiyê û hin kesayet jî di şandeyê de cih bigirin. Hat zanîn ku nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Şoreşger a Yekbûyî, Partiya Çep a Kesk (YSP) û nûnerên Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) di şandeyê de cih bigirin. Lê hêj navên dê biçin serdanê diyar nebûne.