Di nav de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên DBPê yên Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûcar û Keskîn Bayirdir, Hevberdevka Însiyatifa Yekitiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Hevserokê Giştî yê SYKPê Mertcan Tîtîz, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Dîdem Goçer, gelek parlementerên DEM Partiyê, rêxistinên DEM Partî û DBPê yên bajarên Amed, Sêrt, Mêrdîn, Riha, Êlih û Şirnexê, endamên tevgerên ekolojiyê yên herêmê û bi hezaran welatiyên li Qada Cûmhûriyetê kom bûyîn bi panqartên, ‘ Talan û rant jiyana me qir dike, em ê jiyanê biparêzin’ , ‘Nobedarê dara gûzê ne, em li vir in’ û bi diruşmên, ‘Bêxweza jiyan nabe’ heta Qada Qehwa Emerê Ereb meşiyan.
Piştî ku girse gehişt Qada Qehwa Emerê Ereb ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin pêk hat. Piştî rêzgirtinê Endama Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol daxuyanî xwend. Derya Akyol, di daxuyaniya ku da de wiha got; “Îro em ji bo pêşî ji qirkirina xwezayê bigirin li Botanê hatine cem hev. Salên 90î bi valakirina gundan û êrişên li ser bajaran êrîşî gelê me kirin. Îro jî li gel pêkanînên salên 90î, talanê li ser xwezaya me pêk tînin. Ji çar aliyan ve êrîşî xwezaya Şirnexê dikin û ev êrîş tenê ne bi xwezayê ve girêdayî ye, heman demê de êrîşî jiyan ê çand Şirnexê dikin. Em ê êdî ji bo ku darek neyê birînê li hember van polîtîkayan rawestin. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku dest ji van polîtîkayên qirkirinê berdin. Weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotî, ‘Kesên bi xwezayê re aştiyê pêk neyînin nikarin bi mirovan re jî aştiyê pêk bînin.”
‘Ev siyaseta talanê ye’
Piştî daxuyaniyê Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir axivî û bal kişand ser pêvajoya aştiyê û wiha got; “Ez berxwedana we bi hezaran caran silav dikim. Sedem û armanca vê berxwedana me heye, ev bi salan e em li hember êrîşên li ser xwezaya xwe li ber xwe didin. Em dizanin dema mijar dibe xwezaya Kurdistanê dewlet çawa nêzîk dibe. Dema agir bi daristanên me dikeve yek balafira vemirandina agir tune ye. Lê dema ji bo şer be bi sedan balafir li Kurdistanê tevdigerin. Siyaseteke dagirkerî li ser Botanê dimeşînin. Ev siyaseta talanê ye. Bi awayekî dijminî nêzîkî xwezaya me dibin. Êrîşa li hember xwezayê êrîşa li hember ziman û çanda me ye. Pêvajoyek aştiyê berdewam dike. Bi vê ve girêdayî divê ewil bi xwezaya me, çemên me, çiyayên me û daristanên me re aştiyê pêk binîn.”
Talanker hişyar kir
Keskîn Bayindir li ser girîngiya çalakiyê jî axivî û axaftina xwe wiha berdewam kir; “Girîngiya çalakiya me baldariya li ser talana xwezayê ye. Yek dar rûmeta me ye, yek dilopek avê û kulmek ax rûmeta me ye. Em şirîkên vê talanê hişyar dikin, em parlementer û saziyên dewletê hişyar dikin. Em îro bi hezaran li vir in. Ger hûn dev ji van polîtîkayan bernedin em ê bi deheazaran, bi sedhezaran werin ber deriyê saziyên we. Polîtîkaya talanê û polîtîkaya li ser gelê kurd ji hev ne cuda ye û em vê yekê wiha dibînin. Heta ku çalakiyên me encam nedin û dewlet dev ji vê talanê berdene em ê berxwedana xwe berdewam bikin.”
Dijminatiya xwezayê dikin
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku dema ji bo vemirandina agirê daristanan be balafir tune ye, lê ji bo şer bi sedan balafir her roj amade ne. Tulay Hatîmogûllari wiha dirêjî da axaftina xwe; “Îro li Şirnex em çalakiyek bi rûmet lidar xidin. Em ji bi dara Şirnex, ji bo axa Şirnex hatine cem hev. Îro çar aliyê Tirkiyeyê bûye guriya agir û her der dişewite û desthilatdariyê li şûna ji bo vemirandina agir balafiran bikire diçe ji bo zarokên xwe dikirin. Desthilatdar ji roja hatî ser kar heta îro rûxsetan didin alîgirên xwe û her roj rûxsetan belav dikin. Erdnîgariya Kurdistanê ji salên 90î heta îro rastî nêzîkatiyek dijminî hatiye. Her der kirine qelekol û qerekol, ji ber ewlehiyê dar birîn û piştre leşker û cerdevanan ji bo rantê ev yek berdewak kir. Îro weke Tofana Nûh êrîşî her qada jiyana me dikin. Çawa ku Nûh li hember tofanê li ber xwe da û serket, em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Em ê ji bo her devera Şirnex, Kurdistan û Tirkiyeyê li ber xwe bidin û serbikevin.”
Piştî axaftinan girseyê ji bo nobetê berê xwe da Herêma Bestayê.