Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC), der barê biryara Mafê Hêviyê de ji serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, nûnerên welatên Konseya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û nûnerên daîmî re name şand.
EUTCCê bang li Tirkiyeyê kir ku ji bo berpirsyariyên xwe bêyî derengmayîn bi cih bîne li gorî biryarên ku di îlona 2024an de girtiye demildest tevbigere.
EUTCCê ji sala 2004an û vir ve bi piştgiriya komên siyasî yên Parlamanta Ewropayê derbarê pirsgirêka kurd û pêvajoyên demokratîk ên li Tirkiyeyê de konferansên navneteweyî yên salane lidar dixe.
Di nameyê de hat bibîrxistin ku dewleta Tirkiyeyê ragihandiye ku ew ê ‘mafê hêviyê’ nede Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên ku cezayên girankirî yên heta hetayê li wan hatiye birîn.
Di nameya ku bi îmzeya seroka EUTCCê Prof. Karîane Westrheim hat şandin de, hat diyarkirin ku pêkanîna biryara Mafê Hêviyê ne tenê ji bo mafên takekesî yên Rêberê Gelê Kurd di heman demê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî xwedî girîngiyeke mezin e.
Bi taybetî, nameya ku ji nûnerê daîmî yê Îrlandayê li Konseya Ewropayê Ragnhildur Arnlijótsdóttir re hatiye şandin bi vî rengî ye: “Birêz Ragnhildur Arnlijótsdóttir, Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC), têkildarê Tirkiyeyê li ser Mafê Hêviyê ku yek ji pîvanên bingehîn ên Konseya Ewropayê ye xîtabî we dike.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di adara 2014an de biryar da ku cezayên hepsê yên heta hetayê bêyî îhtîmala berdanê, binpêkirina xala 3yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Di civîna we ya îlona 2024an de, hûn li ser mecbûriyeta bicîhanîna vê biryarê jî axivîn.
Di plana xwe ya nû ya çalakiyê de ku pêşkêşî komîteya we hatiye kirin de Tirkiyeyê ragihand ku ew ê Mafê Hêviyê nede Abdullah Ocalan û girtiyên ku cezayên girankirî yên heta hetayê li wan hatiye birîn.
Ev rewş pirsgirêkên mezin çêdike û nayê pejirandin. Wekî endamek Konseya Ewropayê û namzetek ji bo Yekîtiya Ewropayê Tirkiye mecbûr e ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bicîh bîne.
Ji ber ku di pêkanîna biryara DMMEyê tu gaveke berbiçav nehatiye avêtin, em bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku li gorî biryarên ku di îlona 2024an de hatine girtin, demildest tedbîran bigire da ku Tirkiye bêyî derengmayîn berpirsyariyên xwe bicîh bîne.
Pêkanîna biryara Mafê Hêviyê ne tenê ji bo mafên takekesî yên Abdullah Ocalan, di heman demê de ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna welêt, di çarçoveya diyaloga di navbera Abdullah Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de, ji bo misogerkirina aştiyê, girîng e.”