Mehmet Durak li navçeya Pirsûs a Rihayê sala 1995an hat binçavkirin û piştre ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve bi îdîaya ‘yekîtî û hevpariya dewletê xira kiriye’ cezayê hepsê yê heta bi hetayê lê hat birîn. Durak piştî girtîbûna xwe ya 30 salan ji Girtîgeha Ewlehiyê ya Bilind a Doşemealti ya Antalyayê hat berdan.
Mehmet Durak li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe û rêveberên TUAY-DERê ve bi gulan hat pêşwazîkirin û ber bi Antalyayê ve ku mala malbata wî lê ye, bi rê ket.