Rêveberiya Saziya Îstixbarata Iraqê bi daxuyaniyek aşkere kir ku li sinorê parêzgeha Ninowayê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞê çend operasyonek pêkanîn.
Hat gotin ku di encama operasyonan de 6 çeteyên DAIŞê hatin girtin ku li gor madeya 4 a yasaya terorê biryara girtinê li ser wan hebû.
Hat diyarkirin ku lêpirsîna despêkê li gel wan çeteyan hatiye kirin û radestî saziyên peywndîdar hatine kirin.