Ji 2016an vir e hikûmeta AKPê bi hin hincetên vala qeyûman tayînê ser şaredariyên DEM Partiyê dike. Qeyûmên ku tên tayinkirin bi polîtîkayên qirkirinê şaredariyan bi rê ve dibin. Bi taybet sazî û dezgehên ku ji aliyê jinan ve tên vekirin ji aliyê qeyûman ve tên girtin. Herwiha yek ji êrîşa herî zêde jî li ser xwezayê tê kirin. Parkên ku ji aliyê şaredariyan ve tên çêkirin bi destê qeyûman tên xerakirin. Li dewsa darên zindî darên ne zindî tên bi cihkirin.
Di heman demê de li gelek cihan bi hinceta ku dê rê bê firehkirin darên ku bi salane hatine dayîn tên birîn. Mînaka vê yekê herî dawî li Êliha ku ji 4ê mijdarê ve ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin hat jîn. Qeyûmê li ser Şaredariya Êlihê ye xwest daran bibire lê bi berteka êlihiyan ve rû bi rû ma.
Em der barê polîtîkayên qeyûman, nêzikatiya wan a gel û nirxên gel bi hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk re axivîn.
Li gor te divê ji bo di vê pêvajoyê de ev qeyÛm paşve bên kişadin divê di nav gel de bertekeke eçawa derkeve pêş?
Wek tê zanîn hevşaredarên ku ji partiyên DBP, HDP û DEM Partiyê hatine hilbijartin ji bo berjewendiyên gel bi gel re tevdigerin. Tu dema li kiryarên qeyûman dinêrî cudahiyeke çawa di navbera hevşaredaran û qeyûman de dibînî?
Hevşaredarên ku ji DBP, HDP û DEM Partiyê tên hilbijartin ji destpêkê ve li gorî polîtîkayekî tên hilbijartin. Beriya ku bên hilbijartin naskirineke wan a di nav gel de heye, têkiliyên wan bi partiyê re hene û pêvajoyeke hilbijartinê derbas dikin. Di vê pêvajoyê de hemû daxwaz, plan û projeyên xwe bi gel re parve dikin. Bi van xalan xwe bi gel didin qebûlkirin û tên hilbijartin.
Em li ser navê partiyeke ku bi salan e li dijî hemû êrişan li ser piyan e ketin hilbijartinê. Berpirsiyariya me ya li hemberî gel heye. Ji ber vê yekê xebatên ku me dikir me bi gel re parve dikir. Di xebatên ku dihatin kirin de bi gel şêwirandin hebû. Em li cihekî rûnediniştin û me kar li wir nedida meşandin û wek ku min got ji bo xebatên ku bihatina kirin bi gel û saziyan re me dan û standin dikir. Xebata me hevşaredarên ku di bin banê DEM Partiyê û çanda ku jê hatiye de kar dikin wiha ye.
Li aliyê din polîtîkayên rêveberiya qeyûm hene. Qeyûm bi tu awayî îradeya gel nasnake. Gelê kurd wek gel nabîne. Dixwaze gelê kurd ji aliyê fizîkî, dîrokî û çandî ve tune bibe. Qeyûm bi vê hişmendiyê tên tayînkirin û dema tên tayînkirin jî li ser vê hişmendiyê xebatên xwe didomînin. Ji ber vê yekê ye ku ji roja ku tên tayînkirin destpêdikin û li dijî çand, dîrok û xwezaya Kurdistanê qirkirinan pêk tînin.
Mirov tayînkirina qeyûman dikare wek parçeyekî şerê taybet binirxîne. Bi van qeyûmên ku îradeya gel nasnakin dixwazin gel ji şaredariyan dûr bixin û karibin şaredariyan talan bikin. Qeyûmên ku bi salan e tên tayînkirin budçeya ku ji bo gelê kurd tê veqetandin ji bo berjewendiyên xwe xerc dikin. An jî ji saziyên dewletê yên leşkerî re vediketînin. Qeyûman bi budçeya şaredariyan ji gelek saziyên bi vî rengî re erebe kirîn. Ev bi salan e dibe rojev lê hikûmet li dijî van kiryaran tu bertekan nîşan nade.
Bi salan e li ser îradeya gelan qeyûm tê tayînkirin. Qeyûmên ku tên tayînkirin li ser xwezayê qirkirinekê pêş dixin. Tu têkiliyeke çawa di navbera qeyûman û qirkirina xwezayê de dibînî?
Dema mirov dibê qeyûm ji xwe talan û qirkirin tê bîra mirov. Wek tê zanîn ji 2016an heta niha li Kurdistanê bi destê qeyûman qirkirin pêk tê. Ev qirkirin carna li ser xwezayê, carna li ser çandê, carna li ser civakê û carna jî li ser jinan tê kirin.
Niha li Êlihê bi destê qeyûm qirkirina daran pêk tê. Her çiqas ew ji bo qirkirina daran hincetên cuda nîşan bidin jî em dizanin ku birîna daran dijminatiya şêniyên Êlihê û gelê kurd e. Ji ber ku heke mirov bixwaze pirsgirêkekî çareser bike divê mirov li rê û rêbazên cuda jî bigere. Lê belê qeyûmê Êlihê yê ku îradeya gelê kurd nasnake îro ji bo berjewendiyên xwe û hin kesên derdora xwe darên ku 20 sal in şahidiya Êlihê dikin û mazûvanî ji şêniyên Êlihê û mêvanên wan re dikin, birî. Em birîna daran tenê wek qirkirina xwezayê nabînin. Ji bo me birîna daran di heman demê de kiryareke li dijî Êlihiyan e û bîra wan e jî.
Em ê li dijî vê êrişa piralî ya ku bi birîna daran tê kirin bêdeng nemînin û hem ji aliyê hiqûqî ve hem jî ji aliyê civakî ve hesab birpirsin.
Di dîmenên ku ji Êlihê hatin de tê xuyakirin ku jin li dora darekî kom bûne û hewl didin darê biparêzin. Dema mirov li dîrokê vedigere û dinêre di çandên cuda de jî jin li dijî qirkirina xwezayê dibin xelek. Dem tu di vê çerçoveyê de lê binêrî parastina xwezayê wek erkeke çawa dinirxînî?
Bi hezaran sal berê jinan dema têkilî bi xwezayê re danîn, dîtîn ku bi xwezayê re bi hêztir dibin. Ji ber vê ye ku tevî ewqas sal û bûyeran di tu demê de têkiliya jin û xwezayê qut nebûye. Têkiliya di navbera wan de dibe ku ji şibandina wan were an jî dibe ku vê têkiliyê wan şibandibe hev. Dema xweza jî bê gotin û jin jî bê gotin yekser jiyan tê bîra mirov.
Ji ber ku jin û xweza jiyan bi xwe ne. Jin dema êrişekî li ser xwezayê dibînin bi erka parastinê radibin û nahêlin ku xweza bê qirkirin. Jin ji ber ku dizanin parastina xwezayê parastina av, ax, ajal û hemû zindiyan e. Di her êrişê de bi awayekî xwezayî dibin parastvanên pêşeng. Li Êlihê niha tişta ku tê jiyîn jî ev e. Ji ber ku em jin dizanin dema xweza têk biçe dê mirovahî têk biçe. Ji ber vê yekê wek erka sereke jin parastina xwezayê dike.
Li aliyê din hişmendiya mêrperest êrişên xwe yên yekem li ser jin û xwezayê pêk aniye. Ji ber vê yekê jî jin û xweza dişibin hev. Ji aliyê desthilatdaran ve mêtingerî li ser wan hatiye meşandin. Hem xweza û hem jî jin ji aliyê desthilatdaran ve wek meta hatine dîtin. Lê ji destpêka vê nêzikatiyê ve jinan jî xwezayê jî li ber xwe dane. Her ku êrişên desthilatdaran li ser xweza û jinan dijwar bûne hem xweza hem jî jinan zêdetir li ber xwe daye û xwestine xwe biparêzin. Ji ber vê yekê jin û xweza li dijî van êrişan xwe ji nû ve diafirînin da ku tune nebin.
Tu birîna daran a li Êlihê çawa dinirxînî û ev birîn dê bandoreke çawa li ser Êlihê bike?
Îro mafê herkesê ye ku di bajar, hewa û derdoreke paqij de jiyana xwe bidomîne. Dema tu xwezaya bajarekî tune bikî tu wî bajarî mehkûmî nexweşiyên giran û mirinê dikî. Di heman demê de dema tu daran bibirî û xwezayê qir bikî tu yê rê li ber lehiyê jî vebikî. Ez bawerim niha di bîra herkesê de ye ku çend sal berê li Êlihê lehî rabibû û di encamê de çar kesan jiyana xwe ji dest dabû. Dema mirov vê rewşa Êlihê jî bide ber çavan divê mirov daran nebire.
Li aliyê din dema mirov lê binêre dikare bibêje ku hişmendiyeke ku xwezayê nas neke û esas negire dê bi tu awayî jiyana şêniyên wî bajarî jî esas negire. Ji ber vê yekê em nêzikatiya li dijî daran wek nêzikatiya li dijî jiyana şêniyan jî dinirxînin.
Qeyûmên ku tên ser şaredariyan wek ku te jî anî ziman qirkirineke pir alî dimeşînin. Ji bo polîtîkaya qeyûm neyê meşandin û ev qirkirin pêk neynê divê çi bê kirin?
Ji bo di pêşerojê de ev talan neyên kirin divê herkes parastina xwezayê wek erka xwe bibîne. Bizanibe ku parastina xwezayê berpirsiyariyeke mirovî ye. Di bûyerên bi vî rengê ku xwezayê hedef digire de divê kes li benda kesê nemîne û herkes bi hişmendiya pêşengtiyê xwedî li xwezaya xwe derbikeve.
Li aliyê din em dibên qeyûm talan bixwe ye. Heke wisa be divê em li cihê ku darek hat birîn divê sed daran biçinin da ku karibin xwezaya xwe biparêzin. Dema cihek şewitî divê em karibin zêdetir ew cihê ku şewitiye şîn bikin.
Li aliyê din divê em baş zanibin ku qeyûmên bi hişmendiya dagirkeriyê û qirkirinê li ser şaredariyên me hatine tayînkirin tu tiştekî ji bo berjewendiyên civakê nakin. Qeyûm xizmeta şerê taybet dikin. Ji ber vê yekê divê em li dijî qeyûm û polîtîkayên ku dimeşînin şiyar û çalak bin.
Tu rola hevşaredaran a li dijî polîtîkayên qeyûman çawa dinirxînî?
Wek tê zanîn hevşaredar bi dengên gel hatin hilbijartin û wek ku me li jor jî anî ziman xebatên xwe bi hevkariya bi gel re dikin. Ji ber vê yekê hebûna hevşaredaran a di rêvebirina bajar de tê wateya hebûna gel. Lê qeyûmên ku li ser kar in dijminatiyê ji gel, civak, xweza û jinan re dikin. Ji ber vê yekê têkbirina polîtîkayên qeyûman ên ku li ser îradeya gel wek darbe ne erka her kesî ye. Lê di vir de elbet erka sereke ya hevşaredarên ku gel baweriya xwe bi wan aniye ye.
Dema qeyûm tayinê şaredariya Êlihê hat kirin gel bi şev û roj li kolanan bû. Gel tayînkirina qeyûman bi tu awayî qebûl nedikir. Lê piştî demekî çalakî bi dawî bûn. Ji bo bidawîkirina polîtîkayên qeyûm divê çalakî bi awayên cuda berdewam bikirana.
Niha em di pêvajoyeke nû de ne. Gelek hevdîtin tên kirin. Hem ji bo xwedîderketina li pêvajoyê hem jî dawîanîna li polîtîkayên qeyûm ku em wek şerê taybet dinirxînin bi dawî bibin, divê civak tim di nav hewldanan de be.
Hikûmet jî ji bo baweriyê bide avakirin dikare bi biryarnameyekî dawî li polîtîkaya qeyûman bîne. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê em rakirina qeyûman a ji ser şaredariyan jî wek gavekî dibînin. Ji ber vê yekê li bendê ne ku dawî li van polîtîkayan bê anîn.
Gulistan Sonuk kî ye?
Gulistan Sonuk di sala 1993yan de li gundekî navçeya Hezoyê ya Êlihê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li gundên derdorê xwendiye. Li Hezoyê lîse xwendiye. Di sala 2018an de li zaningeha Nîgdeyê beşa Zanistên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî xilas dike.
Di sala 2019an de wek hevşaredara bajarokê Kaniyahenê tê hilbijartin. Dû re ji 2020an heta 2024an di nav xebatên TJAyê de cih digre û li vê qadê kar û xebatan dike. Di 2024an de bi rêjeya herî bilind bi sedî 64.52 wek hevşaredara Êlihê tê hilbijartin. Di 4ê mijdara 2024an de li şûna wê qeyûm hat tayinkirin.