Di 3yemîn salvegera Şoreşa Jin Jiyan Azadî ya ku li hember hişmendî û pergala qirker a Îranê hatibû lidarxistin, bi tevlîbûna gelek rêxistinên kurdîstanî, şexsiyetên navneteweyî û bi beşdarbûna hûnermendan li bajarê Frankfûrtê konferansekê hat pêkanîn û li ser çareserî, rexistinbûn û alternatifeke nû ya bi hişmendî û pêşengtiya Jin Jiyan Azadî de nîqaş hatin kirin.
Konferans bi dirûşmeya ‘Ji îdamê re na ji jiyana azad re erê’, bi hevkariya Platforma Demokratîk a Îranê û KJARê ve hat birêvebirin. Yek ji armanca konferansê ew bû ku, vegûherandin û nûkirina rêya têkoşîn û pêwendiyên navneteweyî werin diyarkirin.
Endamê komîteya Amedekar Çiyager Avaşîn ji rojnameya me re anî ziman ku, armanca wan di qada diasporayê de bi rê û rêbazên nû şoreşa Rojhilat bi hemû hevgirtiyên demokratîk û mualîf re xwe rêxistin bikin û li ser pirsgirêkên heyî alternatîfa xwe bi pêş bixin.
Amedekarên qonferansê bi taybetî bilêv dikin ku, ev çalakî tenê ne bîranînek e, di heman demê de daxwazek e ji bo nûkirina rê û rêbazên nû yên têkoşînê û rêxistinbûnê ye. Konferans bi tevlibûna nûnera Konseya Jinên Rojava Amîna Omer, Senetora Berê ya Afganistanê Belqis Roşen, endama Meclîsa Federal a Almanya û partiya Die Lînke Janina Wissler û rojnameger Pedram Zarei dest pê kir.
Di panela yekem de bi serenavê ‘Rola Jinan di Serhildana Şoreşger û Pêşerojê de’, nûnera Konseya Jinên Rojava Amîna Omer bal kişand ser gotinên birêz Ocalan ên li ser Jin Jiyan Azadî û wiha got: “Bêguman nêrîna li ser sê peyvên ku ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye avakirin perspektîfeke berfireh a jiyanê pêşkeş dike. Li Rojava me bi vê perspektîfê xwe rêxistin kir, jiyan ava kir, li ber xwe da û li hember zîhniyeta herî qirêj a di şexsê DAIŞê de derket, têk bir. Jinên kurd, bi jinên ereb û neteweyên din re ev ispat kirin. Û îro em baş dibînin ku ev dirûşme vegûheriye rêbazê berxwedan û jiyanê. Li Afganistanê jî, Îranê û cîhanê ev derkete holê. Çaxa ku em bi kuştina Jîna Amînî hesiyan, xemgînî û acizî bi me re çêbû, lê me baştir fêmkir ku rêxistinbûyîna jinan çiqas girîng e. Ji bo vê, em dîsa spasiya xwe ji pêşengê vî fikrî re, birêz Ocalan re dikin.”
Parlementera Partiya Die Lînke û endamê Meclîsa Federal Janine Wissler jî di konferansê de axivî û got: “Îro pir kêfxweş im ku der barê Rojava de axaftinan dibihîzim. Ez bawer dikim ku divê li Almanyayê em vê mijarê baştir derbixin pêş û bidin nasîn. Lewma li wir projeya jiyaneke pir pêşketî heye. Bi rastî jî li wir di qada azadiya jinan de, di qada ekolojiyê û civakê de pêşketinên pir xweş ku îlhamê didin me hene. Ji bo vê, divê bi taybetî û baldarî li ser Rojava bisekinin. Lewma hîna jî bi êrîşên çeteyan re, dewleta Sûriyeyê û ya tirk re rû bi rû dimîne. Li rexmî daxûyaniyên PKKê ku dixwaze aştiyê ava bike jî, êrîşên Dewleta Tirk li ser Başûr, Rojava û deverên din ên li derveyî hiqûqa navneteweyî berdewam in. Daxuyaniyên PKKê ji bo Dewleta Tirk şansek e. Lê hîna jî êrîşên xwe de berdewam dike û gelek girtiyên mîna Selehatîn Demîrtaş di girtîgehê de ne. Ji bo piştgiriye em ê hertim di nava hewldanê de bin.”
Nûnera KJARê Maryam Fatihî li ser girîngî û pêvajoya derketin û pêşveçûna tevgera Jin Jiyan Azadî axivî û bal kişand ser jinên aktivîst ên berxwedêr Pexşan Ezîzî, Şerîfa Mihamedî û Werîşa Mûradî.
Di berdewamiya konferansê de hevseroka KON-MEDê Rûken Amed qala girîngiya hevgirtiya rêxistinbûna kurdên dîasporayê û her çar beşên kurdîstanê kir û wiha axivî: “Yek ji hewldan û rista KON-MEDê jî ew e ku hemû rêxistinên kurd ên dîasporayê di bin sîwanekê de bicivîne û bi ruhê neteweyî tevger bikin. Ji her çar beşên Kurdistanê rexistin û komele di bin sîwana KON-MEDê de hatine gel hev. Pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin derfeteke mezin dide me. Bi taybetî di pêvajoyeke wisa de, konferanseke bi wî awayî ku berxwedena rojhilatê Kurdistanê dinirxîne girîng e. Em piştgirî û giringiyê didin hewldanên wisa. Helwesta Îranê ya li hember kurd û hemû jinan mahkûmê têkçûnê ye. Rêxsitinbûn û ji her rewşê re amedebûyîn girîng e. Peyva Jin Jiyan Azadî qêrîna bêdeng li hember pergala Îranê bû. Ji vir û şûn ve ya girîng ew e ku, em vê rexistin bikin û li gor vê tevger bikin ”
Beşa diduyan a panelê jî bi serenavê ‘Berdestiyên Yekîtî, Pênaberî û Şoreşa Pêşerojî’ berdewam kir. Endamê Kolektîfa Femînîst a ROJA Hiresh Kheirabadi, aktîvîstê ekolojî û birîndarê Serhildanê Yahya Serxanî, lêkolîner û pispora hewirdorê Azam Bahramî, profesorê Zanîngeha Jagiellon (Polonya) Azad Haji-Aghaie, feylezof Yeganeh Khoei li ser rewşa heyî û pêşerojê civat pêş xistin.
Pîştî panel û nîqaşan beşa hunerê û mûzîkê cihê xwe girt. Pêşangeha peykeran a hunermend Seywan Saediyan li her keviyê salonê amede bûn. Bi Koma Mûzîkê ya Amargî û Koma Govendê ya Rojava konferans hat bi dawîkirin