12 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Divê kurd berê xwe bidin ku û çi?

Hingiya dîroka mirovahiyê tê zanîn kurd li ser av û axa xwe, bi ziman û çanda xwe, berê wan li rist û rastiya wan, wekî gelekî birûmet ê dinyayê dixwazin jiyana xwe bidomînin. Berê kurdan li Kurdistanê ye. Berê kurdan ji bilî vê dê li cihekî din nebe.

Îsal jî pîrozbahiyên 26ê tebaxê yên ku bi dehan sal in bi hemû hêz û wateya xwe kirine xizmeta  înkar û îmhaya gelê kurd pêk hatin. Her çi qas gotinên aştiyê yên Devlet Bahçelî li ser tifaqa gelê kurd û tirk a li Milazgirê pêk hat jî, bes di pîrozbahiyên îsal de jî kevneşopî neguherî û hewldana neçar a qaşo tirkirina Milazgirê mora xwe li van pîrozbahiyan xist. Ji bilî dengekî hişk ê biyan û nîşaneyên tirkirina qaşo gelê kurd, tu rewşeke watedar xwe neda der. Lê dîsa ji ber ku desthilatdariya AKP-MHPê ev pêvajoya nû li ser dirûşma tifaqa gelê kurd û tirk a li Milazgirê pêş xist, lewma dê pîrozbahiyên îsal çawa bihata pêşwazîkirin, mijara tatêla hin aliyan bû. Lê wekî her car reng û hêvî nehat girtin. Werzên ku ev sed sal in Tirkiyeyê berbi karesata hilweşînê ve dibe bi giranî dîsa hatin dubarekirin, ruxmê peyamên serokomar Erdogan jî.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di pîrozbahiyên 26ê tebaxê yên li Milazgirê de axivî. Erdogan got divê ku kurd berê xwe bidin Enqere û Şamê. Dîsa di bin çavan re dest ji gefên xwe yên zirav jî berneda. Enqereya niha, Enqereya ku ev sed sal in kurdan înkar dike ye. Enqereya ku pêşengên kurdan darve kir û cihê tirba wan hîna ji gelê kurd re nabêje ye. Enqereya ku Agirî, Geliyê Zîlan, Koçgirî, Dêrsim, 33 Gule, Roboskî û gelek qirkirinên bi vî awayî pêk aniye û bi israr naxwaze biguhere ye. Enqereya ku hîna duh nehîşt dayikên kurd li Meclîsê bi kurdî biaxivin. Enqereya ku li çavên bi milyonan kurdî dinêrî û digot “Hûn tune ne. Hûn tirkên çiyê ne.” Dê kurd çawa berê xwe bidin vê Enqereyê? Lê Şam? Erdogan dibêje berê xwe bidin Şam a ku di van meriyetên xwe de ji Enqereyê kêmtir nebû. Şam a ku bi dehan salî li welatê wan nasname nedida gelê kurd. Sînema Amûdê, Kemera Ereb û îro jî HTŞ-EL KAÎDE-DAIŞ ku bi hev re bi hezaran jinên kurd firotin. Êrİşên giran birin ser Rojava, qirkirina Şengalê pêk anîn û îro jî dixwazin vê bidomînin.

Di domandina rewşeke bi vî awayî de kurdekî/e zana, şiyar û bi rûmet dikare berê xwe bide vana? Rastiyek heye ku gelê kurd aştiyeke birûmet û jiyaneke azad dixwaze. Berê gelê kurd, li Kurdistaneke azad û di nava aştiyê de li jiyan û têkiliyên bi vî awayî ye. Xeta gelê kurd diyar e. Divê ku Enqere û Şam berê xwe ji kirinên xwe yên ku wekî şerma mirovahiyê di bîran de maye vegerînin. Mafê gelê kurd ên ku ji gelbûnê tên bipejirînin û li ser pîvanên rast ên xwîşkûbiratiyê û cîrantiyeke wekhev jiyana xwe bidomînin. Ên ku di tevahiya sedsala 20an de bi dewletên rojava re bûn yek û karesatên mezin anîn serê gelê kurd hûn in. Ên ku herî dawî gelê kurd bi vî awayî tewanbar bike jî hûn in. Hingiya dîroka mirovahiyê tê zanîn, kurd li ser av û axa xwe, bi ziman û çanda xwe, berê wan li rist û rastiya wan, wekî gelekî birûmet ê dinyayê dixwazin jiyana xwe bidomînin. Berê kurdan li Kurdistanê ye. Berê kurdan ji bilî vê dê li cihekî din nebe. Heke vegerek hebe, divê ku EV dewlet û hêzên mijara gotinê ne ji şermên xwe yên rabirdûyê bigerin û li ser pîvanên rast ên xwîşk û biratiyê û dîsa li ser bingeheke baş a cîrantiyê jiyana xwe bidomînin. Ji ber ku gelê kurd ji vê feraset û xwediyên van pêkanînan heta roja îro nêzikatiyeke pak nedîtiye, bi awayekî xwezayî baweriya wî bi van hêzan nayê. Dê wisa hêsan jî neyê. Ji bo vê kirinên jidil pêwîst in. Avêtina gavan divê. Û gelê kurd ji Enqere û Şamê re dibêje: ji sed salên xwe yên borî yên şaş, tijî qirkirina gelan, êş, janejîn, înkar û îmha vegerin. Êdî ji van kar û meriyetan bigerin. Berê xwe bidin pêşerojeke ronî, wekhev û aştiyane ya ku herêmê û dinyayê ji van qeyranan rizgar bike. Divê ku Enqere û Şam berê xwe bidin demokrasiyê. Heke berê wan li bergeheke rast bûya, ewqas tişt nedihat serê wan. Bi xwe re jî hemû herêm nedikirin nava vê hilweşînê. Rêya ku nehatiye ceribandin aştî û rêzdariya ji cudahiyan re ye. Li dervayê vê rêyeke ku dahatiyeke ronî û birûmet ji nifşên pey xwe re bihêlin nîn e.