28 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bakur serdema hîndekarî û perwerdehiyê

Îbrahîm Halîl Taş

Li Bakûr, Serdema Hîndekarî û Perwerdehiyê ya 2025-2026 an, dîsa wek her sal di bin siya polîtikayên bişaftinê de, di 8ê meha îlonê de dest pê dike. Ev ji bo zarokên tirkan kêfxweşi ye lê ji bo zarokên kurdan dilêşî ye.

Zimanê ku li malê hîn bûne û yê li dibistanê dê hîn bibe, qet li hev nayê. Mixabin zarok di navbera du zimanan de bêziman dimînin. Ji bo wê malbat ji bêgavî, dev ji zimanê xwe berdidin. Êdî bişaftin û xwe bişavtin dest pê dike. Mixabin zimanê kurdî hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve diçe.

Ev helwesta Tirkiyeyê ne li gorî huqûqa peymanên navdewletî ye. Li gorî huqûqa qolonyaliyê ye. Mafên zarokên kurdan hene bi zimanê zikmakî perwerde bibinin. Zimanê dayikê perçeyeke ji kesayetiya meriv e. Zimanê dayikê, zimanê yekemin ê zarokan in.

Zarokên ku bi zimanê dayîka xwe perwerde nebinin û bi zimanekî din perwerde bibinin, pirsgirêkên wan yên derûnî derdikevin. Di jiyana rojane û perwerdehiyê de bi ser nakevin. Ziman jî baş hîn nabin.

Li gor pedegojiyê jî, dema zarok zimanê dayîkê baş hîn nebe û nizanibe, bixwebaweriya wê/î kêm dibe. Wêrekiya wê/wî wenda dibe. Ji jiyana civakê ditirse. Di kesayetiya wê de, di xuy û xusletê wê de, lawazî û qelsî çê dibe.

Li gorî Peymana Yekitiya Neteweyan, mafên her zorokî/ê heye ku bi zimanê dayîkê perwerde bibine û zimanê xwe bi kar bîne. Li Tirkiyeyê, Zarokên Kurdan ji vî mafên xwe yê rewa û xwezayî bêpar tên hiştin.

Ji ber têkoşîna gel û tevgera azadiyê, Ji bo bertekên gelê kurd piçek sivik bikin, di asta herî nizim de, dewleta Tirkiyê çend gavên biçûk avêt. Mînak, di dibistanên seretayî û navîn de, di heftekê de du saet dersen hilbijarî, di zanîngehan de dersên zımanên zindî yên ku  li derve tên axaftin ( Nav tune, qanûn tune). Vana wek lutfekê, wek mînetekê nişan dide. Dibêjin êdî qîma xwe bi vana bînin.

Di hefteyê de du saet zarokên kurdan zimanê xwe pêş ve nabin. Ev ne li gorî pedegojiyê ye. Bila gelê kurd vê rastiyê bizanibin û disajî ji bo zarokên xwe zimanê kurdî hilbijêrin.

Daxwaza gelê kurd a serke, zimanên wan bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê.

Divê navberê de, divê gelê kurd, berpirsiyariya xwe bi cih bîne, misêwa bi zimanê xwe yê dayîkê biaxive. Zarokê xwe fêr bike. Ku meriv pê neaxive, roj bi roj peyvan ji bîr dike. Hejmara peyvan kêm dibe. Mecbûr dibe bi kêm peyvan xeber bide. Mixabin demeke şûn de êdi meriv nikare bi zimanê dayîkê, xwe îfade bike. Hewl dide bi zimanê serdestan biaxive.

Bila, siyaseta kurd jî kurdî paş guh meke bila bi kar bîne û qada xwe ya rewa firehtir bike.