14 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

MKG û DFGê Roja Çapemeniya Azad pîroz kir

MKG û DFG bi wesîleya 6ê Îlonê Roja Çapemeniya Azad şahiyek pêk anî. Di bernameyê de rojnamegerên jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û peyama “Di riya heqîqetê de wê têkoşîna me bidome, wê pênûsa wan li erdê nemîne” dan.

DFG û MKGê li navçeya Sûrê ya Amedê li Konaxa Cemîl Paşa, di çarçoveya 6ê Îlonê Roja Çapemeniya aza de brenameyek li dar xist. Rojmnameger û malbatan wan, malbata rojnameger Gulîtsan Tara, aktîvîstên TJAyê, hevserokê gişttî yê Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) Keskîn Bayindir, hevşaredarên DEM Partiyê, nûnerên DEM Partî û DBPê yên navend û navçeyan tevli bûn.

Di şahiyê de sînevîzyona ku ji wêneyên kedkarên çapemeniyê  ku hatine kuştin, hatin nîşandan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ berzkirin.

 ‘Wê pênûsa wan li erdê nemîne’

Ewil seroka MKGê Roza Metîna axivî û da zanîn ku ew rojnamegerên ku di riya heqîqetê de jiyana xwe ji dest daye bibîr tîne. Roza Metîna wiha vegot: “Têkoşînek mezin ji me re hiştin. Em hêza xwe ji wan û têkoşîna wan digirin. Em îro wan bibîr tînin.”

Roza Metîna balkişand ser darbeya 12ê îlonê û daxuyakirin ku hîna şopa wê didome û ev titş anî ziman: “Hîna duh malpera rojnameya Yenî Yaşamê hat astengkirin. Em îro li vir in û li dijî zîhniyeta darbyê ne. Em ê di riya heqîqetê de berdewam bikin. Hîna gelek hevalên me girtîne. Bila ev roj bibe wesîleya azadiya rojnamegeran û civaka demokratîk. Em soza xwe dubare dikin. Em ê pênûsa hevalên xwe li erdê nehêlin. Em ê xwedî li bîranîna Cîhan Bîlgîn, Nazim Daştan, Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Egîd Roj, Nagîhan Akarsel û hevalên din derkevin.”

 ‘Bedelên mezin hatin dayîn’

Hevseroka DFGê Kesîra Onal jî mafê axaftinê kir û wiha dirêjî dayê: “Em dizanin ku kokên çapemeniya azad ji ku derê tê û çi îfade dike. pêvajoyeke ku her hevalek me bi jiyana xwe bedel daye. Em îro bi saya wan li virin. Hevalên me di şertên giran de têkoşîn dan û bedel dan. Di vê pêvajoyê de em dixawzin girîngiya çapemeniya azad bînin ziman. Divê zextên li ser çapemeniya azad rabin.”

Hevserokê giştî yê DBPê Keskîn Bayindir jî axivî û da zanîn ku çapemeniya azad bîra gelê Kurde û roja çapemeniya azad pîroz kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Dogan Hatun jî axaftinek kir û got li ku derê nûçeyek rast hebûye çapemeniya azad li wir bûye û got: “Bila roja we carek din pîroz be. Her tim azad bin.”

Piştî axaftinan hunermend Kasim Taşdogan derket ser dîkê.  Bername bi stran û govendê berdewam kir.