13 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên windayan ji bo edaletpêk bê kom bûn

ÎHD û xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo Mehmet Sîncar û Ahmet Bîçîmlî hatin ba hev.

Çalakiyên ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ve ji bo aşkerekirina aqûbeta windayan û darizandina kiryaran hatin destpêkirin, didomin.

Amed

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ji bo hefteya 865emîn a çalakiya xwe ya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta wêneyên windayan li ser hat vekirin û li kiryarê parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku di 4ê îlona 1993yan de hat kuştin, hat pirsîn.

Êlih

Şaxa ÎHDê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 701emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankarta bi nivîsa “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin, parêzvanên mafên mirovan jî di nav de gelek kes amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ahmet Bîçîmlî hat pirsin ku ji 20ê îlona 1994an vir ve winda ye. Çîroka windabûna Bîçîmlî ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHDê Metin Nas ve hat xwendin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Li Colemêrgê, xizmên windayan li Kolana Sanat a navçeya Geverê cara 191emîn kom bûn. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsên “Kiryar diyar in, winda li ku ne?” û “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan li ser hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta kiryarên kuştina Sabrî Çardakçî ê di sala 1993yan de li Geverê hat kuştin hat pirsin.