Ji bo Fesîh Polat (Şahan Wan) ê ku hat aşkerekirin di sala 2001ê de li Çewligê di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest daye, li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê merasîma sersaxiyê hat danîn. Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û bi beşdariya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, bi girseyî serdana malbatê hat kirin.
Girse, piştî duayan ji mala malbatê derket.